1 قراءة دقيقة
13 Apr
Hîvî yêt min bû miletê kurd

Vian AlNajar


Hîvî yêt min bû miletê kurd

 Kurdina Rabin ser xû
 Mesûd Barzani bikin rêberê xû

 destêt xû, bidin êyk dû
 fikrin dorû berêt xû

 Bi çavêt vekirî bibînin telhêt xû
 Bes bibin dijminêt êyk û dû

 Xera kanî û rubarêt xû
 Bes bidin çiran û dijminêt xû

 Kurdîna we çi kiriye bû paş roja xû
 hinda nekin bi dest û xebata xû

 Rabin kanî û Rubarêt miletê xû
 Berdin ser êyk û dû bû xera miletê xû

 Da mestir û qayimtir kin qeweta xû
 Da nîşa Cihanê bidin zîrekî û bizava xû

 Bes miletê kurd bi kuşin bi destêt xû
 Bes bi nivînin û belav bikin qeweta xû

 Bes kefa dijmina û bê rehma bînin bi xû
 Sala -1991 min tiştek dît li xewna xû

 kanî û rubarêt kurda gehişti bin êk dû
 Ez şanaz bim bi serkeftina miletê xû

 Kurd rawesta bin di fikrine êyk dû
 Bi keyf û şahî piroz di kirin serkeftina xû

 Kurdistana mezin dirist bi û bi bî serbxû
 Ez hişyar bîm ji xewna xû

 Ez pişt rast bim ji kanî û rubarêt xû
 wextê bi gehin êk û dû dê gehîn armanca xû

 Em li hîviya çine? bese
 Ma em têr ne bin ji halê xû ?

 Kengî kurd dê zanin xeletî yêt xû
 Kengî kurd dê dirist û rast kin xeletêt xû

 Da bibin heval ne neyar gel êk û dû
 Kurdistana şirîn da bi kin yekgirtî û serbxû

 Dr Vian AlNajar
 20 /8 / 2015

ربما تحتوي الصورة على: ‏شخص واحد‏


تم عمل هذا الموقع بواسطة