1 قراءة دقيقة
20 Feb
EVDALÊ

EVDALÊ
================
Li vê tenêtiya min
Sibeha bêhiş Evdalê
Bi qîra tevê re
Bi avêjtina
Birûska hovane re
Min hişiyar dike
Û awira li şûn xwe te hişt anî bîra min
Barana hûr bariya
Bi awazekê re
Ji ezîman
Ni zanim awaza wê
Ji haşkirina dilê minre bû
Ne dilopên ava wê
Ji şiştina rondikên
Bi rûkê min de herikîn
Nizanim li ku min tu hişt
Ku li te vegerim
Evdalê
Vê cengê şûn hemû tazî kirin
Û rêkên piyên min pêk bi pêk hejmartibûn wêran kirin
Hêlîna hêvî û xewnên me herfandin
Wêneyên ramûsana min hilandibû
Li bin guliyên te
Li wê deverê
Ji me dizîn
Bi derewên demê
Evdalê
Li xwe em vegerin
Rojên beyaniyê
Hin bi hin me kal dikin
Dem derewan li me dike
Wêneyên bi dîwaran ve derewan dikin
Salnameya bi rex derî ve hilwestandî derewan dike
Katjimêr bê westan diherike derewan dike temen tevî livir em bibûrînin
Emê nikaribin rojekê ji rojên hev himêz kirina me
Li welat em vegerînin em vegerînin Evdalê

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، ‏‏لحية‏‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة