1 قراءة دقيقة
01 Oct
Li bayê bezê

Li bayê bezê
Min êvara te bi bêhina evînê
Reşand.
Bi çend gotinên ji lêvên
Rewabûyî bi ava bêrîkirnê.
Min ruwê dilbijîna dilê te
Maç kir.
Ez û demê em cengê dikin
Li ser çinîna berhemên
Dilşadiyê.
Ji bo bibin bazinek ji zêr
Di destên xemgîniya te de
Ku
Ji Despêka nasîna regezên te
Bi qeydên xemsariyê hatin
Girêdan.
Ez xwe nakim pêximberê rizgarkirina
Êş û azarên gotegotên bê dawî
Çi kevin çi nû
Li ser hebûna te
Lê belê ezê tim şorşvan bim
Li dijî demê.
Ta radestî hezkirina min te
Bibe.

Nayif çolo





تم عمل هذا الموقع بواسطة