1 قراءة دقيقة
28 Sep
rojava


rojava

em bendewarê
Vegera Girnijîna xewnane !!
Xewn ...bê kenin di xewnên me de,
Sariya giyanên me şev sarin
Û roj tevî xirecira xwe ...bê dengin !!
Gelo tu dizanî ?
Çêja xwînê
Çêja lêvan ji ser lêvê min biriye
Û çehreyên evîna xwe nema ji nava
Çehreyan derdixînim
Rewrewkin li ber çavê min û hemtane
Şînîne ...bê hêvîne ...ziwa û melûlin !!
Her ku hewil didim te di bîra xwede bînim
Vediciniqim li ber dengê teqînan .
Di rûyê heyvê de li girnijîna te digerim
Sorbûna xwînê li ser rûyê heyvê
Li rûyê min dide
Û laşên bê serî li ber çavê min vedilerizin
Direvim ber bi bîranînên min û te bihev re
Li hêviya awazên eşqa te guhdar bikim
Dîsa li ser dengê dilê te xew bikim
Û ji himhima reşkên şevê pêve
Qijîna qijakan pêve nabihîsim !!
Em bendewarê
vegera girnijîna xewnane ...rojava !
û di bendewariyê de hîna jî
ferhadên eşqa te ,,, di hilweşîna
çiyayên zorê de
destanên derwêşan bi xxwînê dinivîsînin
em bendewarên girnijîna girnijîna tene rojava

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏جلوس‏‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة