1 قراءة دقيقة
06 Apr
EVîN HER TIŞTE


EVîN HER TIŞTE

Eger evîn bibe latek
Ezê hestên xwe
bighînim guhê wê.
***
Eger evîn bibe dîrokek
Ezê gazinên xwe
kombikim li ser sînga wê.
***
Eger evîn bibe zindanek
Ezê êşên xwe
belav bikim li derdora wê.
***
Lê, mexabin,
Evîn late…
Evîn dîroke…
Evîn zindane…
Evîn her tişte.

@@@
‹Jiyan li ser evînê hatiye avakirin, lewra
evîn her tişte›.

تم عمل هذا الموقع بواسطة