2 قراءة دقيقة
28 Dec
Qada rojê

Qada rojê

Sed mexabin îro jî
Qada rojê par di be
Nexas têde bi lîzin
Ber șingîna peyala

Qelenkî giran buha
Pêșkêș dibe bi merdî
Bedawa cîhanê tev
Xewna kur û mindala

Cîhan bi carek rabû
Ta em bi te șa nebin
Hêviyê me koçkirin
Li diryan û newala

Nextê te xwîne herdem
Me da ji sedê sala
Ta iro tê rijandin
Ji hêl karkir û pala

Gelî tevde bi xwînê
Kirin cobar û kanî
Kevrê hîm û zinara
Man bergorê qirala

Qelen pê qelen me da
Ta go em aza bijîn
Tirk û faris û ereb
Rê nedan bav û kala

Șûrê olî. disûnin
Li gerdena me kurda
Pêmayê pêximberin
Xwedyê xișt û gopala

Agir bikev dîrokê
Rastiyê di xapîne
Ristem û selahedîn
Hûn kirin xwedyê ala

Kuștin ne dawya mine
Daramin her șîn dibe
Kok û reha wê kûre
Xwe digșîne ji sala

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‎Warshin Amude‎‏‏، و‏‏‏لحية‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏


Bûka rojê
Çi buhiște ev welat
Warê merd û șepala
Xaka herî dewlemend
Guldana gul û lala

Xewna hemî dilsoza
Pirs û doza bi sala
Bûka agir û rojê
Kofiya Neqș û xala

Hêviya evîndara
Evîna mest û jara
Hola ceng û cirîda
Șêrîna bav û kala

Landika naz û șenga
Cê govend û seyrana
Kilîla reng û penga
Surișta hemî șala

Wargehê șaristanî
Zayîna pîroziyê
Dergeha mirovanî
Bera mîr û qerala

Qelen pê te me danî
Ta em serdarê te bin
Keske sorê ezmana
Renga bigrin ji ala

..........
.......
....
.
Warșîn

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏


Al pîroz û nîșane
Naverok Kurdistane
Ji ayindê pêk bi pêk
Hemî dîrok û mane
......
tê nasîn bi çar renga
Tev hûnaye ji penga
Ji xwîna van çelenga
Ji birûsk û vedenga
......
Her gav bi wer dozdikim
Dîsa bi wer soz dikim
Roj vegera vê salê
Li kurdanPîroz dikim

لا يتوفر وصف للصورة.


Dupêtim ez
Bike bawer ji min șêrîn
Bivê rewșê di sotim ez
Ne bêje min çima nayê
Min nabîne. .. zivistana

Dijanî tu ji ber daxan
Bi wan daxan dinalim ez
Di çavin te pir dibînim
Hemî șûn û goristana

Ne çar û bask șikestîme
Wekî bilbil du pêtim ez
Dikim fîxan û zarînê
Bûm rêwî yê moristana

Dil jarim bo te bê cî me
Nêçîrvanê bê tîrim ez
Kuștiyê bejin û bala te
Li çola û li duryana

Li rêwiyan dikim pirsê
Dîtina te dixwazim ez
Li pê sozê gorî herim
Venakșim ez ji meydana

Govenda te bikim sema
Periya dil șepalim ez
Diva șabim bi gerdenê
Di nava birc û eywana

Warșîn Amûdê
12/12/2019

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏‏‏زهرة‏، و‏‏نبات‏، و‏سماء‏‏‏، و‏‏‏سحاب‏، و‏محيط‏‏، و‏‏طبيعة‏، و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏ و‏ماء‏‏‏

تم عمل هذا الموقع بواسطة