1 قراءة دقيقة
21 Apr
Dengvedana wê


Dengvedana wê
Li xewnên min dide !
Dengekî dilsoj e
***
Anfal bi Anfal
Kulîlkan dadiweşîne
Bihara Efrînê
***
Setimandin
Giyanekî zerbûyî
Sûcdara çibû ??
***
Hildiqopirinin
Ji sîngê welêt !!
Bajarekî nemirî !!
***
Sê sal in
Herikîne, ranewestîne
Fermêskan zeytûnî
***
Destlimêj bû !
Hate qurban kirin !!
Pîrejinek
***
Têrtijiye buhişt !!
Xweda ku ve dibe ?
Van giyanan !!
***
Yek bi yek
Bûn Anfal
Kevokên Rojava
***
Di hêlûna xwe de
Cangorî bû !
Zeytûna welatê rojê
***
Piştî jiyançûnê
Li destê dizan qurban bû
Xweşika Serê Kaniyê

***
Şevkorî
Bê desmal sêwîne !!
Kaziyên zeytûnî


تم عمل هذا الموقع بواسطة