Ev çi pût û peyker in
Pêkenok û qeşmer in
Ne rêber û serok in
Bê xebat û dîrok in
Karê wan tim ezezî
Ne hêvî û ne xwezî
Gotinê kevn û rizî
Dibêjin bi deywizî
Ser pişta me bûne mîr
Sed axîn ji gayê pîr
Avêtin halet û nîr
Di welat hawar û qîr
Em ji hev xistin bi lez
Em firoştin goşt û bez
Çi bêjin kesê terez
Tije ji kîn û merez .
KEÇ Û XORT
Destên hev bigrin bernedin
Gelî keç û xortên delal
Dijî hev qet hûn şer nekin
Jiyan bibit xweş kerneval
Bijîn tev bi serfirazî
Welat bi hev re avakin
Guh nedin yên birciwazî
Wê jiyana we xirakin
Bixwînin tev zû pêşkevin
Ev welat li bendî we ye
Wekî gelan bi rêkevin
Ev buhişt welatê me ye
Keç û xortên zanîngeha
Hûn şepêla pêşerojê
Xwedî qedr û qîmet buha
Ne vegerin ji pey dozê
Pênûsê xwe vekin bi lez
Bidin xuya kêmasiye
Tazî bikin kesê terez
Bila bêjin ma ev çiye
Çavên xwe negrin ne tirsin
Bi viyanek xurt dakevin
Li maf û welat bipirsin
Da biaramî rakevin
Pişta xwe nedin keysbaz e
Tev kar bikin bi yek destî
Dijminê xwe naskin taz e
Da ku bijîn biserbestî
Hûn rê nedin olperist e
Wê rojên we bibin tarî
Nebin dostê êlperist e
Bi wan re nekin ti karî
Hûn nebin tenbel û xemsar
Bi lez dakevin meydanê
Pênûsê xwe bînin bi kar
Bi xebat û berxwedanê
Qet nebin kolê koledar
Gelî keç û xortên leheng
Dostê we bin jar û hejar
Xwîşk û bira mêrû çeleng
Ziman û çanda xwe pêşxin
Guh nedin neyar û dijmin
Mûmên azadiyê vêxin
Bizanibin hûn çi divin .
ÇÛME CEM XWEDÊ
Min çêkir kert û vîza çûm cem xwedê
Da ku bersiva pirsê min ew bidê
Derketim jor bi mûşek û teyarê
Ez çûme ezmanê jor ne bi kerê
Çend zigurdê bi top û tiving li wir
Wan bandikirin bi zirtî tu were vir
Min got :hûn kîne çi dixwazin ji min
Gotin : diparêzin xwedê ji dijmin
Heger tu dixwazî derbas bî bi lez
Dolaran bike rêz,tê herî bi bez
Çûm hizreta xwedê ez dil şikestî
Min jê dixwest da min bikî serbestî
Min danîn e ber çend gazin û gilî
Got:ev çine ji pêşiya min hilî
Min dan e te tev zêr û tac û dewlet
Min ji we re çêkir ziman bûn milet
Çi dixwazin ji min daxwaz çiye ?
Ma sedema paşketina we kiye ?
Min got:ketim nav destê turk û furis
Xwedê got : ez gelek ji wan bi tiris
Paşê saykis û pîko ser me danîn
Bi zanebûn ereb ji me re anîn
Xwedê got:ew zorin bi top û tiving
Têne ezman e bi sarox û piring
Ez jî wekî te dimînim perîşan
Xwe diparêzim hemî bûne şeytan
Ez jî nema karim ji cî derkev im
Ew rê nadin min da ku ez birev im
Min got : ew dixwazin me bikin ereb
Li dora me danîn bi lez sed celeb
Di pirtûkê xwe de em kirin behsî
Wan zû ji bin me kişand ev kursî
Got:nema karim bikim zor û ferman
Hemî bûne bê sinc û dîn û îman
Min got:xwedê em li kê bikin gazin
Em piçûkin li ber te ,tu gelek mezin
Lê mixabin tu jî wek me nekarî
Dibin dest û lingan jar û hejarî .
KEDA TE JI KÊR E
Li ber meşka dewî xweş dilorîn e
Dengê bilbilî tev kul û birîn e
Awazê nazik êşan derdixîn e
Kur ji wê dûre îro , bav li aş e
Rojekê şivan û ya din qeraş e
Her wekî tev ji paşa re belaş e
Keda salê axa tev bir ji xwe re
Mafê karê wî keftar ne got ji te re
Zarok û jin li mal ew bê pere ne
Cotkare li çolê geh melûvan e
Rojên zivistana jar û gavan e
Dema tê mal wek yekî mêvan e
Rojên şeran û xizmetê li pêş e
Doqik bi deste ji axê re kêş e
Hestiyên bê goşt tim şîva qerêş e .
RABE JI XEW
Rabe ji xew êdî bese xemsarî
Gelo raste tu tenbel û nekarî
Ger gel min ne hilgirî v barî
Em dibin linga diçin bi yekcarî
Rabe ji xew dizanim tu xweş mêrî
Egîd û mêrxas ,çeleng û dilêrî
Dil ji pole mîna piling û şêrî
Rojên cengan tîr û şûr û kêrî
Rabe ji xew ,şah û mîrek û mêrî
Nêçîrvanekî bi kevan û tîrî
Dizanim leheng û zîrek û jîrî
Xwendevan û nivîskar, rewşenbîrî
Rabe ji xew dêw ketin di vî warî
Tu kurê kawa û rustem ê zalî
Dema radibî kes bi te nikarî
Tu gelek xurtî bi hêz û dijwarî
Rabe ji xew tu rêber û rêzanî
Bese êdî tu nebe bar giranî
Xwedî welat û mafî ne mêvanî
Qet xaka xwe bernede bi hesanî
Rabe ji xew besin dek û fenbazî
Milet îro maye birçî û tazî
Te çi anî serê vî belengazî
Ber dergeha dike hewar û gazî .