1 قراءة دقيقة
06 Aug
Ji dest min...çû

Nayif Çolo


Ji dest min...çû

Ji dest min çû
Nivîskara gotinên şevê.
Ku germ û gurîkirina Hestên min
Li ser rûpelên geşbîniyê dinivîsand.
Dibû hogirê demê
Bi hev re li kolanên hedanê
Seyran dikirin.
Û ez vedixwendim
Şahiya kenê xwe
Bi nav.
Bi çûna te re mame
Parisekê nanê dilşadiyê.
Li ber dergehên biyaniyê.
Bi tûrkê hêviyan
Dil bi dil digerim
Li geşta evîniyê bê rawestandin.
Her min vedgerîne
Fedîbûn.
Û bi ava riw mêrxasiya min dişo.
Bê çar dimînim mîna kawikekî di ezmûna jiyanê de.
Pêre pêre tê bişaftin.
Berfa xwestekên min.
Li ber roka windabûnê.
Û dibim ava jibîrkirinê.
Poşmaniyê pê avdidim.

Nayif Çolo

تم عمل هذا الموقع بواسطة