Roj bi gul û evîn
Her gava ku ez dixwazim
helbestekê bihûnînim
tu di nava peyvên wê de
radiwestî xwe dilivînî..!
Sîbera te bi lez cihê xwe digre û
Bi awirên tije heza, tu Li min dimeyzênî
Rê li min digrî, hêzê ji pênûsa min
Bi carekê tu distînî !
Hest û ramanan lihevdixî
Peyvan ji helbesta min dibî
Min jar û dîl dikî û bi kotekî
Tu min li paş vedgerînî..!
Da timî ez bi bîranînên te re
Mijûl bibim û herdemê
Tu min bi xwe re bibînî..!
Êdî bese ! ka bêje delal
Çawa ezê te jibîrbikim
Çawa ezê ji te aza bibim
Çawa tê min ji keleha dilê xwe bidûrxînî !