1 قراءة دقيقة
12 Jul
؟ Yar be bi yak rêzî

Becare Kobane


Yar be bi yak rêzî?

Ew yeke yar
Kirne çar par
Wek biye dar
Bilbile jar!

Mest û hejar
Mebeste dar
Girane bar
Gelek dijwar?

Têk çûne tev
Bûn dijî hev
Wan kirin lev
Avêtin yar!

Yare bê zar
Xelek gemar
Deng û hewar
Kes nedî çar!

Çare bi rêz
Bibin yek rêz
Da bikin xêz
Dil nekin sar!

Dil gorgîne
Girt bi vîne
Mirin jîne
Bo xibşe kar!

Nêçîre ew
Nebin wek kew
Bi fen derew
Hev neynin xwar!

Bese razan
Gilî gazan
Weke qazan
Ref kin yek par!

B.K.05.07.2019 serzorî

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏طائر‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة