Av û agir j'hev kir cuda
Ev gerdûn ji mer kir peyda
Ferman li ferîştan dida
Got:min divêt meriv j'peyda!
Her yekî kulmek anîn
Li ber destê wî dadanîn
Tev istiran kirin pêtag
Wêne wî kir hema pêda!
Got:min çêkir baştir wêne
Ger ne başbî wê bin pê ne
Bawermendî li baş rêne
Qencî ne rind j'hev kir cuda!
Giyan berda bifkir dabez
Hêz daye xwe lê wî bi lez
Got:merivim gelo va ez?
Jehrek bi dinê da ber da!
Ferîşte hatin lê bûn kom
Gotin kiye lê naye som
Tevan kirin li hevdu gom
Gotin çiye ku te ev da!
Got:bipirsin ji wî zanê?
Qey hûn hatine seyranê
Tev mat mayi man li canê
Iblîs tenê serî hilda!
Got:bela ku têt ji vî term
Pevçûn daket pir gurr û germ
Bê watene gotinê nerm
Belak bû ev dayin xweda!
Got:dipirsin lê wî ez dam
Ew xweda ye ezim xulam
Bê watene gelo kelam
Hilkişî jor xwe kir xuda!
Li teniştê dîtin melek
Çiqa zerî û çav belek
Lê bê nav ma ew jî gelek
Lê wî got:eva jî hewda!
Hemî li ber kol dikirin
Bawerî wan jê dibirin
Iblîs tenha lê red kirin
Isyan danî emrê xuda!
Bi hevre man li bihuştê
Şeytan dûr ket ji teniştê
Ew jiyîn wek du firîştê
Lê man bi tirs çi bêt nûda!
Bihuşt tev de ji wer berda ye
Xarin xweşe b'elesta ye
Ew jî dayina xuda ye
Heram li we ev dar uda!
Şeytan j'nûve hat bi hîle
Ta wan derê hew bi pîle
Wî tûj kirin li wan qîle
Wî xwest bighêje bi dûda!
Hat dergevan bû ejdi ya
Wî xwe didît weke çiya
Lê mixabin zû xapi ya
Di devre çû ket hindur da?
Çû got hewda tu nezane
Xweda li we da kenane
Tu were bixwe j'vê darê
Xapand wî zû canik hewda!
Piştî ku xar dît çi xweşe
Gote:ezdam tu bextreşe
Xweda heram kir l'me hewşe
Ew jî xapand hema d'xewda!
Tev nifiqîn bûne wek tar
Hema diçin ew bê qentar
Bê lome bê û ya sitar
Asê kirin emrê xuda!
Hatin avêtin ji bihuştê
Tar qeti ya ji lê niştê
Şer û pevçûn dane piştê
Dinya jehir meriv qewda!
Yek çû şerqê yek li xerbê
L'hev geriyan şaşbûn derbê
Kî wê bibe xudî herbê
Pêk hat ew roj doza xuda!
Piştî gerê hev didîtin
L'girê nasîn xwe bihîtin
Derew derket şûn girîtin
Turinde yan nû ji mewda!
B'hevda çit bûn li wê derê
Agir berdane bênderê
Dest pêkirin li tevgerê
Çûn û hatin bi wan şew da!
Dinya xweş kir wî bi merov
Qabîl habîl çêbûn wek hov
Hevdu kuştin çandin lê tov
Tamaşevan dîsa xweda!
Peyda kirin j'wan pêxember
Hinek zana hinek ejder
Hin jê zordar hin jî rêncber
Wî ji maste rûn û dew da!
Ên bi hiş bûn dinya xarin
Ên bê hiş man bê debarin
Zordaran tim reben xarin
Mest û gêjin aqilmen da!
Mest û hêjin ji buyeran
Ji kiryarên bê eseran
Xweda xweş kirin b'qederan
Her kes rabû nav di xweda!
Xapandin xwe bi ez ezî
Qeda bikev mala xwezî
Jiyan kirin tev merezî
Çûn û hatin tev bi kewda!
Hin ser tac bûn wî daxistin
Jê bêvac bûn pê raxistin
Serê mezin çiqas xistin
Kesî jê sûd negirt qewda!
Her yekî da wî zimanek
Her yekî jêre îmanek
Xiste navber wan gomanek
Hemû ji hev kirin cuda!
Gel ji gelan kirin cuda
Tenha em dan gelê kurda
Şêrîn kirin di cîhan da
Pir dijmin bûn çar hêlan da!
Zor û sitem barîn li me
Kurmê darê piçikîn li me
Vexewrandin qurme li me
Hevrikî par bû ji me da!
22.05.2020.Xan Mamed