1 قراءة دقيقة
16 Mar
(Helepçe)

(Helepçe)
*Rêber Hebûn



Ser helepçe hest dinale
hiş jî dimre ber nivîsê
Roja çûyî mîna îro
qirkirin newroza me
jiyana bindestiyê
bû dûrişma jîna me
kuştin û talan û sorgûn
parçebûn ,dagîrkerî
parê gelê rûnedî
Ber sînoran komê xelkên bendewar
Bandikin qêrîn dikin
roja wan bûye êvar
Ber sîdaran jiyana xwe distirînin
Çêdikin hêvî bi hêsran
Şahiyê bin ax dikin.
Kew ligelhev dema tengasî dibînin pevdiçin
mîna kurdan hev dixwin
meyzîne şoreş û tevger
çawa têkçûn
wek dibêjin :
kurmê darê bingeha xwe ji darê ye
Narvîna kurda çîrokek
Pê felek tim mest dibe
Bilûra xemgîn di destê bê lebat de sincirî..
Dengê xwe dispêre çiyan
Dighîne laş û hinavan
Bihna sêva xapînok
Ber deriyan
Deşt û zozan û çiyan
Ber dîwarên zîndanê bîr.
va helepça careke din .
mîna êşek sermedî
berze di dil de.
Vaye hêsrên pir dirêj
Dimeşin ser riwê virmor.
Narvîna kurdî di neqşê rojhilat de
Komkûjiyek sar û gêje
Zindiye di cîhana me.
Kî wê rojek
Tola adarê hilînê..
Kî wê hêvî Ji girtîgeh de derxînê
Yekbûna hizr û giyan
wê bi zendên keç û xurtan her bimîne
Ew tenê findê şevanin , Ronahîne
 yekbûna kurdî tenê wê azadiyê bistîne .


تم عمل هذا الموقع بواسطة