Mêrg xweşin bi du yaran?
Mehreb bike bide raman
Damar sist bûn ji wan derdan
Kerema te li mi nayêt
Xum û xuş çûn ji bê merdan!
Buha ye dil ku vîn bidî
Demek bi ken jînek didî
Felqê gulyan ser de berdî
Wê çaxê bilbil bib qurban!
Wê demê jîn bêt temen e
Xwendin xweşe mêrgê te ne
Ger bêt kuştin bê lomen e!
Her bêjit ku bi du yaran!
B.K.09.07.2019 serzorî