Ez li virim
tu jî li wir î
Li bajarê xwe yî
Hîna te xwe bi narvînê baş girtiye !
Ez jî li virim
Li bajarekî biyanî me
Hîna bi narvîna xwe re diçim û têm!
Berxwe didim!
Navbera min û te
Axîn û keserin!
Deryayên firehin !
Zerya û kendavin
Û
Heyveke bi ronî
Stêrkên geş
Û
asmanekî zelal !
Belê tu li wir î
Ez jî li virim!
li biyaniyê me
her digerim û digerim!
Navbera min û te
Gulîstanên tije gul in
Navçeyên tev çav û dilin
Navbera min û te tev
laş û şûnewarên nenas in
Asoyên bê sînorin
Rûbar û bendavin
Aştî û ceng in
gelek peyvin
û
Asîmsnekî dagirtî ewr
Rastî û derew
û
Evîneke bê sînor!
Belê hevalo
Tu li wirî û
Ez jî hîna li virim
Bi narvîna xwe re digerim !
Em herdû jî evîndarin
Em herdû jî dil bi şewatin
Em herdû jî azadîxwazin!
Ji kulîlka hezdikin!
Kevokên aştiyê difirînin
Cîhanê bi azadiyê nîgar dikin
Em herdû jî li bende sipêdeke zelalin
Li bende pergîneke bê xwînin
Ji lewra tu li wir
Li asîmana dinerî
Ez jî li vir stêrkan dijmêrim!
Li bende nameyên te me
Nameyên hezkirin û serkeftinê!
Li bende nûçeyên welatim
û bûyerên ku rûdan e
Belê hevalo!
Ez li bende me
Da em welatê xwe pak bikin
Û ramanên xwe tevlîhev bikin !
da evîna me li her derî xwe vejîn e
û aştî li her warî bela bibe!