1 قراءة دقيقة
02 Apr
ji xuşxuşê nayêm xwarê


ji xuşxuşê nayêm xwarê ...

Tê gotin ku kesekî derewîn hebû ,  Şivanê gundekî bû Jêre digotin ( Hemo) kesekî ji Gund Bawerî bi gotinên wî netanîn , Rojekê ji rojan ( Hemo ) li çolê bû li ber keriyê pezê xwe bû , ji nişkê ve rabû ser xwe û hawar kire gundiya ….

- Hawara hewara gundîno hewara wernin bi min ve rivdîk gur va Êrîşî keryê pez dikî…

- Hawara hawara gundîno...

- Gundî tev bi hawara hemo ve çûn yê rahişte doqmaqê daran … yê rahiştî kêran …yê rahiştî bista û demança …

Yê rahiştî keviran  

- Piştî gihane cem ( Hemo ) tiştek ne dîtin û ti Gur jî ne dîtin ..

Jêre gotin : ( Hemo) pa kanî rivdiyê ji sed guran  lawo! 

got : dibe ku revî bin û çûbin ..

Jêre gotin : ( Hemo ) sed gur bûn ...

- go dibe kû ( 80 ) ê gur bin

- ( Hemo ) 80 ê gur… 

na belkî (60) gur bin…

- ( Hemo ) (60) bûn …

 na belkî (40) gur bin ...

Her gotnê û her ( Hemo ) di hate xwar ta giha gurekî tekane!!

Gundiya jêre got :

 ( Hemo ) gurek bû?!!

Rabû ( hemo ) ji wan re got : heme bixwedê mi dengê xuşxuşekê kir û ez

 ( ji xuşxuşê nehatim xwarê )...







تم عمل هذا الموقع بواسطة