1 قراءة دقيقة
02 Oct
? Dest bidin hev wek bira

? Dest bidin hev wek bira

Min deste dirêj kir,ji bo te bira
Te pişta xwe da min,nizanim çira
Te li pê xwe hîştim berxa dev gura
 !Ku hîro ez çûm sibê li te sira

Ku ez bûme taşte tuwî firavîn
De were bigre dest ji bo te narvîn
Volqan dikele berî ku birje xwîn
 !Em herdu li hev li cîhan bin çira

Ku em bibin yek dijminî pir qelse
Bi destê min û te wê ew bihelse
Bê şer û xwîn ji nava me biteyse
 !Berî ku sorkin ji xwîn qîlên gura

Çima?ji bo min tu nabî wek kember
Lê sed mixabin tu dibî wek xençer
?Berê gotine:"mirin lokê qemer
 !Hîro li min bû,sibê li stukura

B.K.26.12.2018

تم عمل هذا الموقع بواسطة