Van roja fêsbûk ji min hezdike
Sipas fêsbûk ji bo vegerandina helbesta min
ya ji bo serkeftina refrendomê
Sipasnameyek bo serokê tekoşer
Mesûd Barzanî û pêşmergeyên qehreman
Bi dil û coş serokê min
Silavan j'te re rê dikin
Dilxweşiya te dixwazin
Serkeftinê pîroz dikin
çiyayên kurdistanê tev
Bi navê te va bang dikin
Stêrkên geş li ezmana
Navê pêşmerge li xwe dikin
Vane dayikên şehîdan
Bi vîna te xwe tund dikin
Ciwan û pîr û kalên me
Bi navê te dil geş dikin
Silavên germ serok Mesûd
Bi coş ji te re rêdikin
Te sozek dabû gelê xwe
Va soza xwe win bi cî dikin
Îro dîlan û şahî ye
Serkeftin a giştpirsî ye
Îro jiyan û xweşî ye
Serxwebûn e ,azadî ye
Silavên germ serokê min
Ji dil û can em l’te dikin
Bi dilxweşî û dilgeşî
Sipasiyên xwe rêdikin