1 قراءة دقيقة
04 Jul
Helbestvanim ez

Helbestvanim ez
Di dema windabûna sozan de
 Li xewnên xwe yê di tariya şevan de windabûyî digerim
Li ser kevîkên bendewariyê
Li kolanên wê parsekê dikin
Da şûnmayên xewnên xwe parsek bikim
Tevî tûrîkê xew yê dagirtî ji derd û xeman
Helbesvanek im
Bi derdê melyonan ji gelê xwe
Min doz li ser milê xwe hilgirtiye
Di dema windabûna rastiya sozan
Li welatekî windabûyî di navbera sawîr û girên dûmanê de
Welatekî diz û tewanî têde pir dibin
Li şûnmayê bê pêjniyê di rûpelên dîrokê de digirîm
Yê bi xwînê nivîsiye
Helbestek im
evîndara azadiyê
Li şûnmayê kêfxweşiyê digirîm
Di tariya şevê de
Dibe çêjkim hindik ji piyana wê
 Û dilxweş bibim bi rengê wê

 Halima Can : Kobanî  29/6/2019

 ====================

 

تم عمل هذا الموقع بواسطة