1 قراءة دقيقة
15 Jun
Ez û  vî.....temenî.


Ez û  vî.....temenî.

 Ezê çawa kenê teyî hingivîn
Bi zerika dilê xwe re
 Bikim hevalekî resen
Dilber.
Li hawîr dor girtiye
Rengê geveza keseran.
Laş û can û êş
Bi hev aryane.
Mîna lêv û peyvan
Di rajoriya hebûnê de.
Li nav civaka
Rewanbêjiya ezeziyê de.
Li hev banyan nabin
Berbanga hêrzên dilbijîna
Min.
Û xewnên arezûya hêvyên ciwanbûna dilê te.
Dibim genimê destarê
Jibîrkirinê.
Ku min dike ardê
Bîranînan.
Bê dilovaniya ji destên
 Temenê min. 

 Nayif Çolo

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص أو أكثر‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة