1 قراءة دقيقة
17 Jan
Li gundê me

Lukman Sileman


Li gundê me?


Çaxê terektûr nû derketin, xelkê ne dizanîn ew çiye.
Xelîl çû terektûrek ji xwe re kirî, anî gund û karê wî çêbû gerek herê bajêr çend roja bimînê.
Gundî di dorê re çûn û hatin, hina got: nêre hina got: mê ye?
Gundî mane heyîrî, her yek ji xwe re tiştekî dibêjê, jin, mêr, zarok, di dora terektûrê re diçin û tên, Celîl ji wir de hat, dî wa gundî li dora terektûrê bûne kom, Celîl jî berê xwe da koma gundiya, çû ji wan re got: xêre ev çiye?
Gundiya jêre got: em jî nizanin.
Celîl jî di dora terektûrê re çû û hat, destê xwe da tekera, di hesin mesinê wê, wî jî nasnekir ka ew çiye.
Celîl ji wan re got: hûn dixwazin nasbikin, ka mêye yan nêre?
Jêre gotin: ji xwe em dixwazin nasbikin.
Celîl ji wan re got: ka em bidin erdê û li bin zikê wê-wî binêrin ka mêre yan mê ye?
 Gundî li terektûrê bûne kom dane erdê li bin zikê wê-wî meyzanidin ka mêye yan nêre.

تم عمل هذا الموقع بواسطة