di nav peyvên rêwî re
ew jî rêwî ne.
ايها المارون بين الكلمات العابرة
Evên ko hûn di nav peyvê re
rêwîne
Rahêjin navê xwe
ji vir herin
Şînbûna derya
Û qûmê hiş bi dizin.
Çi wêneyên ji were divên
Wan ji xwere bibin
Ji bo hûn nasbikin
Ko hûnê nizanibin
Bê çawa kevrek ji qada me
Ser ezmanekî digre.
Evê ko hûn di nav peyvê re tên
Şûr ji we
Û xwîn ji me
Polat û agir ji we
Goşt ji me
Dîsa Tank ji we
Kevir ji me.
Bombebarîn ji we
Baran ji me
Ezman û ba
Bi me û weye
De pehra xwe ji xwîna me bibin
Û herin.
Li semawendeke têr bireqisin
şîvê bixun
paşê herin.
Emê bixwe
Li ber kulîlkê şehîda dawestin
Emê bixwe
Wek xwe bijîn
Evên ko hûn di nav peyvê re tên
wek toza tal
hûn di kure divên
di wire herin
Lê di nav mere
wek mêş û kelmêşa
Neçin û neyên.
Em zadê xwe xwedîdikin
Bi aviya laşê xwe
Em wî avdidin.
Li vira
Ne her tişt bi dilê we ye.
Kevir …fedî
Ew li ba mene.
Ger hûn bixwazin
Rojên bûrî bibin bazara entîka.
Ger we xwest
movikê pişta qulingê
Bidin ser sênîka xezef
Û li me Vegerînin.
Li vira ….
tiştin hene ne bdilê we
paşeroj ya meye
û karê me
di xaka me de
geleke.
evên ko hûn di nav peyvê re tên
rewrewka xwe
di korteke jibîrbûy de
bikin turşî û herin.
gerdemkê demê
li xwedîbûna golika pîroz vegerînin
yan jî wê bidin
awazê devançakê.
Li vira ….
Em xwedîne
Bê dilê weye
De ji vir herin.
Em xwedîne
Lê hûn çine…
Xwîna welat di herike
Xwîna milet di herike
Ma Ev Welat tê jibîrkirin ?
Ev welat
di bîranînê de jî dimîne.
evên ko hûn di nav peyvê re tên
dema çûna we hatiye
hûn bi kude diçin
herin.
lê li nav me nemrin.
karê me besî meye.
bûrîna me jî li vire
û dengê jiyana yekem
yê meye.
îro jî
îro jî
sibe jî ji mere ne
ev gerdûna li vê derê
pêşeroj jî
ji mere ne.
de ji xaka me derkevin
ji çola me
ji derya me
ji genimê me
ji xuya me
ji birînê
ji her tiştê me derkevin
ji bîranînên bîrê
evên ko hûn di nav peyvê re tên
Ji vir derkevin.
***************************
Helbest : Mehmûd Derwîş
Wergerandin ; Dîlan Şewqî