Li gundê me:
Xelîl û Celîl bira yê hev bûn.
hikûmekê her yek ji wan zeviyek erd dabû wan.
zeviya ku dabûn Xelîl erdek rast,axek xweşik, axek sorî tarî mirov her dixwest ji xwe re lê, binê re.
zeviya Celîl erdek hişkî hola, tev kevir erdek bê ser û ber kurtik û mesîl.
sala ku zivistan şilî ba erdê Xelîl av digirt tovê avê ti bû erdê yan dernediket û heger derketiba jî yan yek berî dibû û yan ne dibû. li rexê dî mirov gunehdikir li yê Celîl binêre hingî xweşik çê dibê têr û tijiya wî jê dihat.
lê, sala ku şilî baran kêm ba yê Xelîl ji yê Celîl çêtir çê dibû.
tiştê ku nayê got: her sal Celîl piştî zadê xwe ji ardê radikir difrot, nirxê wî distand, ji dêvla bi wan pera tiştekî ji mala xwe û zarokên xwere bike, ew pere dixistin berîka xwe û diçû pere dixistin devê polîsan pê gilihê bira yê xwe dikir.. digot: zarokên min leşkeriyê dikin û yê Xelîl leşkeriyê nakin lê, we erdê herî baş daye wî û erdê herî pîs daye min ma wiha dibê. di navre jî tiştên ku dihatin ber devê Xelîl li ser bira yê xwe digotin.