1 قراءة دقيقة
03 Jan
Edûlê

حيدر خليل


Edûlê li riya vegerandina malê ji çavên wê hêsir dibarîn û bi dengekî nizim ev kilam got
Lê dayê nav û nîşanê delaliyê min xuya ne
Li yaxê pêsîrê delêl kirasekî meletî ne .
Li milê delal zirxê dawidî ne
Bi ser zirxê dawidî da berdaye ebake etawî ne
Bi ser ebê de berdaye mecreha delalî ne
Law wele min bala xwe dayê
Li nava delêl kembera me kawî ne
Şlwerê delêl qelemî ne
Sola delêl kizbaxî ne
Li serê delêl şareke rewês ne
Navçe bisurme bi çil keçikên milan reşiya xwe badayî
Di bin demiyan re simbêlê delêl sor û sinîn e
Qûrmê simbêlan li henarê rûya badayê ne
Simbêlên delêl bi hineya ruhaya şewitî zerî ne
Hedbênê delêl gîrgîn e simkodîn e
Beridilka singa hedbênê delal
Bi gulik e bi biskûl e bi rîşî ne
Çêlikê deşta sirûce honayî ne
Zîn û zengiyê hedbênê delêl cûcî ne
Gem û liwanê hedbênê delêl zîvî ne
Rima delêl amedî ye
Şûr û mertalê delêl kasemisirî ne
Serê rima delêl bi du guliyê min xemilandî ne
 Lo lo dela delaliyê dilê min lo delal

لا يتوفر وصف للصورة.



تم عمل هذا الموقع بواسطة