Buhar wê bibûr e
Kurdo em di xew de
Sed kûçik dizûr e
Berê te bi kû de
Pişta hev bernedin
Qet rê nedin dijmin
Biryarê bi xwe din
Xwîşk û birayê min
Hûn guh nedin tol e
Hemî weke hevin
Ser we dibin kol e
Ji ber wan direvin
Tev destên hev bigrin
Weke dost û bira
Yan jiyan yan mirin
Xwe ne spêrin gura
Hemî bibin kaşo
Li ser pişta gokê
Tûj bin wekî tefşo
Xwîn bighêje çokê
Tev bêjin hev bira
Weke şîr û şekir
Nebêjin ev çira
Ji bo çi te ev kir
Li hev bibin xwedî
Hûn ê bi ser kevin
Ji hev nekin fedî
Da ji hev nekevin .
DIL TIJE KÎN E
Çavên te kor in
Dil tije kîn e
Ev dijmin zor in
Tu xwe nabîn e
Xwîn mij û dêw in
Qet ne mirov in
Xir û newêr in
Ew hirç û hov in
Qata me xwar in
Te negot çima
Pir em hejar in
Em bûn wek şima
Çima ditirsî ?
Tu ne mêrxasî
Li xwe napirsî
Yan ji bo kursî
Nebe cangiranî
Tu rabe bi lez
Ger tu rêzanî
Hirç ket di nav rez
Rab bi mêranî
Şêr û lehengî
Tu xew giranî
Ev heta kengî ?
Çalak û mêrî
Navê te xuya
Bi kar û kêrî
Dostê te çiya
Arkê xwe bike
Tu neke minet
Guh ned pûtik e
Wan nîn e rûmet
Welat berned e
Heval û bira
Tu nav dixwe de
Wê ker bizir e
Dest û rû pakî
Bi xwe nizanî
Biya min nakî
Mayî xizanî .
NAMA VEKIRÎ
Ez ê binivîs im eşker e
Nayêm firotin bi zêr û pere
Xwe naveşêr im di pişt tîpan
Wek siyasetmedar û rêber e
Ji xwe nakin şerm û fedî
Qet li milet nabin xwedî
Her yek xwe dibîn e mîr û serok
Di hembêza dijmin bûne kedî
Çanda we tim kîn û rikberî
Dostê we ne tolaz û serserî
Li ber dergehan bûne nandoz
Ji dijmin re dibêjin ezbenî
Keda we ya tev zîwan û gemar
Şûva me hiştin bûr û beyar
Ey nezanên ser hişk û kevir
Em xistin bin dest û lingê neyar
Milet kirin sed partî û bend
Ser pişta me bûne mîrek û qend
Me da pey wsn wek miryah û pez
Ji ber wilo kund ser welat xwend
Malbat ji hev bûne tarû mar
Ma em li kê bikin qîr û hawar
Ger ev bimînin rêber û rêzan
Em ê bimînin bê cî û war
Li cîhanê koçber û der bi der
Ji mer dibêjin qereç û penaber
Kuro we çi bi serê me kir
Yek dibêje wer ,yek dibêje her
Xwedî rêbaz ,rewşenbîr û nivîskar
Gelo hûn xwe nabînin gunehkar
Meydan hiştin ji bo hov û nezane
Rêbaz bûye dînar û dolar .
PESNÊ ŞOXEKÊ
Bi lez were ber pencerê
Min dil da te ey esmerê
Tiwî xewn û tiwî omîd
Ew rû ji mûm û fenerê
Ez heyran e dêmê gulî
Lêv hinguv û çen kakilî
Tiwî xewn û tiwî omîd
Tu delala ber vî dilî
Tu helez û tu sosin î
Bîna li ber pozê min î
Tiwî xewn û tiwî omîd
Buhişta jînê tu jin î
Bi wê taca li ser serî
Feriştî di rengê perî
Tiwî xewn û tiwî omîd
Ez helbest im tu hunerî
Şaha li ser erşê min î
Ne dirêjî ne jî kin î
Tiwî xewn û tiwî omîd
Çima wilo dil hasin î ?
Çi dibêje tu serbestî
Agir xiste di vî hestî
Tiwî xewn û tiwî omîd
Min nehêle dil şikestî
Kirim sermest di vê jînê
Were cem min bi wê zînê
Tiwî xewn û tiwî omîd
T dermanke vê birînê
Wer binêre li vî halî
Çav li girî ,dil dinalî
Tiwî xewn û tiwî omîd
Bûme kal hîn ez bîst alî
Bi incîl û bi quranê
Tiwî gula vê jiyanê
Tiwî xewn û tiwî omîd
Lêv sor û stû mircanê
Ez qurbana bejn û balê
Pir xweşike dêm bi xalê
Tiwî xewn û tiwî omîd
Tiwî roj û stûna malê .
NAVÊ YARÊ
Pir şêrîn e navê yarê
Bîna gula jê dibarê
Navê yarê gula Nesrîn
Dil ji mi bir bi yekcarê
Şalê li ser mil rengîn e
Bejn û balê dixemlîn e
Biskê dirêj pora zêrîn
Di vê holê wek wê nîn e
Dest û tilî mûm û şima
Wek kulîlka serê lema
Keniya bi lêvê şêrîn
Dil ji kêfa diçe sema
Çavxezala ebrû heyvê
Dengzelala hinguv peyvê
Her tiwî ronak û rûjîn
Ronî da di nîvê şevê
Tiwî sura serê sibê
Dilê min bi te şa dibê
Te çêkir di dil de hêlîn
Ev jiyan qet bê te nabê
Ev evîna mem û zîn e
Dor me ferişt û perî ne
Ji dar û solav solîn
Suriştek xweş û zengî e
Dengê şalûl û bilbil e
Tê bîna çîçek û gule
Ez im ferhad tiwî şêrîn
Îro eşqa can û dil e
Xwezî jiyan tim weha be
Mirov tim fil şad û şa be
Ez hez nakim dengê kiwîn
Jiyan tev vîn û sema be .