Roj baş Efrîn
Efrîna min !
Êşa dilê Gelê min
Azariya bê dûmahî
Birîna bê derman
Ezê çawa êdî
çol û çolistanên te tewaf bikim !
Darên zeytûnan bi dilxweşî pîroz bikim !
Bi civînim
Bi dilvekim!
Spîda te , ku Îro ji dumanê reş bûye
û bi hêstirên dayikan şil bûye
Çawa ezê hembêz bikim !
Ezê Çawa li kolanên te bigerim û hestên evîna te di girnijên henasên xwe de nîgar bikim !
Efrîna minî birîndar
avsaneya dîrokê
Strana gelê bindest
Êşa pir dijwar
Bûka Welatê min
Îro winday e! Windaye
Di nav destê gurên har de
Berxwe dide , dinal e..dinal e
kurdno rabin bihevre
Bûka xwe aza bikin
Hêstirên dayikan ziwa bikin
Pelên darê zeytûnan geşbikin
Bese êdî! Efrîn
Ji destê dijminê sitemkar Rizgar bikin!
Rizkar bikin!
Rizgar bikin!