Li gundê me
Xelîl sê kurê wî hebûn.
1- Ciwan
2- Celal
3- Cemal
Xelîl her sê kurê xwe bi jin kirbûn û hersê jî ji cem çûbûn.
Di pey ku her sê kur ji cem bavê xwe çûn ne bi gelekî diya wan jî çû serdilovaniya Xwedê, ma Xelîl bi tenê. Çend sal di wê navê re çûn Xelîl nexweşket ji hersê zarokên xwe xwest ku carê jinê wan pêve herin, xwarin marina wî çêbikin, kar marê wî bikin, mala wî li hev bi din.
Roja pêşî dema ku bûka Xelîl ya mezin (jina Ciwan)çû mala wî, da ku kar marê xezûrê xwe Xelîl bikê.
Xelîl jî cerek mezin li qurcika odê danî bû, derê wî qenc asê kur bû ji bûka xwe re got: keça min te haj wî kûzî hebê? (Cer)
Ji bûka wî weye ku ew kûzî tijî zêr û perene, di bin dûvikê çavên xwe re lê, meyzand dûv re ber bi kûz çû Xelîl jêre got: keça min te haj kûz hebê, jinek vegera lê, di dilê xwe de got: dema ku xezûrê min bimrê wê ev zêr û perê di kûz de bi me bimînin?
Jinek sê çar heftiyan ji kaziba Xwedê ve di çû mala Xelîl li ber destê wî dima ta êvara di vegera mala xwe lê, ew kûzê derî girtî û Xelîl wisa hajê heye.
Jinek ma li ber destê Xelîl, guhdariyê lê dikê, wî dişû, vedişû, xwarinê jêre çê dike, mala wî paqij dikê lê, her çavê wê li kûze, ka wê kengî Xelîl bimre, da kûz ji xwe re bibe lê, Xelîl nemir.
Jinekê ji mêrê xwe Ciwan re got: bavê te namirê ez pêre westiya ka bila jin birek te here, cem bavê te lê, weleh ew kûz bû kul di dilê min de?
Ciwan ji birayê xwe re got: ev pêleke, jina min li ber bavê me bû ka bila jina yekî ji wejî here demakî ka bê Xwedê çawe dike?
Celal jêre got: bila ez ê jina xwe bişînim.
Jina Celal çû derbasî malê bû, Xelîl ji wê re jî got: keça min te haj wî kûzî hebê?
Jinekê çav li kûz kir, wê jî ji xwe re got: hebê nebê ev kûz tijî zêr û perene?
Ew jî sê çar heftiya ma lê, heroj di dora kûz re diçê û tê lê, Xelîl jêre dibêjê keça min te haj wî kûzî hebê?
Piştî sê çar heftiya jina Celal jêre got: ez westiyam ka ji bira yê xwe re bêje bila jina wî jî çendakî here cem bavê te?
Celal ji Cemal re got: keko dora te hat, bila jina te herê cem bavê me?
Roja ku jina Cemal çûyî Xelîl ji wê re jî got: keça min te haj kûz hebê?
Jina Cemal ji xwe re got: hebê nebê ev kûz tijî zêre, wê jî xwest kûz veke yan karibê destê xwe bidiyê lê, Xelîl jêre digot: keça min te haj kûz hebe?
Xelîl koça dawî kir, hersê kurê wî çûn li ber serê wî rûniştin, domekî li ser giriyan, ji hev re gotin nabe ka em rabin bavê xwe bicih bikin û tiştê di kûz de bavê me ji mere hiştî li xwe par bikin?
Birayê mezin ji wan re got: lawo ez birayê weyê mezinim, gerek hûn vî kûzî bidim min?
Yê navê got: na gerek ji min re bê rewşa te ji yan min xweştire?
Yê piçûk got: na bi Xwedê gerek hûn bidin min,ez birayê piçûkim?
Hersê bira bi he nekir.
Birayê mezin ji wan re got: em bi hev nakin, ya baş em herin ji Şêx re bêjin, bila ew rêyekî ji mere bibîne û vî malî li me par bikê?
Çûn ji melê re gotin; hal hewalê bavê me û kûzek tijî zêr û pere ev e, em hatin tu rêyekî bi dê pêşiya me û vî malî li par bike?
Keyfa Şêx tah ji wan re got: ser çava ji xwe ev karê min e?
Her sê bira jêre got: ji lewma em jî hatine cem te tu rêyekî bi dê pêiya me.
Şêx ji wan re got: de herin malê ez ê li pey we werim?
Her sê bira çûn malê, Şêx jî çû pênc şeş mitr caw anîn ji jina xwe re got: ka vî cawî li ser serê min bike şaşik?
Şêx li erdê rûnişt, û jina wî ew pênc şeş mitrê caw li serê wî pêçan. Piştî jinkê pêçana şaşikê bi dawî kir, çar dora Şêx bi qasî nîv mitrî ji serê wî zêdekir. Şêx da xwe çû li ber neynikê sekinî li şaşika xwe meyzand ji xwe re got: pir başe.
Şêx darê çû cem her sê kurê Xelîl ji wan re got: deka rajin wî kûzî hêdî li ser şaşika min valebikin, tiştê kete erdê ew para we her sêka ye û yê ma li ser şaşikê ew para min e?
Hersê bira weka mirov destê xwe bide çavê kul wisa bi hêdî rahiştin kûz, lê, gelek giran bû keyfa wa hat, rûyê wan geş bû ji xwe re gotin: wê têra me bighe me.
Çûn li ber Şêx sekinîn û kûzê giran valekirin ser şaşika wî û bihnê li pozê wan da, lê meyzandin va kûz tijî pîşiye tu nebê bavê wan di wî kûzî de derdiket?
Hersê bira ji odê revîn lê, Şêx ma di bin bihna pîsiyê ku Xelîl di kûz de dikir..