EZ Û DEM
Min sebeta kul û derdan vekir
Êş û azarên salên bûrî
Bi hêsrên dayikên kelû girî
Dara jiyanê pel weşandin
Di vê sala bê qudoş
Çem û cobarên me çikiyan
Çûk û çivîkên welêt
Çêlîkên xwe firandin
Ji tirsa agir û pêt
Na na keko ez natirsim
Min mêjiyê xwe veşart
Di newaleke kûr û dûr de
Min çavên xwe girtin
Ez nabînim
Ez deng nakim
Serê xwe na êşînim
Kî dimre bila bimre
Kî direve bila bireve
Kî birçî û tazî be
Ev ne kula min e
Pişt kavilên wêrankirî
Di her maleke talankirî
Çîrokek ji azaran lidare
Tevlî şîn û girî
Qelenê nezaniyê
Qelenê kîn û zikreşiyê
Çanda ez eziyê
Di laşê me de bûye jehr
Me dikuje
Me dişewitîne
Roj no roj
Hêviyên me pûç dike ......
Ahmed Tahir