* Helbestek bo zarokan:
Rovî û dîk
*Rovî:
Ez rovîme ... rovîme
Ajalim xweş kovîme
Xweş xeberê nû hene
Ez mizgîn û hêvîme.
*Dîk:
Zimanê te dirêje
Daristan tev dibêje
Bawerî bi te nayê
Kes ne dîn û ne gêje.
*Rovî:
Nûçeyek pir xweş heye
Hayê we jê tuneye
Gelî dost û hevalan
Dilşadî ji bo meye.
*Dîk:
Ka bêje rovî bêje
Ka gotina bavêje
Fen û fûtê te prrin
Destê te pirr dirêje.
*Rovî:
Em hemû bûne bira
Mizgînî bo me teva
Rêkeftina ajalan
Destûre li ser sera.
*Dîk:
Ez ticar ne bawerim
Min bihêle ez herim
Xap û çivê te kufşin
Ez ne yê ceng û şerim.
*Rovî:
Na birako tu şaşî
Rêkeftin gelkî başî
Wê aramî peydabe
şer û pevçûn nebaşî.
*Dîk:
Biskê befrê diweşin
Ka em pevre bimeşin
Lê, ezê ban segakim
Gotinên wan pir xweşin.
Rovî:*
Na birako çima lo?!
Wan bihêle îro lo
îro kêf û şahiye
Ezbenî ma ne wilo.
*Dîk:
Na bi xwedê bila bên
Rewanbêjin bi zimên
Dema rovî rastî dît
Toz bilindkir bû tirên.
DAWî:
Bû rewrewa kûçikan
Rê li pêşiyê neman
Dema dîkê reben dît
Rovî giha ser çiyan.
DAWî:
Dema rovî deng bihîst
Gav dikirin deh û bîst
Toz û dûman bilind bû
Terya xwar li pê dilîst.
…………………………...
mesûd dawid- Hewlêr