1 قراءة دقيقة
04 Feb
Min çavê xwe di koçeriyê de li jiyanê vekir.

Lukman Sileman


Min çavê xwe di koçeriyê de li jiyanê vekir.
Tê bîra min dema ez di tûr de li pişta diya xwe, diya min ji ber dijmin di revî, dixwest gerdena xwe û min ji devê singoyê dijmin rizgar bike.
Dema ez di wî tûrî de min dengê dilê diya xwe dikir, çiqas diya min hêvî ji Xwedê dikirin, xûsiya wê di gewriya wê de mabû, xîze xîza singa wê bû, tevlî wisa diya min xwe radestî kolên dev bi xwîn ne dikir.
Min wê demê ne dizanî rêya diya min çiqas dirêje, dema li ser wê rêya dawî ne diyar ez li ser dengê qêrîna pêşî ya birayê min ê ku di wê newala li pêşiya me de ji diya min re çêbû ji xew şiyar bûm, û min çavên xwe li lîstikên xwe gerandin û ber çavê min neketin min zanî ku em gelekî ji welatê xwe dûrketine.
 Êvara we bi xêr

لا يتوفر وصف للصورة.



تم عمل هذا الموقع بواسطة