1 قراءة دقيقة
11 Mar
??… Qamişlo te çi dîtî


??… Qamişlo te çi dîtî

Bi çi gulê
Pîroz bikim cejna te
, Bi çi dilî
Himbêz bikim bejna te

Îro xanim
Tu bûka newrozê ye
Li dor te kêferate
....Şîhîniya dozê ye

* * *

Birîna min bişkiviye
xewnên te jê dane der
Îro xanim seranser
, Xêlî bi halan û qîrîn
, Tiştê ji hawîr di firin
, Ne çivîkin

.. Pîjin

!!.….gule û tîrin

* * *

Evîndar bûm ji mêj ve
Ji dema ku xunceyan
Sirûda baranê xwendin
Ji dema ku şebnemê
Rondika min
Li ser dêma te jibîrkir
… Û hîna tu piçûk bû
Hîna nû peyv
Li dor te di bişkivîn
nû hengeyên pelendar
.. Li kulîlkên arezûyê di hingivîn

Min di xwest
Li nav darên şenge biyan
ez li şêjna te rûnim
Raserî kanya miradan
Birînên xwe vepûnim
Ji bêhna pûng û rîhanê
…  Helbestekê bi hûnim

: Lê min di got
.... .Belkî tenê areziwe

!. .Hîna ziwe
Hîna raman têz nebûne
Tilî bihêz nebûne...
Û wisa di gelcê de
Min bêdengî di bijart
Di nav diruşmên kedî de
Mebseta xwe vedişart
Heta ku qêrîna te hilçenandim
Li zaxor û navbiran di gerandim
Gund û bajarokên min
Li serxet û binxetan raprandin
Bend û sînor di bûrandin
Bi halanî
Navê te di hecandin
?!.....  Qamişlo te çi dîtî

• * * * *
peyrewî şewata rêweng
Ber bi bêhna dozê de

Te jî hûçkên xwe bi xwînê rengîn kirin
Kirin al
Xeftanê te li ba dibe
Bi kaniyên mişextî re
dibî heval
Xweşxewanê dikişînî
Ha wer delaaaaaal
…  ha wer delaaal

Ev toza ji wê ve tê
Ne pezê koçeraye hatiye çêrê
Ne kerwanê peyên berpirsiyaran e
Girtiye rê
Ne refên qijakane
Danîne li wê derê
!!… Belkî
Cemawerê tîmên werzeşiyêne
Lê ji dirv û simbolên wan xuyane
Ne mizgîna xweşiyê ne

!!... Belkî
!.. Bazirganên xwînê ne
... Belkî
!!… Lavekarên kînê ne
… Û belkî
!!… Ardiwê şewatêne

* * *
Ling li navtenga celdeyan di hejin
Siwar
Dînemêrin lewçekîne
Û celde ditertilin
Şax û bejin di xiln
Dest pir dibin
… Û dêm têne guhertin

……………………………..
Zigurdên te di ferfitin
Ji nav pencên bêzariyê xwe zer dikin
... Di bezin
Ziman bi qozik û gezin
Endîşeyan di revînin
Arîşenan vedijînin
Ji kişwara bobelatê
Derketine kêferatê
Xem û xewnên xwe dêrane
… Kevirê ber dil hêrane

* * *

... Li alîkî
Top û teng amadene
Li alyê din
Şilfên kêrên sêwlekan
Bi tîrêjên sibê re di çirisin
Terîş û al
Di bin mertal
lîlandina zeriyan
û Silogan
di ser laşên germişî re
keskesorê dikin sîwan

* * *
!!… Ha wa hatin
Wek cirîdvanê berbûkan
Bi lewz û hoqboq û hayhay
Ha wa hatin
Wek siwarên dagîrkerên cengên berê
Guhan û goşî û leman
Didin bin pê û siman
Bû xurîna "reşaşan"
Termên xortan
Weke şitlên rîhanê li bala rê
Li evînê mikurtên
Li birisîna veşartî

Ha wa hatin
Nijindarê kujtarêne
. Bobelatê pîroz dikin

………………………

Rê û duryan
Bi çete û rêbiran zikzikîne
Zikreşin kulibîne
Li ser bêhna xwîna min kewijîne
Dîsa mîna demên berê
Kurtêlxwerên li nav êlan
Dawdêlan diçikçikînin
Li sînorên gundên xwele
Li goşeyên tarên ewle
Li dor mal û mewdanê min
qulûz qulûz di qelizin
.... keda jaran didizin

* * *

Piştî xurîn û teqînê
sawîr hişyar dikirin
mizgîn tarûmar kirin
pêwist bû kevok bifirin
lê min bihîst
di nav pencên qertelande di mirin
min dît pisîkên mûdî
ji nav merxên kujtarê
nêçîra xwe dibirin
... dûra...dûra
pirçika xwe talastin
sinbêlên xwe badidan
bê xem û guman
Min dît reşin di reşê de dibûrîn
çend soz ji xwe re dizîbûn
û şalikên Mûsilî
ne hinkûfî laşên wanî çarqorzîbûn
Ala welat
li bejna wan ne dihat
Girêza wan
bi girara pêjandî re
dibû hewdel
li ber rivîna şewatê
bûne çalak û degel
hemî gewşek û gendel

* * *

Lehiya çilê vê salê
nameya kêferatê bû
min zanîbû bixwenda
Germa sibat û adarê
"mizgîna" bobelatê bû
... min zanî bû vexwenda
min zanîbû bayê başûr
Vajî viyana zordaran
hêviyan vedijîne
min zanîbû
gulvedana dêmên yarê
kîndaran didexisîne
lê bê xatir
bê oxir
me rêwengî di bijart
me dilpakiya xwe dispart
mehderiya bedkaran...
belkî setembariya me
belkî mafdariya me
ne dihişt em bawer bikin
?.. ku ev çendî
şevlêger bi rewrewkê re
bazara xwîna min dikin
ku ev çendî
kîna xwe pengihandine
"kepûl mepûl"
dinav qolincên me de çikilandine

* * *

çendê caran min gotibû
Tu Bazên xwe di mijê de bernede
kevoka xwe
di ezmanê biyan de ne firîne
.. nameya te nagihîne

* * *

zozan li deştê dîq dike
heçheçîkan...
bihar anîne kabokê
û legleg xapandine
heyva me hate girtin
û dûvsitêr ne hatin xwar
perwaneya xwe sotandin
… Ti mizgîn nebûn diyar

li pêşwazî darbestên evîndaran
çingeçinga naqosê venedaye
û bangeha mizgeftê
bêdengî li xwe pêçaye
qêrîn rûte
hawar kûte
qedexene
… lav û lavêj û bêlûte
hinek hatin
xaç ji xwe re kirin mertal
.. û hinek çûn
kumê sipî yê tentene
di ser xwere kirin sîwan
û hinan bi gevezî
zixtên"rexnê" peyda kirin
xavika min pê dax didan
... tenê tiliyin perwer
kezebên şewitandî
bi serê pênûsên azad vekirin
. kirin halan
tenê girdikên zigurdan
li himberî gayê hêçî paçikxwer
kurdayetî
mîna alek sor hildidan
me bitenê birîna xwe dipêçand
me bitenê kevoka te xemdêra min
... di vî dilê bengîn de dihêwirand

Xema ne xwe
û rêbazê bi bijêre
nav û rengên te diyarin
veneşêre
... xewn û niyazan bi dêre
dizanim tu
welatekî lave dikî
welatekî
di gêra pelê tirî de
... axpînekê
ku têra fîxanê bike
têra dîlanê bike
têra reva leylanê
têra firîna perwanê
.... têra
çivanekên bejna dîlbera min bike
axpînekê
!!... têra dînbûna min bike

* * *

Li vêderê
liba genimî pêşî
li ser destê min zîl dabû
û bavê min
pîşmendê alavê cot bû
ev beriya Mêrdînê
xet bi xet wî di xepart
li hewînga nisêbînê
zevî û medrebên birinc
ji kaniya "Reş û sipî" av didan
gurz û goşî
û guhanên mêşinî
li destên dayika min di baniyan
rîs û teşî
bi destê nazidaran dirêsiyan

... Nêçîrvan bûm
ji sîpanê xelatê
ta bi çiyayê Kizwanan
Qaz û qumrî di firiyan
min li pey xifşên xezalan
... şêt û şeyda dikudand

... Li vê derê
damarên qadê qor bi qor
Ji Şexna ta Waşûkanî
Li pêjna min mikur tên
Tenûra himhimandî bûm li Orkêş
kerwan li ber rivîna min
di hêwirîn

wisa qada Sobarto
Ji çûn û hatina min repin dibû
di navbera "Apûm" û Qamişlo de
min zevî bi xwîna xwe diparastin
û simbilan
simbêlên min talastin

* * *

De rabe….
bîranînan tomar bike
Sînorê qada dînan diyar bike
Dema Ceqceq xembar dibe

Horbehorba "Ebû dayis"
hêlehêla "Heygazo"
Û çîr û fortên "dilo"
. sirûda bêparûnê saz dikin

De rabe tomar bike
Sîmfoniya dostaniyê bijenîne.
Derdoran bi nijinîne
Çendî dûr bin
Asoyên mizgîn vedayî
Rade te na westînê
Çendî kûrbin
Tîrên bi jehrê sûkirî
Canê te na pejirînê
... Kerb û kînê
Berê navê te diyare
.... "Qamişloka evînê"

Avdar-2004.z

تم عمل هذا الموقع بواسطة