1 قراءة دقيقة
28 Sep
Rewşenbîr di civakê de


Rewşenbîr di civakê de

Bê guman rewşenbîr jî mîna her mirovekî di nava civakekê de jiyan dike, û ji wê civakê bawerî , nirx, û rewiştên xwe werdigire ,lê belê ji ber ku ew kesayeteke ne ji rêzê ye , xwedan zanîn ,zanist , ezmûn û têgihiştiye , lewra her tiştî di bêjinga xwe ya rewşenbîrtiyê re derbas dike , li himber kêmanî, şaştî, diyardeyên ku zerarê dighîne civakê radiweste û bîr û baweriyên ku dê civakê sererast bikin û li pêşxînin pêşkêşî civaka xwe dike . rewşenbîr mijûldibe , dişopîne çavdêriya civakê dike û başî û ne başiyan êş û derdê civakê dizane û çareseriyan datîne ,lewra herdem civak bi nerîneke balkêş û bi rêzdarî li rewşenbîr dinere , her weha di tengavî û pirsgirêkan de wî weke lêveger û hêvî dibîne .
Rewşenbîrtî nirxeke mirovahî pir giranbuhaye, ji rêze zanist , nirx ,bawerî û rewişt , ezmûn û perwerdekirnê avadibe , rewşenbîr kesayeteke dil nizim , hezker , têgihiştî û xwedan helwesteke taybete , li gorî berjewendiyên civakê tevdigere û helwestên di xizmeta başî , pêşketin ,xwişkbûn ,hezkirin û rastiyê de nîşan dide .
Di civakê de rewşenbîr dikare roleke pir mezin bilîze û ji xwe rewşenbîrên resen di dîrokê de rola xwe lîstine û dilîzin . tu carî kesên ji rêzê an jî nezanan şaristanî û pêşketin û guhertinên erênî ji civakan re ne anîne , lê belê herdem rewşenbîran bi van rolan rabûne , çimkî ji erkê wane û ewin yên dikarin guhertinan bikin û pêşketinan pêk bînin ..
Rewşenbîr bê tebate dipirse , dixwîne , lêkolînan dike û herdem armanca wî xizmita civaka wîye , lêgerê rastî û heqîqetê ye , ne lêgerê deskeftî ,xelat û maldarî û bazerganiya fikriye , rewşenbîr ji civakê re weke rojê ji jiyanê re ye ,çawa ku jiyan bêyî rokê nabe, her weha civak jî bê rewşenbîşr nabe , civaka bê rewşenbîr ,civakeke lawaz ,paşketî ,û di winda bûnê de ye , li ber çi bayê sivik be wê bihilwişe , her weha rewşenbîrê bê civak jî gelampereke û li ber bayê her li ba dibe ber bi wendahiyê de .

. rewşenbîr parêzvanê civaka xwe ye li himber çi fikir û ramanên ku civakê lawaz dike , xeradike ,nexweş dike disekine û çareseriyan datîne , herdem dinava civakê de ye bi riya semîner , nedwe , û şevbuhêrkan ,her weha gotar , berhemên fikrî ûwêjeyî pirsan û fikaran , her weha mijûlbûn û avakirinê di mejiyê civakê de çêdike , li dûrî berjewendiyên kesayetî piştgiriya wekhevî ,azadî û demoqrasiyê di civakê de dike û raste rast bê teredud li himber çi tehdîdên li ser civakê derdikeve .

Bê guman dema em basa rewşenbîran û rola wan dikin , pêwiste em zelal bikin ku em basa çi rewşenbîran dikin ,çimkî rewşenbîr jî li ser gelek beşan an cûreyan parve dibin , hin ji wan civakê û berjewendiyên civakê dixin xizmeta berjewendiyên xwe de û hin jî xwe dixin xizmeta civakê û berjewendiyên civakê de û em basa beşê duyemîn dikin
.lewra ji herdemê bêtir îro civaka kurdî hewcdarî rewşenbîrên xwe yên resenin ne hewcdarî gelamperanin ,her weha rewşenbîr jî hewcdarî civaka xwe ye ku li rewşenbîr û rewşenbîrtiyê xwedî derkeve .

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏
تم عمل هذا الموقع بواسطة