Siyabend û Xecê
(Xeleka 2)
pênûsa nû hijmar 75
Luqman Silêman
Ez dil nahêlim vê kazibê wî ji xew
rakim hîn zaroke, bila ji xwe re têr
raze, madem soz ji min re daye ku
werê arî min bila li çelek dana
taştêya min bînê werê.!
Jin apa Siyabend ji mêre xwe re got:
xema nexwe ez ê wî şiyar bikim û
taştêya te ji tere bişînim.
Wê roja ku apê Siyabend ga ji cem
axê anîbûn, Siyabned bi kaba dilîst û
kabek wî di esra ber êvarî de jê çûbû,
esra tengbû nema dikarî wê rojê
kaba xwe vegerînê, ji zaroka re got:
bila li min û we bibê sibeh ez ji were
zanim? ez Gurî û hûn kabek min ji
min bibin, dêmek hûn nema ti
hesaba ji min dikin..?
Li nava gund ji Siyabend re di gotin
Gurî.
Gurî berê xwe da malê aqilê serê
Gurî hilat û dihat xew bi çavê miriyê
cebana ket wê şevê bi çavê Gurî ne
ket, ji xwe re dibêjê mala min li
mîratê gera, ez ê çawe çêkim kabek
min ji min çû?
Wê şevê xew bi çavê Siyabend neket,
lingel wî li hewşê bû yek li hundir bû,
etlayî bi ava mezin ketiye bi wî evdê
Xwedê neketiye, nizanê wê kengî roj
lê derkevê da kaba xwe vegerînê li
darê dinê ew wisa ji xwe re dibêjê?
wê ji hewşê herê ser cihê xwe, xwe
dirêj bikê wê kaba wî were bîra wî,
wê carekdî ji nav nivîna bide xwe
hedara wî nayê wê carekdî vegerê
hewşê li roj hilat binêrê ka wê kengî
roj hilê, lê hîn tariye ti pêjna hatina
rojê nayê, wê cardî vegerê ser cihê
xwe.. kufe kufa wiye, wek marê jehir
xwarî lê hatiye hedar û seqara wî
neyê.. xwe li ser cihê xwe dirêj dikê
tebata wî nayê.
wek xwê di laşêwîde bê, wê carekdî
bidê xwe ji xênî derkevê hewşê, ji wî
weye kabê ev çiqasê wiye ew ji
hewşê çûyî lê piştî ku tê hewşê hîn
diniya tariye diçê ber deriyê hewşê
derî vedikê li kolanê gund dinêrê,
kolanin kerrin, wek kerahiya
guristanê ye carekdî Gurî bi şûnde
vedigerê di çê li ser qeta merşika
xwe dirêj dikê... lingê wî, wê şevê ne
ketiye bin wîde. Beriya ku fecira
xwedê lêxe Gurî nû bi xew ve çû, ji
lewma ew ma di xew de şiyar nebû...
Jin apa wî jî xwe ji bîrkiriye deyîn lê
nekir, ji wê weye ku ew rabûye bi
apê xwe ve çûye.
Roj hate çêlek dana carkî jin apa wî
çû xênî dî va hîn Gurî di xew deye, li
ber wî sekinî lingê xwe li binê lingê
wîda, jêre got:
pişta wî girêda ye. li kundirê xar û
kaban nerî li ber wan rûnişt destê
xwe avê te wan, ji orta dîwêr û
kewarê derxistin li ber xwe danîn, xar
û kabên xwe hijmartin, kabek jê
kême keserek dirêj kişand hate bîra
wî ku do zaroka kabek jê biriye, ji xwe
re got: ne xeme ez Gurî û zarokên
gund kabekî ji min bi bin Xwedê
mezine..
Gurî kuhnebûye di lîstikê de, lîstik van
lingê xwe li lingê wî naxin.. Gurî kesî
di ser xwe re nabînê pihlewane... Xar
û kab di destê Gurî de dilîzin, lê cira
wî pir ne xweşe di lîstikê de, ji lewma
zarokên gund hefza xwe jê dikin, lê
nikarin bêyî wî jî bi lîzin, ne wêrin
dizanin ku ew bê Gurî bilîzin, wê Gurî
fermana wa bîne, wê kolanên gund li
wa bi herimînê nehêlê yek ji wan
herê wan newalan yan herê wan
qelaçan, wê Gurî rihê wan bistînê, ji
lewra bi qasî ku ji wî di tirsin ji
melkemotê mirinê na tirsin, Gurî
çavên wan şikan diye?
Jin apa wî satilek nîsk û pêçekek nanê
sêlê anî xiste destê wî jê re got:
dehere bi be ji apê xwe re niha çavê
wî li rêya teye lawoo.
Gurî taştêya apê xwe bir
Gurî kundirê xar û kaba danîn cihê
wan, rahişte xwarina apê xwe ji mal
derket wê herê arî apê xwe, lê dema
ku ew ji hewşê derket dî va zarok wê
bi xar û kaban dilîzin...
Gurî apê xwe ji bîrakir, cot ji bîrakir, ji
kaba wî pêve tiştek di bîra wîde
nema. xwarina apê xwe danî wê rastê
vegera mal kondirê kaba ji nav bera
dîwêr û kuwarê derxist, berê xwe da
nav zarokan. qaqilê serê Gurî hiltê û
dihat, Gurî dakete meydana lîstikê, ji
zarokan re got: va ez hatim ka rê ji
min re berdin mane do we kabek ji
min biriye û deqê wî li vî alî li wî alî li
yê zarokan Mîr û kerr cote cot tê, ji
eşqa bû qebe qeba dengê wî bi ser
gund dikevê, kabê wî cote cot kerr û
Mîr tê ew e ji eşqa na firê.
Gurî soza ku ji apê xwe re dabû ji bîr
kir, cot ga xwarin axa hemî li pişt xwe
hiştin û bi zarokan ket.. amo jina wî
çepelê heram ti hîn di xewdeyî û apê
te li ber cot ji nêza mir, ma tê wiha
arî apê xwe bikê de rabe taştêya apê
xwe bi be jêre niha çavê wî li rêya
teye.?
Ew nizanê ku şevê dî, şev li Gurî
geraye, şev li Gurî bûye sal xew bi
çavê wî ne ketiye, lingek wî li
hewşêbû yek li hundir bû ji şevê
dîve ew ehda li zarokên gundiya di
xwe, çawe xew bi çavê miriye
goristana ketiye wisa bi çavê Gurî
ketiye.
Gurî serê xwe rakir di ser xwe re li
jinama xwe meyzand jêre got: ha jin
apê qey rojê hilat, ka apê min kanî,
qey çûye cot?
Jin apa wî jêre got: çepelê pîs roj
hatiye golik dana ma çima ez ji tere
di bêjim rabe taştêya apê xwe bibe, ti
ji min re di bêjê ma rojê hilatiye,
derabe beriya ku ez vî darî li te bi
şkînim?
Gurî patika xwe xwerand, xwe
quliban vî alî, aliyê dî leşê wî siste
xew lê çûye, çavê wî li xewin hişê wî
ne li serê wiye. Gurî wek ser xweşa
ye.. kenikê xwe xwerandin destê xwe
li qetê kirasê xwe gerand.. kiras kete
ber destê wî, bi lez û bez kiras bi ser
xwe de anî... Kirasê wî bi xwe weka
tertekî ji van tertê binê govê
dewaran lê hatiye, çar demê salê ew
kiras lêye... Hina ji gundiya digot salê
carekî kirasê Gurî tê şiştin hinê dî
digotin na bavo ji ku salê carekî tê
şiştin, Xwedê wekala ji roja ku kiras
bi ser wî de bûye hîn kirês av
nedîtiye, hinê dî digotin na wele her
du salan carekî tê şiştin...
Gurî bûna wî ne wek ya xelkê ye…?Ya
xelkê ta bi cênîkê ye, ya vî mal mîratê
Gurî ta bi rayê qolincê ye, û yek
heban xwe berdaye derzika piştê
rayê qolincê.. kumekî qîrî di serê wî
deye, tengek ji va tengê dolabê li
pişta wî girêda ye.
hat, carekî bala xwe dayê ku dengê
Gurî ji nav zarokan tê, ji xwe re got: bi
sê navê Xwedê wiyê kele Gurî hîn
taştêya apê xwe jêre ne biriye, niha
apê wî dîn bûye... vê ce ez ê çibkim,
jinik derket ji hewşê çi bi bînê ku va
Gurî satila nîskê û pêçeka nanê sêlê li
wê rastê daniye û bi xar û kaban
dilîzê, û apê wî li ber cot maye birçî?
Amo jina wî rahişte darikê ber sêlê û
berê xwe da nav zaroka çû di ser Gurî
re sekinî, bi wî darî piniha Gurî, jêre
got: çepelo pîso merdalo, ti ne hêjayî
wê xwarina ti dixwê.. pîrekin çi tişta
hate ber devê wê ji Gurî re got, nifir li
Gurî kirin jêre got:
Li min ketibê qirara qesem bi sê navê
Xwedê ti neçê bi apê xwe ve ez ê vê
sibihê nan û ava te qut bikim ji darê
dinê, lawo apê te ji nêza mir ti hatî bi
kab û xaran dilîzê.. lawo ma bêvila te
na şewitê, kuro ma ev çiqa Xwedê ti
pîs kirî, ma qey pîsîtî bûye nesîbê te,
ma ti xwe nabînê mane weka kûçikê
derzî dayî li te hatiye.. kuro mane te ji
apê xwe re got: here cem axê ez ê arî
te bikim, kuro mane te ew kire vê
belayê û te pişta xwedayê, derabe
here pêve..?
lê weleh wê lingê te ji gund bi birê,
dev ji karê xar û kaban ber de...
Gurî got: de bese bese va ez ê herim û
rahişte kondirê kab û xaran da destê
ji apa xwe û rahişt elba şorbê û
pêçeka nanê sêlê û berê xwe da cotê
apê xwe.. lê lingek wî li pêşe û yek li
paşe, her çend gavan diçê li pişt xwe
li zarokan di meyzênê... Kezeba wî li
ser lîstikê di şewite agir ketiye hinavê
wî de, çawe zarok wê bi kab û xaran
bilîzin û Gurî ne dinav wan de. Ev
cara pêşiye ku zarok bê Gurî xar û
kaban dilîzin...
Gurî di meşê lê ehda li apê xwe û jin
apa xwe dixwê, çend gavan tavêjê di
sekinê lingê wî li peywî nameşin bi
şûn xwe de li wan di meyzênê, xebera
ji xwe re, ji axê re, ji apê xwe re, ji jin
apa xwere, ji zarokan re didê, kufe
kufa wiye lê newêrê ne çêjî..
Bi wî halî Gurî çû ta ku zarok nema
jêve xuyakirin kete newalekî ji
Xwedê pêve ne xuya ye, Gurî sekinî li
dora xwe meyzan kes nîn e, newalek
kerre tibî pêjin ji wan dera nayê. Gurî
ji xwe re got: tew li min li min felekê,
roja feleka malik şewitî, ez hiştim
sêwî xistim ber destê ap û amo jinê,
hizreta min ew e, ku ez têr bi xwim
nanê şikeva û şorba nîskê.
(Dûmahiyek heye)