1 قراءة دقيقة
22 Feb
Ne koçerim



‏Pir xweş e em
‏Bi kurdî binvîsin
Bi Kurdî bixwînin
‏Bi Kurdî hestên xwe
nîgar bikin

‏Ji bo we helbesta min

‏Ne koçerim ,koçberim
‏Biyanî me,digerim
‏Li kolana diçim,têm
‏Bi çav winda dinerim
‏Dixwazim min binasin
‏Mebesta xwe darêjim
‏Divê giştik bizanin
‏Çima bê war û berim
‏Guneh reben,bê xwedan
‏Sitû xwar û keserim
‏Dixwazim nav û nîşan
‏Wekî teva rê herim
‏Bi serbest û azadî
‏Wekî mirhov bi xurim
‏Bi biryar û qiralim
‏Li yasa hem guhdarim
‏Dizanim wê roj werê
‏Ji lew pêt û pêdarim
‏Bi pêşengî, pêşketin
‏Li pêla wê siwarim
‏Kurdek zana pa bilind
‏Xwedan bajar û şarim

تم عمل هذا الموقع بواسطة