111 قراءة دقيقة
05 Jul
Buxçika  Hêviyan



Divê serdema 

giring de
Gelek kes hene 

Tu rêzê û giraniyê nadin
Rêbaza partiya xwe
Devje karê li dijî 

dijminê kurdayetiyê berda ye 

û karê diwan maye 

kevira bavêjin bira 

ku kurdayetî jê avê vedixwe
Eger te xwe firotiye

 dijmin û koletiyê jê re dikî
Hêvî darim tê dev mavêje

 kesén paqij ûqenc
Ta ku tu gendelî û qiréjiya

 xwe pê veşêre




________________

KûJERê KUŞTiYê)

li ber pencera dil
Çavên dimin
Kûjerê kuştiyê ne

Û birîna dil
Xwîn dare
Li ber pencerê
Li hêviya roniya kuştiyê

Hest û hestîyê min
Rizandin
Siloganên derewan
Di vê serdemê de
Û
Ez
Wekî niviskarekî
Bê westan
Ji bo te binûsim
Û
Birêsim helbest û delala
Ji êş û azariyên
Zeriyên
Gundê xwe

_____________________

Hertişt
Di jiyanê de
êş û jane
Her ku
Jan di jiyanê de
Bêhtir dibe
Dil
Li hinberî janê
Bi hêztir dibe
Çendî tu
Bi hêze
Di jiyan de
Mirov


________________________________________


NAMEYEK JêRE

---------------
Te barkir
Û bîranînên
xwe
li şûnxwe hiştin
Ma tu nizane
Mana wan
li şûn te
Çendî min
di êşînin
Ne roj
li min rojin
Û ne şev
li min şevin
Li şûn warê te
Jiyan bê jîn
û
perçe perçe ye
Ne heyv
lê hiltê
Û ne strêk lê xuya dibin
Tarîreşka
Li wargehê te
Bi bêdengî
li xwe dikim
Û
nerme nerma
bejna xwe
pê Ciwan
girêdidim
Li ser mêzeya êvarê
Rûdinêm
Her ku dixwazim
Ji bote binûsim
Pénûs
di destê min de
Rondika
di barî ne
Û peyvên rewa girtî
Li kevîka cihokên rondika
Di bine gul û di bişkuvin
Di paxila bêrîkirinê de
Hiltînim
Li hêviya hatina te

_________________________________

Ez baş wan kesan di nasim e wêd 

ku buhatirîn û girantirîn nerx

 li ber dilé xwe di din û buhayekî 

hindik beranber werdigirin 

kesin dilpakin û bêhişin
Hêvîdarim
Ku hûn dilovaniyê
Li wan bikin
Fitre û zika xwe
Di vê rojiyê de
Bi wandin

___________________

DERBASBE
---------------
ji nerîna pêşî de
Dergeh veke û derbasbe
Gava xwe bavê
Bi piyê rastê
Û evînê bi lêvbike
Xweştirîn û şêrintirîn
Hevoka xêzên
Pirtûka evînê be
Ciwanî û û gernijînî
Bi bejin û bala te dikeve
Derbasbe şeha hestan be
Bêdengî û matman
Ji minre ye
Û peyv û beryar ji bote ye
Derbasbe
Bi buxcika bîranînên xweve
Bi hest û diyardekî ewle û aram
Helke helka evînê ye bi dûte de
Derbasbe
Xweşî û şahî ji bote ye
Kel û û germahî dil kilandin ji minre ye
Derbasbe
Cama mestkirina dil
Bi dilre bilind bike
Éş û jana penceşê rê
Ji canê min bêdeng bike
Mirina bi dû min de
Rawestîne
Derbasbe
Nav xewnên bûne xewn
Û hêviyên weşya yîn
Serdema jiyanê ji tere ye
Û dûmahîka jiyana min li ber derge ye
Derbasbe


______________________

Gelek kes di partiyan de 

hene sergirde û berpirsén

 siyasîne temtéla wan dinere
A mirovane lé ku tu 

bi piyén wan bigire û wan

 sernexûm bike
Û bi hejîne bihejîne

 dilopek mirovatî û siyaset

 ji wan danawerive
De kawere mileto
Té çawa van kera
Di vî buhirîre derbasbike


________________________

(RABÛRiYek)

Vê bersibehê
Li ser kanîka nerîna
Li ber neynika hêviyan
Bi tilîkên gewrî boz
Porê xwe şehkir
Û
Guliyén xwe hûnand
Kirasekî
Ji rengê demê
Bi ser bejna xwede berda
Çavên xwe yên reş kildan
Rahişte buxçika hêviyan
Ji dil û bêdiliya xwe
Bi wanre
Bi rêket


________________________

Dema ku kew dimre li dûxwe

 ji bo ciyê çend qebqeban dihéle
Dema ku mêşahingiv dimre 

li dûxwe ji bo baxan çend 

maçên şêrîn di hêle
Dema ku tawîz dimre 

li dûxwe ji bo guldankê 

hin periyên rengîn dihêle
Dema ku ezji mirim
Li dûxwe ji bo we û kurdistan
Hinek helbestên ciwan di hêlim?
Evê helbesta şêrgo bêkes diyarî giyanê
Helbest vanê nemir
FERHADê EÇMO Dikim


____________________

BUXÇiKA HêViYAN
=================
Buxcika jiyê xwe
Min tevdagirt
Bi rojên
Jîna jiyaniya jiyanê
Û sînor bi sînor min
Derbaskirin
Bîranîn hemû
Li şûnxwe min hiştin
Ji bilî wê
Menaleka şêrîn
Ku bi dizîka
Xwe berdabû
Nava min
Û di dilê min de
Xwe veşartibû
Bi reşpelkê helbestan ve
Zeliqîbû
Min jê hizkir
Û
Jan û şewata dilê min
Bêhtir kir
Ew neqşê evînê
Di dilê min de
Neqişandî
Çendî dûrbe hêvî
Di jiyana mayî de
Di mîne
Bi dîtina wê ve
Bi dîtina wêve
Di mîne


_______________________

Ez melûl û dil ji kestî me
li evan deveran
ne jiber buyerên ku têne

 kirin di evan welatan de
ez melûl û dil ji kestî me
ji ber evîna welaté min
Ez ji bîr kirime

__________________________

DEM KURTE

================
Ku min zanîba
Avêjtina gavê min
Wê li ser deng û awaza

 tepîna dilê te
Bête avêjtin
Ji nikte ranedibûm
Ta bi mirinê ROJAVA
dem kurte
Roj û derfet
Di navbera min û şahiyê

 de kême û kurtin
Çimkî ez
Fêrî şînê bûme
Mecbûrim
Qrinceka bi dil dim
Û xatir ji te bi xwazim
ROJAVA
Dem kurte
Û rojên jiyê min
Tê dernakevin
Bo gihandina bate
Cend sal û dem divên
Ji vekirina girêk
Û girêkûtkên azadiyêre
Ku li ser réka dilê te
Min bi bînin û lê pirsîn
Li nasnava evîna me
Neyêd kirin ROJAVA


________________________

Ji her dilekî ku bi rastî û diristî 

navkutkên wî di ber evînê û evîndariyê

 deyî ez di bêjim cejna te pîroz be
Ji her çavekî ku li ber
Dergeh û pencera
Westiya yî û qerimî mayî
Li hêviya vegeryan a
Hêviyan cejnê pîroz bikin
Ez di bêjim cejna wejî pîrozbit


___________________________

Pêdivî pê heye 

ku her kesek jime
Mejiyê xwe bidêrin û werbêj bikin
Li qorzîk û qermiçokên

 mejiyê xwe bigerin
Li azadî û serxwebûna kurdistanê
Berî rojên demê dime 

bibuhirin û neqiş û nîgarê 

buhara kurdistanê hişk 

bibe û li ber ba kevin?
Peyv û çîrokên
Bi ser bêjingê ketî
û kozere
Bi kêrî tofê zeviyan nayê?
Axaftin û pendê xewnebêjka
Ermanc û daxwaza tu kesan pêk nanîne?
Bêje e rê bêje belê
Bo rêfirandomê
Bo serxwebûnê


_________________

Gazinçan
ji min nekin
Cima min
welat berda û
derbeder bûm
li sikak û kolanên
welatan?
Gazinca bikin
ji wan kesên
ku bûn sebebê 
koç kirina min
jiwelat

__________________________

HêVî
======
Hêvî e we ew peyva
Ne rijiyaye
Ji nav lêvên kesî
Û nehatiye ristin
Jibo tu kesan
HêVî e we
Ew xewna
Pêk nehatî
Ne di salên buhirî
Û ne
Di dema em téde
Ji bo kesî
Xweş tirîn û mezintirîn hêvî
E we ew dema pêkve
Ku ez û tu
Di rojên pêş de
AZAD
Di gelhev
Li welaté xwe bijîn


_____________________________

Ew kesê
bi qêrîn û rondika

 hatiye hilbijartin
bo ser gêşî û serokitiya 

miletê xwe wê bimîne serok
û serkêş
di dilê miletê xwe de

___________________

Vê êVARê
================
Dengê vedenga

 awaza ramîsana lal
Û lerzandina gernijîna
Dinav lêvan de
Wekî perestmendekî
Min
Li dor peykerê 

ramîsanê digerînin
Li pê alesa ramîsana 

kevn û kevnarbûye
Dibin ziman de
Vê êvarê ;
Bala xwe pêde
Mane dilê wêye
Hemû rengê evînê
Kedî kirine dibin 

çengê Vê êvarê de
Bala xwe péde
Mane sîng û berên wêne

 gulên buharekê teva bi yek

 carê di bişkuvîne di vê êvarê de
Balaxwe pêde
Çito lêvên wê xwe

 fêrî ramûsana dikin
Ramûsan têne lêvên 

wê û lêvên wê têne ramûsana
Li ser mêza bîranîna
Peyala ramûsana kevnar
Jêre bilindikim û pêşkêş dikim
Vê êvarê

___________________

Buhar havîn
Payiz zivistan
Her car
Di buxçika jiyana

 minde çilmisîne

Ku tu bihata
Û
Peyalek ji xunav û gulava xwe te
Bi ser taximê dilê minde
Bi baranda
Wê buharrek
Bi bişkuviya
Bi hatina te
Minê gulek
Diyarî bikra
Bejin û bala te
Ku tu bi hata

_____________________

Her ku bêriya te dikim

di himêza kul û derda de

dîmenê te

bi tîrêjkê şevêre di hûnim

û konê xwe

pê di neqişînim

xerîbiya xwe

bê deng dikim

_____________________

Di himêza kul û derdan de

li strana koçberiyê guhdar dikim

çawan xwe radikşîne guhê

pencera konê penabera

û kuvîna ba û balîsokan

bê deng dibe

ji şerma

li ber hinasên menalan

Di himêza kul û derdan de

dem kore nabîne

çavên menalan mîna stêrên

li ezmanên bê heyv

di çirisînin

di ber kevir û kuçên

gund û bajarên wêran

gazî dikin dibên em li virin

berbûyê bêrîkirinê ne

li hêviya qêrîna qolinca

yekemînin ya rojbînê ne

di himêza kul û derdan de

______________________

LI HêVIYA HATINA TE
=================
Her êvar dil bi dilê teve

di guvêşim

badeya diyardeka

di dime ber damarên

bêrîkirinê

bi çiran li kef di dim

li ser mêza xerîbiyê

di bawe û gerdeşên evînê de

bi bîranînare di guhêrim

ji hîkariyên demê

xwe vedidizim

di qurçik û qermîçokên kon de

xwe vedişêrim

li hêviya te

roj bi bez diçin

şev li min dirêj bûn

rondik bi sîwaka konve

di herikin

bi avabûna rokê re

şûngeha piyasa avreşandî dikin

li hêviya hatin te

_____________

Di evî perceyê cîhanê de
bi tenê
li gorepana torebûna xwe
di lîzim
ji cihekî berew bi cihekî ve diçim
bi piyên qeliştî
Bi bejnek lerzok
di gerim li xwe di gerim
di rêkên bênav
li nav konên penaberan
li paş dîwarên bêdeng
termê jiyanê
bi pacê sipî di pêçim
bê şert û merc
nimêja baweyan ji xwedayê nependî re
di kim
her sibeh wekî her sibeh
hişyardibim
Li ser dengé qérîna
ji rex bêhêviya xwe
Dizanim hîn zindîme
bi refare koçber dibim

______________________

Hêvî
------
hêvî ewe ew peyva

ne rijiya ye

ji nav lêvên kesî

Û ne hatiye ristin

ji bo tu kesan

hêvî ewe ew xewna pêk nehatî

ne di salên buhrî de û
ne di dema em têde

ji bo kesî

xweştirîn û mezin
tirîn hêvî ewe

ew dema pêkve

ez û tu

di pêşerojek azad

di gelhev bi jîn
Li AMÛDÊ
==========

______________________

Ne ezim evîdarê evîna te
Buhara dilé xorta

ne ezim yê dibin pencén
tarîşevka de
Li seré kuça li kolana

bi nale ji boyî daxwazek bêkêr

ne ezim

yê di diryana çavên te yên zelal de

têkeve gerînekê

ne ezim

ew heyva ku tîrêj bidî pencera te

û peyvên bibin ji boyî xêzên pirtûka te

ne ezim

noşvanê bada meya li ser mêzê

ku rojê sedyek tê

di nav destê xwede di kuvêşe

û meyê ji lêvan di noşe

mest û heyran ji meyxana te

derdikeve ne ezim evîndarê evîna te

bûhara dilê xorta

ne ezim
=======

____________________

pencerêd çavê min

vekirîne li hertiştî

lê dil

li hêviya gulfiroşekê

bi tenêye

ku bi buhire

divê berbanga buharî de

cadoya gulava wê

min kêşebend bike

û bi dana silavêre

gernijên

ji nav lêvan

bi rijie

perçe û parîkên dil

ji rêk û kolanên xerîbiyê

bi serhev bîne

bi avabûna rokêre here

li şûngeha civana

di bin perdeya ezman

çavêd wê bi çirisînin

li hêviya ramîsana bîranînê

bi hinasên ziha êrîş bide

tepîna dil

badeya

diyardekê terş bûyî

ji paş lêvan binoşim

ta ku xerîbiya dil

di hinavan de

bi kujim bi kujim 

__________________________

Were kêlîkekê ji demê

xwe vedizin

di himêza bîranîna de

xwe veşêrin

li ser baskên ewran berew

bi ezman de

bi firin

xwe fêrî lîstoka

evînê bikin

li ber perê

nerînên ji kestî

hev himêz bikin

çimkî çav

hiz ji

evîndara dikin --

were--

_________________

Were

guhdarîke

li dengê çipikên dil

çawa di barin bi ser

hinasên ciwaniya te

û şepêlên çavên te min direvînin

berew bi daristana xweve

xunav û gulava xunceyên nû bişkuvî

di paxila bejna tede

dil di şêlîne

ji wêneyên dem bihurtî

derbasbe koşka evînê

li ser destê rastê findanka hilwestandî

finda vemirtî geş bikin

li ber xatîra rojbîna hevdînê

peyala dagire

perçe û pariyên rûdêmkên me

bi serhev de bîne

da kêlîkekê hîkariyên demê

ji bîrbikin ji bîrbikin were??

___________________________

kurdo

Sîbera demê

li ber perên roniyê

kovendê dikin

kurdo

û tu wekî bêhişan

li qata şemalka wê

vemirtî di zemîn de

di zîvire

li derdorî tariyê

kurdo

êvar li pencera rokê dide

dibe ku windabûn be

li dirv û nîşanên te

di gerin

yan

li bêhna te ya dibin çengê minde

veşartî bi dizin

û ta nûka tu nizanî

çi bikî kurdo =

==e=h=

_____________________________

Di vê kurte dmê de

jiyan wekî hûnana pirtavka ne

di terk û qelşên tenêtiyê re

xwe berdidin hinavên şevreş

bi kerb çenga xwe

li nav didim

di revin wekî rojên jiyê min

bê sûd

di rikberiya jiyanê de

ten êş û azarên dil sotinê

di çenga xwe de di civînim =

_________________________

Natirsim ji hizkirina xwe ji tere

min bi kuje
lê bi tirsim

ji hizkirina xweya bawi

di canê teda

min bi kuje bê guneh

geş û şanebim

bi himêza te

welato =




________________________

WELATO
========
xuncên tirafa rûdêmkên te

rêka rêwitiya min

rengîn kirin

WELATO

veşarên hizkirina xwe

vedişêrim

di buxcika sozan de

û pişta xwe di dim te

bi yekcarê zimanê te ne geriya

di cim dûr dûr ji te

WELATO

konê penaberiyê vedigirim

li ber kakila evînê

ji te dûr di mînim

ji êşa xem û derda

girêka bêrî kirinê di buşkuve

di buxçika sozande

natirsim ji bêrîkirina xwe

ji tere min bi kuje

WELATO

lê bi tirsim

ji hizkirina xwe ya bawî û qop

nikare yekcar di canê tede bi gere

bê guneh min bi kuje

û ez şanebim bi evîna te

xaka himêza te goştê laşê min

ne xwe WELATOooo
===============

_______________________

CEJNA EVîNê
===========
li ber pêjna evînê

helbesta xwe tu di nosîne

ji bêhna gulava gulên wê

kesên te sermest dibin

di ahênga cejna evînê

û ez bi ser piç û parên bîranînan de

rondika di barînim

bêrî kirina di hinavê minde

li warê te yê xemilandî

bi kul û derda di pirse

ta ku xwe ji xwe vedize

gula di guldanka diyardekê dil de

veşartî

ji çendê salande bote diyarî ke

di vê roja pîroz

dibe ku kil û derd ji xwe şermkin

barkin ji şûngeha civana

ku her pîrekî evînê

gula wî di rodana evîna wîde

bêne pûta evînê

nimêja baweyan

ji evîna min û tere bi kin

penabera min =
===========

___________________

DEST PêKA KOMKUJIYê
===================
Li ber lêvên babilîsokan

çirake

tazî û pêxwas

di nav ba û bageran de

ne berqef û ne berpal

keceke

di dengê vedenga

ciwanyê de di girî

bê mahderê li rondika bike

di barîne

diwê neqirîskên gerdenê

û keldûmana

kelên hinava

li pêşberî min

jiyanê

di nixumîne

jan û êşekên demê

bi axînka re dertîne

xwîn dikele

reng jê difire

beranberî komkujiyê

di lerize

nimêja baweyan radiwestîne

bi tirs

li katjimêrê di nihêre

tu dibê

komkujî dest pêdike
==============

__________________________________

Qamişlo

Ji nexuya kirina te
Ü düriya min

Nenükèn bèrikirinè
Diwarè bira min di kolin

Pèlèn hesta refèn
Helbesta
Ji hèlina di firinin vè èvarè

Vè èvarè pencèn şevè
Büye helbestvana min
Bi awaz ü kuve kuva
Bèje ü çarina
Pencerin zemheriri
Di nixumandinka
Minde vedikin

Doşeka xwe
Hildigirim
Li ser lèvèn bèdengiyè
Radixim ji aramiya şinère

Her kèlik peykerè te
Di landika hèviyan de
Di hejinim qamişlo?


_____________________

kerwanê kel û perên şevê

bi pê hevde

di buhirin

dengê kenê zaroka

di gerdena berbangê de

mîna zengilin zîzin

vedengeya wan

mizgînîkê nû

bi xwere tînin

bêhna laşên xwêdan dayî

di çeber û kavilên berxwedanê de

kilîtên guherînên demê

diyarî welatê rojê dikin

dûmahîka şevêye

şev bi dawîdibe
==========

______________________

BADEYA NALîNA

Gezên vedenga şevê

hîn pencera birîna min

gez dikin

li ser qelaçê torê rûniştî me

badeya nalîna

bi lind dikim

zarokên bi çûk

şûngeha xwe

li ser pîkên penaberiyê

di neqşînin

sergirdê gelê min

pirsgirêkê navxweyî

kirine balgehek

serê xwe danîne ser

û

radizên ,
======


__________________

Rojava

Hîn ü hîn kul ü derda
Bi serhevde em dipècin
Ü datînin ser refikèn
Rojèn bèhüd di buhirin
Di rojavade
Pevajoka serkeftin ü azadiyè düre jime
Hîn refèn peyvè bi bask
Ü guldankèn tijî gulèn rengîn
Di ser darbestanre di firin
Katjimèra bi dîwarve ne diriste
Peyvèn kevnar
Li kolanan di gerin
Babilîsoka
Em li hèviya tîrèjkèn wè
Di lerizin
Siwarèn şemalka wè
Xuya nebün
Dibe ku hîn hèza xwe bi serheve tîne
Bayè parzinandî
Nema tèra hinasan dike
Jiyan bero bi damarè
Toreve dicin
Lehiyèn ji milet
Di herikin
Ji rojava ?
..

________________________

Serdana amüdè ?
Pencera dilè min bèperde ye
Dilopèn şemalka te
Dadiwerivè
Dibe ku tu derbasbibè
Aramî u bè dengiyè
Tède bi bîne
Lè ku pèşewaziya te
Bi melülî bète kirin
Bîranînèn dil jikestî
Lè rüniştîne
Amüdè
Ku tu şaşbüye di jiyanè de
Lè kolanè nava te vekirîne
Li hèviya kesèn te
Ji evîneke bè dawîre
Ji paşerojeke dür ü dirèj re
Vegerin amüdè
Ü şahiya wè bi bînin ?

____________________________

Èdî bese ?

Bese ez westiyam
Tumabü min tujî windakir
Ji peyvèn kufnik girtî ü rizî
Di buxçika dayika minde
Bi kèrî hünana keziyè dayika min ü ristina helbesta min nayèn
Kotinèn kevnar

Dümahîkè de ez mabüm
Vaye ezèjî te bihèlim
Li şünxwe di melüliyè de
Ü berw bi welatekî nependî biçim
Li kuç ü kolanèn bè nav
Ü nenas destèn xwe bi serhevdim ü deynim binserè xwe
Li ser resîfa razèm
Razîbim
Bi bîranîna tenè
Amûdé
Gendelan devèn xwe kirine pèsîra te
ü xezaniyè konè xwe vegirtiye
Li ber dergehè me

Ew helbesta hèviya minbü
Ez bi nünsim
Bi peyvèn di selika nav milè menalèn te
Li süka erasè bang dikirin
Himalek himlek.
Bimîne xewnek bo min amüdè ??


__________________________

Her sibeh bi avèjtina tîrèjkèn rokè
Geşbînî hino hino di reşbîniya dilè min de
Geş di be
Li şüngeha lèvèn te
Kokèn evînè zîl didin
Di zeviya èşekèn min de

______________

2 her sibeh

Gurzek ramîsan
Ji gulîstana bejna te di çinim
Di guldanka kovanan de datînim
Datînim berserè èşaxwe
Nalîna min her èvar
Gerekî bèhna teye
Ku ristèn evîniyè bi meyînin
Birîna kevnar ü xwîndar
Bi kèlè nerînan bihünim
Her sibeh ?

____________________

Ku di hinde şevan de
Ez hatim bate
Di xewnè de
Wekî mèvanekî ji dür
Ü ji bîrbüyî
Derî li min negire
Di kolanande min nehèle
Bi bèdengî ez è derbasî
Bate bi bim
Di şevreşè de
Li te binihèrim te bi bînim
Wè gavè ji nerîna te tèr bibim
Ez è te ramîsim ü biçim ...
? Nîkola?

__________________________

Gelè pèşkèşvaniya şoreşa wî
Kujer ü xwînmij ü kedxurbin
Cihè rewşenbîr ü siyasetmedarèn wî
Yan zindane yan gore

Karè wè wekî karè teyrè sîmire
Teyra teva di kutayè wèjî
Dihat di kuta zarokèn xwe

__________________________

Aramî ?

Li ser rèka jiyanè
Ramanèn nüjen
Qezec dikim
Ji zimanè gelè xwe
Ji çend dilè bi kul ü şahî
Vedenga dengèn dür...
Ji çiya ü newala
Baskan li hev di din
Tevzînoka tînin laş
Periya bi baskè
Ramanave tînin
Kesèn li pète
Findan hildigirin
Li kok ü rehèn
Xweşî ü aramiyè
Di gerin

________________

Berèz ehmed silîman

Dixwaze dewsa tirè bi gariske
Berèz sergirdè partiya we
Mida selahyeta wî buhiriye
Milet li axaftinè wî guhdardike
Jahrîdikeve
Biraderè ehmed

______________________

Di baweriya minde
Wè mirov nikaribe
Avakirina xwe ü ramanèn xwe bi dawî bikin
Bi taybet divè dema ku em tède
Em gerekî lèvegerekène bi ahènga xwere bikin
Ku hintişt di hişè mede
Nakevin xidmeta kurd ü kurditanè
Em wan ji hişè xwe bi alîdin
Li berxwe rawestin
Ramanèn xwe pakbikin
Ji avakirina welatè xwere

_____________________

Dada hovan
........
Bi çendan hevalèn min
Xatir xwestin
Ji mirinè re
Ü ez giriyam

Bi çendan kurd
Beranberî sèdaran
Ü güleyan
Bi serbilindî rawestiyan
Ü min
Di paş sîbera xwede
Xwe veşart

Bi çenďan çav
Di paş dergehèn hesin de
Zindan ronî di kirin
Li hèviya beryara dadè
Bi darvebin
Ü ez di bèdengiyè de
Hinas çikandîbüm
Li hèviya beryara
Dada hovèn desthiladar ?

_________________

Dibe ku hün nehèlin

Helbesta xwe

Livède bi dawî bikim

Lè tukes ü tuhèz

Wè nikaribin

Diyardekè ku ez pè jiyan dibim

Livè de

Ji min bistînin?

___________________

Serokè min .

Xaniyè di berpala çiyan de
Nîşane ji hemî bayre
Bayè kur dikî qeşa
Ü bayè başür qeşayè di hilîne

Xaniyè li banè çiyan be
Ronî ü şemala hemî bajar
Ü bajarokèn kurdistanè
Di binya xwere dibîne
Di şevèn ba ü bageran de
Di pir ü teqleyan de
Di bîne çawan stèrk
Rècikèn xwe diguhrînin
Bi avèjtin ü hilatina
Rükè rokère
Ji paş daristana
Kaşkaşok hèrîşî camèn pencera wî dikin
Ü her ew çav vekiriye
Li ezman di nihère
Serokè min?
............

_________________________

Bi bürîne limin amüdè

Şevèdî ezmam li hèviya heyvè
Xuyanebü ku ez bi cejinkim li amüdè
Ü hevalekî kevin bi bînim
Li ser cejnèn bürî bi axivin
Min nedî

_________________________

Li welatè min
Hemîreng xwe didin xuya
Ji bilî rengekî

Cade ü kolan
Xwe bi regè sor didin xuya
Goristan
Ji gorèn şehîda
Xwe bi rengè sipî didin xuya
Pèşberî her malekè
Konè reş vegirtiye
Xwe dide xuya
Dîwarèn
Herifî xwe pèçandine
Bi wèneyèn şehîda
Tenè
Rengè jiyanè
Di nav dinanè segan de tète cütin
Li welatè min
Jiyan tenè bèrege
Baweyèn jiyanè
Hinas çikandîne
Herkes gerden
Dagirtî ne ji qèrîna
Berxwedan
Divèt destpèbibe
Pariyèn xwe
Ji nav qîlèn segè har
Derxînin?------------------------------------------

______________________________

Şev büdereng .

Ji hizkirin ü bèrîkirinè
Tiriboq ü laqirdiya
Bi dîmenè tere dikim
Her èvar
Desten min radipelikin
Zeviya bin gerdena te di pîvin
Derdikeve pîvaneke cîhanî
Bi burîne gava dest dirèjiyè
Li gulîstana te dikim
Paxil ü buxçikèn te di pelînim
Li gurzek bîranîn di gerim
Da di guldanka evînè de deynim
Li ber çipe çipa gernijîna
Ü kişte kişta nerîna
Westiyayè evîna kevnim
Rèwiyè rèka dürim
Şev büdereng
Şüngeha civana bè denge
Ü ez li hèviya te tème sotin
Weke findekè
Ü tu nehatî
Tu nehatî
======================

____________________

HERSiBEH

Hersibeh hevjîna min
Ji xewradibe
Camèn pencere yè dişo
Zelaldike tenik dike wekî dilè xwe
Ta ku hertiştî di cîhan de bi bînim
Tabloyèn mîna çavèn wè
Mîna buhara gundè me
Toza li pè keriya
Havîna berw bi ezmande hildibü
Şüna lèvè minî zarotî
Di camèn qeşagirtîn
Di zivistana de
Hertişt tère tète xuya
Ezmanè şîn kamp ü konen penabera
Gava serè xwe dispèrim camè
Dengè ken ü giriyè zaroka
Xuşe xuşa lehiya çem
Wè gavè tè digihèjim
Ku ezjî perçeyek
Ji vè gerdünè me
Ü her tiştî di bînim
Li ser mèzè çawa serkèşè
Pariya dozè ü milet difroşin
======================

_______________________________

BiXWAZE BiNASE

ku mirov jîndarbe ü hertişt
Di dilè mirovde şewitî be
Rabe ü rünè ji èşa bi hewarke
Ü laşè wî bè birînbe
Bejin bi lerize ji rawestanè
Dil her torebe ji jiyanè
Ku hün bi xwazin vè èşè binasin
Fermo rüpela bîranînè welatiyè min bi xwînin

Yan hün bi xwazin
Kul ü derda binasin
Xweberdin nava kampèd dime
Bakur başür rojhitat rojava
An ku dibe bela bibe
Çi kondibe bela bibe
Wè pèçkèn di landikè
Bo we bi bèjin

Ku hün bi xwazin mirinè bi nasin
Xwe berdin ser rèka
Kocberbin ewartebin
Kalbe pîrbe qîzbe xort be
Wè bowe bibèjin çend rengè mirinè
Li welatè min hene

Ku hün bi xwazin
Evîniya welatè min bi nasin
Werin ber sîpera dara
Ber pala lata
Xuşe xuşa cihok ü rübara
Bèdengî ü aramiya kanîkèn
Kurdistanè
Girèkè bi beniķèn şaxave
Bihejmèrin hünè zanibin
Çendî hezkire miletè kurd
======================

_______________________

Ji roja rojde dijminè
Miletè kurd
Piştgiriya nezanèn kurda dikin
Ü berw bi pèşde wan di din
Zanèn kurdajî
Karèt diwan
Beranberî van nezanaye

______________________

Dev avètin ü èrîşkirina bi peyvan
Her dimînin peyv
Dibèm ku mirov
Li ser mèzekè rünè
Ü mijül bibe bi hevre
Mirov dèkaribe
Pèşerojek dirist bi afirîne
Ji miletè xwere ?
Ezezyeta me ü diktatoriya me milet ji hev bela kiriye
Bi evîrengî emè nikaribin
Hîkariyè li derdora xwe bikin ü guherîna di herèmè de bikin

___________________________

Zindan kirina evan endamèn yekitî ü partî
Di evè dema hesas de
Hilkirina perè çengè siyaseta rojavaye bi taybet
Ü kurdistan tevahîye?
Bi taybet kesekî wekî mamoste hesen salih bîrwer ü kevintirîn siyasetmedar
Xwedan kedeke bè pîvan
Ji bîrbirina xwede
Xwe bexşî doza miletè xwe kiribü
Gerek cihè wî ü hevalèn wî
Ne zindanbe
Cihè wan dilè gelè wan be
Ev çewtkirîn kiryarin
Di mafè evan kesande ü
Miletè kurd de

__________________

 Kevokek?
..=================
Îroj xweşiktirîn kevok mir
Ü gewdeyè wè ji ezman hate xwar
Ezman firek windakir
Xweşiktirîn dîtin ji kîsè çavan çün
Bi xunava alendè
Hate şiştin
Hevjînè wè bi kerb
Çengè xwe li hevdan
Xewleyî refa firî
Bi rokère berew bi avade bü
Di terkè latekède lüsiya
Ü ponijî nalenala xwe di rüt
Ta sibeh hat
Ez ketim lüsè wî de
Nalîna wî li gorî helbesta min hat


____________________

Devè xwe ji gerdena min berde
Gerdena min ne kole ü dîlè lèvèn te ne
Tiştèn te ji min biriye li min vegerîne
Buxçika peyvèn xwe hilgire ü here
Hew were cihè civana
Bila wiha bèdeng ü şevreş sünreşkek bi mîne tarî
Neqşèn nîgar kirî
Bi pîtèn evînè
Li ser sînga lata pîroz
Bila bimînin bîranînek
Bè diyardek
Di pütxana evîndaran de
Ji evînère bibe gunehkarî
Ku dilek dinav çirikèn xwede bada
Li ber piyèn wè xüz di büm
Şèrîntirîn tişt min di berde dan
Ü hîç hest bi jana giyanè min ne dikir evînè

____________________

Amüdè
.==============
Ez ew yarim
Yè di zindana çavèn
Te yèn şevreş de dîlim
Nèçîra gurèn harim
Armaca tîrè hova me
Nalerizim nalivim mertalim
Amüdè
======

_________________________

DE WERE

Her ku ez ü dilè xwe
Bèyîte dimînin
Di èvarè de
Baweyèn bèrîkirinè
Di keviya hişè minde
Di bijkuvin
Sînorè cidabünè
Dil di hejîne
Èvareke
Buxçika wè dagirtiye
Ji èş ü jana bîranînè
Ji serdema şevè
Di reve
Xwe vedişère
Di paş bendîmanè
Çirüska ezman
Li ser bèjeya erè nayè
Pîrekiya te di neqişîne
De were
Payiz hat pel weşiyan
Zivstan tèt
Buhar hat ü tu nehatî
De were


______________________

BIRADER

Qîra dilè tirsok
Nikare perda guhè
Gendela derbas bike ??
Bi gazin ü lava
Maf nayène stendin
Ji kesèn xwe firotine dijmin
BiRader

______________________

PÈşeroj

penaberiyè ez fèrkirim
Wateya jiyanè ku bi mînim
Li hèviya dengvedanekè
Zengilekî
Yan badeya dagirtî
Ji şahiya reviyayî
Berw bi asoyeke nependî
Vegere
Ser mèzeya helbestè
Di emsiyeke evîniyè de
Hev himèz bikin
Zanim rojèn tèt
Dem yameye
Li hèviya teme
Li ser baskèn demè
Di bin hîkariyèn
Dîmenèn gernijîna
Li şünme man
Li ser mèzè
Ü èş ü jan
Bi mere man ?


__________________

Zortirîn kelîk ew e
Ku dem ji tere
Li hev tét
Ü rojén jiyénte térate
Nekin
Wiha tu téte guhertin
Ü dem li te
Werdigere
Careke din




__________________________

GEREK Li PEY şünwarek aram
========.==
Le rojî dawî
Ji jiyé her mirovekî
Jiyaniya wî nosandiye
Weku buhar
Weku payiz
Weku azadî
Weku zindan
Weku mirin
Weku jiyan ?
Le rojeyî destpéké
Ji dayikbüna min nüsandîbü
Le rüpela rojbîné
Ewaretî penaberî
Rev ü reviyayî
Weke jiyana ji ber miriné bireve
Di taya sibehé ü évaré de
Wiha westiyayî li pé aramiyé
Duhezar ü şazdeh westangeha
Di buhirim
Li rawestageheke xwe di gerim
Ü her çirüska kevnewaran
Bang li min dike
Bang li min dike ?
====.=

________________

Divé kélîka sefera min de
Bé poşmanî
Xwestekén xwe bi xwaze
Dibe ku carekadî
Derfet nebe em hev bi bînin
Welaté min

___________________

Îrojî buhirî bi kenekî
Bi îrore
Sibé wé bibuhire
Bi şînekére
Rojén tét nameyeke
Dev kirtiye
Çi nûsandiye di nava wéde
Ez nizanim

___________________

PÉNCî Û HEFSA /
====
Péncî û hefsal buhrtin
Ne ez férbûm neqşén
Bejin û balate
Û ne térbûm
Ji xwedina xézén çavén te

Péci û heft sal buhirtin
Di landika xerîbiyéde
Her tu té bîramin
Baské hiş û bîranîna di livin
Yek rojé ez haşnebûm
Û di himéza tede ez tér xewbûm

Péncî û heft sal bihirtin
Wéneyén te di bîbikén çavén minde veşartîbûn
Édî ez hew dikarim
Navé te di helbestén xwe de
Ez é binivisînim
Çavén min dirjînin
Péçiyén min di birin
Ez hew di karim
Di nava xwede te hilgirim
Bera xelk û mirov tev zanibin
Ku ez ji te hiz dikim

Péçî û heft sal buhirtin
Li ber penceré
Çavénte li réka vegra minbû
Bi bîranînare
Te ez vedişartim
Û Bi hinasare te hildikişandim
Deriyé xwe li min veke
Ez réwiyé réka dûrim
Pişta min
Ji qamçiyé xerîbiyé kule
Péncî û heft sal
Di zindana cihané de
Deriyé xwe li min veke =


__________________

Ta Ku serkéşé te ker be
Wé kurtan
Li tebe û bar li serbe
Rişme di dest neyade
Wé réka te wiha diréj be
Tev kaş û ber be
ber dergehé neyar wé
Şûngevezka tebe
Her wiha té xwelî serbe
Xwelîser

_______________________

AXîNKEK
== =.==
îro ji welat min barkir
Tiştek bi xwere
Min hilnegirt
Lirawstana dawî
Cixareke min derxist
Axînkek mindî
Wiha vehûnandî
Di himéza awirén lişûn min mane
Te diku
Ji xerîbiya minre amade kirîbû
Axînk
Li gora dilé minî jarhat
Rondik
Bi dîmenande
Dihatin xwar
Bezîme berw biberde
Sîperek bû
Ji bîranînén welat
Hîn dinav bîranîné minde mabû?
??


___________________

KESÉ férî koletiyé bûye
Karé wî
Li dijî azadxwazaye
Ji tirsa azadiyé?
Kesé férî azadiyé bûye
Karé wî
Li dijî koledaraye
Ji tirsa koletiyé?

________________

VÉ ber évaré ?
======,
çendî min dixwet
Vé ber évaré
Seré xwe deynim ser milé te
Wekî menalekî
Û bi bédegî bigirîm
Réka minî dûrr û diréj
Di bîbikén çavén te de
Nîgar kirî
Jiminre te nîşan bida
AMÛDÉ
Xerîbî daristaneke xemgîne
Mirové xerîb
Li ber pencera bé héviyé
Di nihére li rojén xwe
Hédî hédî berw bi ava dibin
Wiha héviyén wî pére
Li ber çavén wî winda dibin
AMÛDÉ
Her kesek beranberé Hestén
Mirové xerîb li xerîbiyé
Bé deng dibin
Û ré nîşan didin
Li wé devera dûr û bénas
Gava navé te téte kotin
Hinas çikandî dibim
Perîşaniya min
Di sûkeke bé ser û berde
AMÛDÉ ?


__________________________

( MEYGER )

Werîne meyger
Ji xunava rûké héviya
Ji gezo û alesa lévén dilberé
Ji birîné evîné peyaleké bicine
Û bipéçe bi peliké nérgiz û nesrîna
Werîne ji méşe û gulîstané liyané min
Bila seré min weke sinbilekî
Li ber baké hénik here û bé
Mest bi mîne
Werîne meyger
Peyala meya qal
Ji Kuwîzé kevnar
Û Qalûnka min dagire
Pétek ji aré dilémin li ser deyne
Réwîké réka dûrim îro
Bi desté min bigire û min bigerîne
Li ba her tişté ku ji dayika min afirîne
Li waré dilber bi nehérim
Û bi şanazî rondika
Bi ser hinarké rûde bi barînim
Ku îro birça şah û xanima evîné
Kavil bûye bûm lé diwîne
( MEYGER )


_____________________

#xêbeta penaberkî...

bawer bi ke

naxwazim te bi bî nim

û li ber sîka bejna te

weke evîn darekî rûnêm,

ji te di revim

ta di be êvar

li te vedigerim

bi destekî vala..

dilê te dibînim...

ji her kesî bêhtir...

bexşedar bi xwere....bi xwere ...

______________________

Ji gernejînén li ser lévén te
Ez hînbùm evîné lé evîna te
Ez hînî gernejîna ne kirim
Di dilé xwede ez te disojínim
Tu dibé çima çavênte rondika
Dibarîne ma yé agir di hinavé wîde péketîbe wé cawa çavén
Wî rondika nebarîne

____________________

ZOrtirîn jiyan
Zortirîn jiyan ewe ku mirov li ser xaka xwe penaberbe
Li bajarén xewnên xwe bé çeng ù perbe
Li ber ĺandika hévîyén xwe lal ù kerbe
Xerîbe ji xwe ji xwe xerîbe
Ma sernavé te di buxcika min de hilté
Ez te bi xwere bajar bi bajar
Bi gerînim amúdé
Amúdé

_____________________

Heyv nexwîyaye di pencera minde ú şevreşa min gelekî gelekí gerekî
Heyvéye gula min çilmisî di guldankéde qahwa min cemidî li ser mézé jére li télêxin bera zú zùbé
Badak meya qal ji kúzé kevnar
Werîne

________________________

Bibúrînin ku rojek hat hùn ketin
Malpera min ú we ev çarîn xwendin
Navé min neynin ser zimané xwe
Ji bo di bîranîné wede ne mînim ne
Nebim kul ú derd ji were

________________________

Gelî niviskara
Zimané zelal ú xweşik wéjeyeke serkeftí pék tíne giringiya tîpa nîne heke bi şéweyekî réxistí ya peyvek pék neyê giringî dide ciwaniyên di wéjeyéde ger ev şéwe bi nermî úciwanî ne réxistîbe di b er milet ú xakéde ti súdawé li civaté tineye ú bergiroyé di ber milede naka

______________________

Bi xwe hisîn
Ci gava xwe di bînim
Bi tené di mînim kovenda kul ú derda di dilé min de di gere
Li ber saz ú awzén wan
Rondikén bérîkiriné
Li ser rùkê min xwe di hejînin
Wé gavé bi kútbúna vejîné
Ú béhézbúna bejna xwe di hisim

______________________

dilopên ji xwîna şorişgeran û hêsirên ji çavên menalan li ber dergehê sînoran
qêrîna dayikan li ser gora şehîdan
berzebûna yarekê sotina dilê evîndarekî
û hêvîyên helbestvanekî
di gel xewnên penaberan
sînorê navbera dilê min û te hiltîne...

________________________

çAVêN TE

xweş xamene du çavên te
li pirtûka bîranînê
gernejîna li ser lêva
dermanê êşa birînê
cado û kêşebendate
dil kirîye heyecanê
hiş ji mejî valadike
diçim û têm wek hêlanê
di himêza xeyalade
bûme wek pîrê meyxanê
car di bînim li ber çava
car di bînim wek leylanê
jan berdaye nêv hinava
êş mêvane li birînê
kul û xema di lorînim
çav nabîne qet razanê
kengî tê bê serdana min
gulkê bîne pêr mizgînê
nameya hestê birîndar
ji kovana û ahînê
guhdarîke li dilê min
li lave lava evînê
hêvî hemû raxistîne
li ber pête şeha jînê
nerme nermî piyan bavê
ji te divêm lêbûrînê
eger yarbe dil beyare
an neyarbe can bistinê
bera miryê destê te bim
ne jîndarkî li pêjînê
şev û rojan bi bûrînim
bi şevpestan di vê jînê

______________________

PERCAK JI HELBESTA MINE
jiwilo bêhtir vî dilî xembar meke
çimkî tu guleke di deşta dilekî beyarde
ji çendê salan baran lê nebarîye
û buhar lê nebûye
xunava rûkê te kok û gîhayê vê deştê şîndike
de were konê xwe lê vegire bibe kocerek
hêvî û xwezîyên xwe lê bi çêrîne
havîn di ser piştame deye
û buhar gelek hişk kirine

__________________________

hey xweda
çima te nekote min te ez dam
rêwî hiştim li ser rêka bi dû hêvîyên berze ûbîr anînên
kocber bûne ji warên xwe
roka min te biriye kiriye êvar şemala wê vemirandiye
bê hêz û birîndar li ser sînorê mirin û jiyanê
di cenga bêrî kirinê de te ez hiştim

_________________________

ev demeke di himêza melûlyêde
di bin konê penaberiyê de
xwe di cimînim bi serhevde
ka karibim pira ezman bi bînim
yan paşeroj ji minve xuya bibin
an xwedê beryarekê ji min re bişîne
dorbîna min baş karnake ???
ez çibikim




_______________________

DAYê
îro te koca xwe ya dawî kir
li min helalke keda xwe ûmin bibûrîne
hêvîya min bû di vê rojêde serê te li ber sînga minba
gava te çavê xwe dan serhev û ne li rêka min ba
dayê wê gavê minê darbesta te bi milê xweda bi dilekî şad
te sipartiba gora te
lê ez çibikim tengasîya em dûrî hev xistin
te koca xwe barkir me hev nedî dayê
ti çû ber dilovaniya xwedê û ez di bin cadira penaberiyê de
dil ji kestî mame dayê min bibûrîne ```````````

__________________

XWEDA
mirin ne tenê dil di weste
bê hêvî bûn mirine
hêvîmayin mirine
girêcanî mirine
pêşeroja nexuyaymirine
mana di bin cadirê de ji xwê danê cilê te dibin av mirine
xweda me qesir û qonax navên
me perejî navê
me hinek bayê hênik ûvehisîn di vê

___________________________

PIRSYAR

we carekê pirsyar kirîye jimara mirova gîhaye çenda di vî kewkebî de
û ev kewkeb çend mirova hiltîne
gava jimara mirova bêtirîn pîvanê be
li ser evî gerdonî
pê divî ye ku em lêvegerekê ji xwere bikin
ka ji kîjan qatê milet di vê kêm bibin
û ji çi edyana û piştî welatên ereba
wê dora kêbe
ji ber mirovên nezan li ser pişk û parî yê zana di jîn

__________________________

EVê HELBESTê DI YARî DIKIM JI WAN KEçêN DI SîNGA şERDE LI BER SERMê ûGERMê çEKêN WAN LI MILêN WAN BERXWEDANê DI BER XAK û MILETêN XWEDE DI KIN

îro sitûna jînêye tu bi bawerî
çi helbestê bo te bi nûsim di yarî
ji keçare dil û ceger di binyarî
nehêjane êş ûelem jê dibarî

ji keça kurdre sipasî ûpateyek
berxwedana ku tu dike bûye findek
dadê gerdon te kuhertin tev bi carek
ji jinêre di cîhande bûye şanek

rext li mile can sivike wek çip çip ke
cengê di ke di rex mêrde êrîş di ke
hêvîyên wê serkeftine dest sivke
bi dil kî req dijmin gule baran di ke

ji erkê xwe xwe nade paş bê şik û şek
îro bi wê serbilindin kurd bi carek
di kozik û çeberade xwedî parek
ji dozêre xwe di bîne berpirsyarek

xwe ava kiriye ziman renge renge
bi destekî pênûse yekî tivge
jîn wê daye jinê pir bi navûdenge
çendî bêjim ji boyite pev bê çenge
paşçav nabe xebata te keça kurde
te hilkirne ji pêşiya xwe sinc ûbende
paşgezên te kolayine di gerdûnde
peykerê te li muzxana serbilinde

////////////////////////////////////////////////////////////

///////////////////////////////////////

________________________

KARê MEJî çIYE DI QûQê MIROV DE
febrîkake hiş di afirîne
hişjî mijûl dibe di gerekî ûpêdivîyên mirov de
wê çawa halîkarbe bi bejna hiş ûmejî di jîn têde
cîhaneke ciwan û jiyaneke xweş ji vê bejnêre bi afirî ne
hiş lerzînokên xwe berdide gerdûn ji ber hev reng û hizkirinek di nav bera wande heye ew jî kêşebendîya xak ûsuriştê
ji ber mirov ji vê xakê afirîye xak û gerdûn dê ûbave ji mirov re
xwestek ûpêdiviyên merov di gerdûn de peyda dibe mirov çawa kare wan qezenc bike radarên xwe pêxe û lerzînokên xwe
berde gerdûn bi dilekî tije bawerî bê şikûk
ew lerzînok wê kesna bi bînin ku halîkar bin bi riya kêşebendîya
wî daxwazên wî pêk bînin

_________________________

min hinek siyaset kiriye
û hinek ji dîroka xwe jî xwendiye
û çend rûpelê felsefê jî min xwendine
û dîroka tore ya xwe jî min xwendî ye
û ev demeke li ser mirovên durû radiwestim
ku rojekê kurdayetî ne kiribûn peyê rêjîmê bûn
îro li paş mêzê rûdinên xwe dikin
xwe danê milet û xakê rêberiya milet di kin
û ez tifa xwe di civînim ser hev li hêvya wê rojê me
ku bê ez li berwan rawestim bavêm nav çavên wan bêjim
ne hûn xwedanin

______________________

DîşLIYêN DEMê


erê erê sîbera min

ta tu jî ji min di reve

bejna min jî qerfên xwe bi min di ke

jiyana xapînok

weke dîşliyên dem jimêrê bi dizî di gere

û min di xapîne

evîna min jî li ber dergehê dilê wêran rûniştiye

lave lavê ji bê nerxiyê di ke

wê gavê min di zanîbû

ta bi yezdan jî ez ji bîrakirime

mahûn di karin bawer nekin

tu hêz li bawe heye hûn min bi parêzin???

......

_____________________________

MESELEK ME KURDA HEYE

 DI Bê RIH DIBE BI HIST DIJMIN NABE DOST

ev teqînên têne kirin û miletê ku şehîd di be

qurbaniya rahiştina sînorên navbera perçên kurdistanê

û ava kirina dewleta kurdîne

neqiş ûpirojeya bi hev vekirina perçên kurdistanê

akama xwe li hin dewletên ser sînorên kurdistanê di ke

yek ji wan dewleta tirkiye ev teqîn nerazîbûna xwe di de xuya

pirotokolê hatine danîn bi eyranêre

tirseke mezin dixe dilê tirkade

herêmeke li ser sînorê wê di bin bandora eyranê debe

ji her alîve nerehetiya xwe di bîne çi siyasîbe an aborî be an olî be
yadin nema kare bandora xwe li kurdistanê bi ke

girêdana herêmên kurdistanê bi heve ta ser avê derfet çêdibe

bi kurdare ku têkiliyê xwe bi dewletên ji dervere deynin

ji ber vê ne ji bercewendiya dewleta tirkîye ku ev sînor bêne hilanîn
û bajarên kurda bi heve girêdaybin ta ser avê bahrê

_____________________


HEVALNO
Yêdîwarê hewşa wî nizimbe her kes

xwe di sere davê

em tevde hostayê lêkirinêne

û kesî dîwar lêke tine

ji bo bercewendiyên xwe yên şexsî û ezezî

em bûne şagirt li ba xelkê

__________________________

Vê hingê kêlîkek ji valabûna demê

li ba min heye

ku bi mînim

li hêviya alendê

ka çawa tîrêjkên rokê û gulê di bîbikên xwe de

vê sibehê hev himêz di kin

berî banga êvarî bande

û xew xwe berde ser çavê min

ez têr bi bim ji nerîna te

di vê kêlîka bêrîkirinê de

ku hîn zengilê telîfona te lê neda ye

__________________

SIBE BAş HEVALNO

Eger min gulîstanek gula heba

minê pel bi pelê rengîn û bêhn xweş bi çinyana

û li ber pê te raxista gava tu tê û di çe

eger min ziman heba minê hemû peyvên xweş û şêrîn

ji ferhing û pirtûkên evînê bi hev dana

û ji tere bi gotana gava tu tê rexmin

lê ez çi bikim di vê xem gîniya xwede

min çav hene lê ziman nîne

ku ez pesnê te bidim ûbidim

________________

EGER
KU cîhan li te teng bû

dilê min gulistana gulaye

bo vehisîn û aramiya te

Eger jiyan bi te tahil bû

himêza min kanîka şêraniya jiyanê ye

min nehêle û neçe biyaniyê

çûna te ji bîrkirina mine

û winda bûna te ye KURDO 

_______________________

MIROVEKî belengaz û eware

li karekî di geriya ku xwe jiyan bi ke

hate kundekî berê xwe da oda axê bala xwe dayê

cotên tajiya li ber odê girêdayne û ode geriyaye ji mirova

li dora axê
li ber derî xwe berda erdê AXA kote belengaz tu li çi di gere

ku axayê min ez mirovekî belengazim li karekî di gerim

AXA ku te belengaz çi kar ji te tê AXAYêmin her kar ji min tê

ku tu zane nêçîrê bike ku erê AXAYê MIN axa KU başe

here li nav tajiya rûnê sibê ezê te bi bim nêçîrê

bû sibe rişme xiste serê belengaz de berê wî da zevyê

geriyan li wê zevyê ta bû êvar ti nêçîr ne dîtin vegeriyan

li vegerê li gundekî wêran rasthatin dengê BûMA LI ser wan kavila

di hat AXA ji belengaz pirsî ku ma tu bi zimanê wan zane ku çawa

AXAYê min ku di bên çi ji hevre

belengaz ku AXA yê li ser wî kavilî qîza yê li ser vî kavilî ji layê

xwe re di xwaze jê re di bêje qelenê qîza min heft gundê wêrane

yê din di bê saya serê AXAYê setemkar tu di xwaze bîst gundê

wêran ezê bi dim te .......

______________________

bodilên kurda ji nivîskarên kurda zanetirin

simaîlê dîn hate qeretepe

bîstekê li ber dîwar li nav merya rûnişt

em lê hatin hev rabû serxwe here gundekî din

kîha ser bênderê gund bi kevira em bi dû ketin

li me zîvirî xeberin kutin me ku law ez nedînim

hawa bi hemed salihê mele kevra bavênê ku ji berwe bazneda

EVJî NIVISKARêN MENE

dawên xwe tije kevir kirine û bera dû partiyên xwe dane......

____________________

SIBE BAş

şevê dirêjkir hêz û xwe girtin nema

Li hêviya alendê

di nav qelşên şevêre bê

xewnên min ji xwere nîgar kiribûn bîne

ezmanê jiyana şewitî bi wan rengîn bikim

perçakî ji demê bi dizim

dûmahîka jiyna xwe bi wanre bi bihirînim


________________

ROJ BAş GELê KURD

pêdiviye di vê dema taybet partî û milet

lêvegerekê ji xwere bikin

guftûgoyê li ser pêdivî û gerekiya herêmê

û bercewendiyên gelêxwe rawestin

li ser êş û azara vî miletî ji çendê salan de

û keda qîz û xorta ku ev ked bê hûde neçe

di ber kesayetî û ezeziya partetiyê

dem li me di buhire

her kesek berpirsiyar û tewanbare di ber dozê de

dîrok dilovaniyê li kesekî nake

çi kesê ku destên wî ji hevdûrkirina milet de hebe j

ji bo bercewendiyên kesayetî

wê bê şermezarkirin di dema pêşde

_________________

EVîN

Evîn pirtûkek dev vekiriye

her evîndarek muhra wî lê heye

lê xwendina tîpên wê

zimanekî wê yê taybet heye

divê bawername te wergirtibe

ji zangoya evînê

___________________

li ber dergehê xêbeta xwe

her êvar weke evîndarekî

di bin tîrêjkên tarîşevkan

xweziyan di rêsim

li hêviya alendê

ji paş çiyan derkeve

pêşewaziya wê bi kim

mizgînîkê bersivekê ji te bîne

di şahiya kul û derdê minde

ronî bide pencera xêbetê

derkevim ji gerîneka tenêtiya xwe

têkevim diryana çavên te yên zelal

û hino hino binav bibim serav bibim

xilwet bibim di himêza hêiyan de

sorgulan bi avêde birdim

bendehoş bi mînim

li vê kêlîka nav bera hestên xwe û omîdên te

weke meynoşekî di himêza xwede

te bi guvêşim

mest û heyran bi mînim di meyxana te de ..........

__________________________

ROJ BAş HEVALNO

Vê sibehê kêlîkek vehisînê li ba min hebû

ji demeke mirî di jiyana minde

bi bûrînim bi omîda xwere

bi diyardekî dil jikestî

ji hîkariyên jiyanê

dergehê zindanê li hinasê vekim

bera ziman azad bi axive bievînêre

û şirove bike gerekî û pêdiviyên jiyanê çine ji mirovare ...

___________________

vê êvarê

heyva rûzelal

bi bêdengî li stêrka di nere

û di ponije

kesera bi dû kesera de

ji dil di kêşîne

şeva hênik rondika

bi ser suriştê de di barîne

vê êvarê hertişt melûl û dil jikestîne

çavên xew xwaz

_________________________

SILAV û RêZ

bo niviskar û siyasetmedar û zanyara

lê vegerek berfireh gerekî ramana girêdayî

bi daxwazên mere divê

di jiyanê de çi hêjaye mirov di berde bimre

çi hêjaye di berde tu bê kuştin

çi hêjaye berxwedanê di berde bike

sala bi bûrîne ji jiyê xwe di berde

ta tu bigihêje rastiyê

ji ber ku cihê qêrîn û hewara di dilê mede nemaye ؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟؟

_______________________

BIRA

MIROVê nezan bareke li ser milê mirovê zanaye

ji ber ku vîna wî qelse

hîkariyên jiyanê zû akama xwe lê dike

û wî di guherîne li gor sîstema xwe

MIROVê zana vîna wî xurte

ji ber vîn ji çandêtê

ew hîkariya xwe li jiyanê di ke

û jiyanê di guherîne li gor sîstema xwe ???

____________________

NAMEYEK JI XWEDêRE

Hey XWEDA çima te da

rû bi xala xwîn şêrîn

zûbû te bir

ji dîna wê têr nebûm ez

bi tenê hiştim li ser rêka

bi dû hêviyên berze û bîranînên

koçber bûne ji warên xwe

roka min te bir kiriye êvar

şemala wê vemirandiye

bê hêz û birîndar

li ser sînorê mirin û ji yanê

di cenga bêrîkirinê de te ez hiştim

XWEDA ma te nizanîbû hîn min di vêbû ew dilber

çi dil di sînga te deye

çi cerg di nava te deye

ma tu nabîne yan yan nabihîze

refê şahiyê te firandin ji dil

rondikên sar û cemidî te hiştin li ser rûkê min

gernejînê min pûç û zihakirin li ser lêvê min

XWEDA te ew bir

te ez hiştim

li ber tevna evîna wê

ji buxçik û birînên dilê xwe

gulok bi gulokên dîmen û bîranîna

bi xema re di rêsim di kime konek

li ser lêvê birîna xwîndar vedigirim

bi tabloya bi wêneya di xemilînim

peykerê xatir xwestinê di afirînim

bi rondika sêwî û kesera di gerdena sipîde

asê mabû gazî min dikir

XWEDA li ber derguşa omîda birîndar

helbesta xwe û wê di nivisînim

da bişînim ji her hevalekîre

ji her penaberekîre

ji her evîndarekî ku ji yara xwe dûr ketiye

ji her guleke hişk bûye di buhareke bê baran de

dadgehekê damezirînin

ka tu tewanbarê guneh kare

an ez tewanbarê guneh karim

XWEDA XWEDA ?????

____________________

serkêş di bêje ev pêncîh salin

ez li ser vê kursiyê rûniştîme

wateia kursiyê û serkêşiyê

ez baş di zanim

ez jî dibêjim ev pêncîh salin

ez dijîm wateya jiyana bindest

û jiyanê baş fêm di kim

_________________

PêNûSA MIN

ji min biger pênûsa min

ziman nalive te bi nûsîne

tenhay êvar gewdê min di pêçe

çav ji toz û dûmanê pêve nabîne

zaz û awazên tên guh

tev qêrîne dil tepîne

pênûsa min ji min bi ger

dilopek av li bamin tine

ji bo rûkê keçikên şingalî

ku li bazara têne firotin

û penaberên kobanê li ber sînora

qêrîna dayik û bava

li ser gorên pakrawana

gewriya wan ziha bûye

ji min bi ger pênûsa min

peyv asêmane

ji gewriya min nayêne der

ji bo menalên mişext û

xortên sêdara wan vegirtî

pênûsa min

ji bo lêvên te yên ziha

û çavên te yên matmaye

ji dîmenan

ji dengvedana dengê tere cîhan dagirta

û ji şingalê bi gihişta kobnê

pênûsa min

____________________

HELBESTVAN

ji ber hest û diyardê nazik

zû hîkarî lê têne kirin

pêhisîn û kêşebenda wan

ji ciwanî û setemkariyêre

hema her dilêwî barkiriye

nîvek ji barê wî

êş û kulên mirovane

û nîvêdin gulên sore

di bê dengiya jiyanê de

çavekî wî li mirovatiyê ye

û çavê din li rêka omîd û hêviyên wiye

ku bên gula raxîne li ber piyên wan

di cîhana helbestêde welatekî avabike

ala wê evînbe
===============
diyardek = احساس
hîkarî = تأثير
kêşebend = جذب

__________________

GERîNEKA Bê DENG

rûniştiye li ber perê avê

bêdengiya xwe himêz kiriye

bi hestekî reşbîn nameya

bi avêde berdide

kilîşên wê di navpêlan de

binavdibe ser av dibe

di gerîneka gera demê de

bi bêdengî li evîna xwe

ya weke hêviyên min

windayî di gere

____________________

HêVî MA û MA

hêviya min

hevala zarotiya min

yar û evîna hest û diyardekê min

hîn ji te

bê hêvî nebûme

fincana te

li rex fincana mine

çav li rêkatene

di reşbîniya minde

tuye geşbîniya min

di hevrêkiya min û jiyanêde

hinaseka herî dawiye

ji dilê min

jite bê hêvî nebûme

hîn tu hêviya mine = hêviya mine

______________________

?? ku tu bixwaze di vî welatîde

jiyanbibe di vê hergav tu dev li kenbe ???

==???????????=

di bêdengî û newêrekiya minde

êş û kovanên min

ahinga xwe li dar dixin

li ber deng û awazên wan

pênûsa min şiyar dibe

çavên xwenî xilmaş

ji nav lêvên birînê vedike

di qelş û terkên birînare

bi xilmaşî dinere

berê xwe di de xêz û rûpelên gaziyan

bi wêrekî bandike bi navê te

leşkerê tariyê

destên xwe di xe gerdena min

ber çavdibe dîmenên te

awirên te weke hevirmêş

bi bê dengî bejna min dipêçe

xwardibim bi sertede

maçdikim dûmahîka hêviyên xwe

divî welatê derewçîn de

??????

____________________

mirî bi mirinê na êşe lê jîndar bi mirinê dêşe

ev jin şervana H P G bizndî hate dîlkirin

di encama azardayîneke dijwarde

ji aliyê polîsê tirkve hate kuştin

û termê wê yê pîroz wisa bo kolanê

hate avêtin ==?li gundekî derdorî mûşê ??

______________________

çi cidabûn dinavbera me û oripiyade heye

ewan nîvê xwe yê xwarê vemirandine

û nîvê jor pêxistine ???

ême me nîvê jor vemirandiye

û nîvê xwarê pêxistiye ????

evaya cidabûne

_________________

ku te xwest babetekî binivise

li qermîçokên çavê penabera biger

babetê tu bixwaze têde tê bibîne ??

? yan te xwest baqek gul diyarîbike

bo yaraxwe

li serê kuça yan li kolana bine

li ser destê penabera çilmisîne ??

__________________

KURDISTANA SûRî

çanda fen û derewa

li ba ber pirsiyarên rojava

bi giraniya xwe ya sivik

û kutinê xwe yên giran

rojava we valakir

we hajixwe tineye

hûn mane mixtarê gundê wêran

_________________

DILê TêRXEM

dema çavête

çirûskên evînê vedijenîn

û ber bi dilê minî tagirtîve tên

dereng di mînin bi rêde

ta xwe bi minve di gihînin

evîna min serê xwe

ji landikê bilindike

li çavên te dinere çirûskên wan

weke tîrêjkên roka sibehê

nerm û balkêşin

bi nermî xwe berdidin

damarê dilê evînê

nizanim çiye wiqas balkêşe

rûkêteyî yê têrxeme

yan lêvên teyê di lerizin

ji tirsa ramîsana mine

nizanim

nejiber herdû mêkewên

liber pala çiya di ser hêlînê de

qerimîne li hêviya mêtin û gezên mine

yan ji cenga dû biskên te

di gel bayê êvarê distrên

û razên te ji minre di bêjin

nizanim

ji ber herdû çavên tene

hêvî û xweziyên xwe

di wande di bînim

û min ji min di dizin bê bersivdan

ber bi xweve tîne

nizanim

ne ji hêza helbestê ye

ne ji êşa evînêye

ezê çawa xwe li ber vê

kêşebendiyê bigirim

û bersivdanê bi dim

ji te hiznekim

te himêz nekim

veşarên te nepelînim

di vê kêlîka xwe ji bîrkirinê de

şêrîntirîn helbestê ne nosînim

ne nosînim ???

_________________

NASîNA RASTIYê

çima mirov rastiyê nizane

jiber herkesek li gor rewşa

aboriya wî

ramanê wî tête guherîn

ji rastiyê digre li gor

gerekiyên berxwedana xwe bi jiyanêre

û manaxwe dirêjbike bêhtir ?

bi çav û nav netê nasîn mirov

jiyaniya wî nasnava wiye

ku rûpelê jiyana wî nexwîne

di raman û rastiya wîde ne tête gihajtin ??

_________________

EV HELBET DI ZIVISTANA BûRîDE

LI KAMPA DOMîZ HATE NIVISîN ?

JIYANA KAMPê

guve guva ba xum xuma baranê

şirqîna ewran zemherîr tê navakon

pûçdike pêşiyaxwe

hêz û viyana min dadiqurtîne

stûn û darçît di lerizin ji hîkariyn wê

vê êvarê tiştekî naxwazim

tenê karibim serêxwe deynim cihekî

û bi aramî razêm

parêzvanamin jimin dûre

rêçik û kolan berfê nixumandine

di şevên wihade geh wê ez

dihimêza xwede diparastim û

geh min ew diparast di himêza xwede

çilo karibim bi vê bejna herifî

diser konên razayîre

di rex refên mêşên çavkore

di ba pêçekên berfînîde

xwe bigihînim himêza te

şop û xaçrêkên gihandinê

li bermin berzebûne

û piyêmin min hilnagirin

ku bêdeng û pêjin hilkevim jor

bi nermî pencera te vekim

di himêza tede razêm

û xew şêrînbe ROJAVA XEW şêRîNBE ?

___________________

beyan baş K R A

silav û rêz

ji serê gêj

ji bada bêmêz

bo herkesê aşvanîbe

diçe aş û tê ji aş

ker di kule

bar li mile

dil bi kule

di vê jiyana bê qeraş

____________________

rudana pirtûkên olî ji JINêRE çiye

JIN kême û bikêrnayê ?

di virde divêm bêjim ev ruden ne diriste

vê rudanê hîkariya xwe li mêrkiriye ku JINê bi bîne -

hevtarek li ber destên xwe û nêrwa xwe lêbike ?

ez dibêjim

JIN jiyane

jiyan hizkirine

hizkirin pêşketine

JIN wêneyeke ji mine

bi hiş û wêreke

derfetê bidê xwedî dan ?

_________________________

MIROVêN HIşMED û BîRAWER

bihiş û bîrên xwe

nava xakê kolan

hertiştên wê naskirin

bi zanebûna xwe

zeryanên qeşa girtî şikandin

xwe berdan binê diryana

diriv û nîşanên lehing û masiya

naskirin

bi hiş û bîrên xwe

çûn ezmana kewkeb bi kewkeb

naskirin û dan nasîn ji mere

lê kirin û nekirin

kilîta deriyê dilê yara min

nasnekirin û nasnekirin

____________________

JiNEKE PENABER

çito dengê xwe li te bikim

dilê te yê tenik weke camê

di bêdengiyê de şikebare

Her êvar li devê kon rûniştiye

çav li rêka hêviyan qerimîne

bi serê xwe girtiye

diçe û tê bi hişê xwere

bêdeng û pêjin diaxive

Geh di zelalbûna rondikare dibîne

û geh mij û mûrane li pêş çava

omîda çarika li ser rûkên xeman hilîne

bê beranber

Bi nermî û germî

ji westana kolana wê misde

di xewde wê bihêle

çira lê vemrîne

şûnpêkên xwe di hindirde ji bîrbike

Firişta parêzvanê wê bihêle

wê xew şêrînbe

wekî heyvê di himêza çiyande

raserî diryana aramî bê sînorbe

çito dengê xwe bi zirzî li tebikim

û di paş peykerên omîda de

bi dilekî guvaştî xwe veşartiye

di himêza mijûliyê de

û hino hino tu ava dibe winda dibe

penabera min penabera min ??

______________________

RAWESTANGEHA AWiRA

Bejnek li hevhatî

êmîş gihiştî

li şax û çiqliyan

bihok daketî

dilê min bijiyayê

divêm ez herim

di gel awira

li neqiş û nîşana

serbest bi gerim

xwe çenkim serçiya

bi herikim li kaşa

têkevim hêlanê

li westangeha awira

bi aramî ez razêm

li ber ba û bagera

hinasa bi kêşim

ji babilîsokên himêzê

nêçîra xwe bikim

li ax û oxîna

surişek ji xwedaye

li bamin û wê

di bawe û gerdeşa

badeya bighêrin

ku ez ji hişketim

bawe min guhertin

bi tenê rûniştim

sistbûm guhdarbûm

li avabûna çavên wê

zanibe meya ji lêva girabû

ji hiş birime

weke menalkî

li ser dilê wê

bêtirs û şevpest

aloz û qurnisadî

li ber têhna wê

ba û baweşîn

ji bisk û guliyan

xunav tête xwar

ji çen û gerdenê

buhiştek nedîtî

li bejin û bedenê

xweda ew daye

ji bo min bi tenê

jiyan di gelwê

di westîne çirikên demê

ken û gernijîn

di nav lêva de

ayetên li çava

nehatine xwar

ne bo îSA û

ne ji bo MûHEMED

tîp û çarînên

helbesta min jêne ??

_________________

NiVISîNA HELBESTê

Helbest ne ristina peyva

û diristkirina kêşe û sazyê ye

helbest hewildaneke

ji diyardek û heste

bo berçav kirina naveroka veşartî

ji rastiya birînê

bi darvekirina dîmena

bi şêweyekî azad

di hizir û rêbazeke helbestî de

bihête afirandin




________________


ZORTiRîN KêLîK

şevbaş çavên xew xwaz

vê êvarê bêtirs rakevin bi aramî

dil bêdenge ba nalive

pêlê diryana yên hov westiyane

daristan di şevreşa xwede

bêdeng mane

gul di gudanka de razane

perperîk li ser pel û giha niviyane

çavên xew xaz

baqa li ser avênxwe

dest û ling ji berxwe berdane

di nihirînin ji xwere

vê êvarê hertişt li cihên xwe vegeryane

çavên xew xwaz

heyva rûzelal bi bêdengî

li stêrka di nere û di ponije

kesera bi dûkesera de ji dil dikêşe

şeva hênik rondika bi ser siriştê de di barîne

vê êvarê hertişt melûl û dil ji kestîne

çavên xew xwaz

dilê westiyayî vegerin cihê xwe

nema bitirsin di rêçik û kolana de

hew hûn di terpilin li terim û kuçan

axîna palmê ya kûr hinber pêlê mezin

hew tê guhê we

ew findê di çirisandin di şevreşêde

xwe vedişartin ji ber tirsê

hew hûn wan dibînin

xewa şêrîn bikin vê êvarê

xak parêzvanê weye

sibê firişte û perî mêvanê wene

çavên xew xwaz

dema bi destmin ez jê bêhêvîme

hevalê şevamin kul û xemgîniye

yên rojamin rondik û girîne

şeva we xweşbe çavên xew xwaz

şeva we xweşbe


___________________

KOşKA HELBESTê

Di koşka helbestê de

naxwazim zanibim çi dinûsim

pênûsa min

dîmen di serê minde di zîvirin

wekî menalekî dê û bav windakirî

li ber sînora

hinasa bi êş hildikêşîne

gelek hêvî di sîngê de

wiha ji kestî û qurnisadî

welatê rojê hiştî

berew welatê şevê diçe

wekî nexweşekî berî mirinê

li ser darbestê berew

nexweşxanakê

ji tûndiristiya xwe bi hêvî û bê hêvî

gazî dike hooo ?

nema karim bilivim xewamin tê

ev dîmen dizîvirin di serê min de

pênûs di lerize di sêdara destê min de

hew di kare berevaniyê bike

dîmen berevaniyê ji mere dikin

ji tirsê em di revin

û birçîbûn li pême ye

mirin bi mirinê re em di guhêrin

êdî di jiyanê de cih nemaye ji mere

pênûsamin cih nema ye


___________________

Hin partiyên me dibên emê derkevin mûzahera

bo van kesên koçberî orupa dibin ?

gava mirov nikaribe berivaniyê di ber miletekî de bike

gerek mirov xwe nebîne bav bo wî miletî ?

ji cendê salan de evî miletî bi xwîn û xwêdana xwe

ax û bajarên xwe parastine û ava kirine

ne bi hesaniye pişta xwe pêde û derbeder di bin

ji ber pişgirî û halkarî nedîtin ji we

evê hûn xwe dibînin serkirde û pêşkêş bo miletê rojava

çarsal ketiye sala pênca we ci pirogiram amade kiriye

bo miletê perîşan ku dernekeve ji welat

ji lay jiyaniya wî rojane yan tamînkirina jînek azad

li bajarê wî ?

ku hûn jêre bêjin welat bernedin û bajara vala nekin

berî her kesekî we welat hiştiye û

hûn û zarokên xwe ji welat derketin


_________________

êDî BESE MiRiN

Ez dam jiyanê bê pirsîn û şêwir

mane ji mafêmine

kengî biwazim dûmahîka jiyana xwe ?

bo çi ez ji dayikbûm

çima nabe li gor xwestekên min

ji dûmahîka jiyanyêre

ku bêjim êdî bese mirin

ta evî sînorî

______________

HESTiYAREK

Dema miçguliyan nîvenîv vedike

wêneyekî riwekî

ji rûdêmkên xwe

li ser dîwarê dilê min

di afirîne

nizanim çi dibêje

lê ez dizanim xweşe

û baweriyê pê tînim

ji bîrdikim rojbîna xwe

ji bonî wê dijîm

û jêre di nûsim

nameyên evînê ji

deyardekê xwe ??


__________________

Sersaxî bo herkesekî hîkariya
dîmenê ALAN li wan bûye
-----------------------------------
ALAN min nedivabû

di şînî û bêdengiya xwe bo te binûsim

lê dîmenê te

ji min negeriya

şîneke kûr di dilê minde danî

hişte êşekên netewiya min

di birînên xwe yên pîr werdim

çendrojek vehisîn ji mafêminbû

ji westiyana ramana û cengên bêserûber

berw bikude biçim bi argir yan bi avê de

birînên axivî û xwîndar nîşanî cîhanê bidim

___________________

çendî zana û bîrawerbe

zimanê tu pê bandike

ku ne mîna zimanê

wî gelî û netewa lê gazîdike

cîna de di navaxwe de te naparêze

û xwe naspêre te

ji ber bi lêvkirin û axavtina

peyvên banandinên têkiliya

ji yên wî miletî cidaye

dibe egera ne banandina wî miletî bote

û ked û karête dûmahîkê vala derdikeve

__________________

BiBûRîNE

DIL Ne ji pola û hesine

li ber kêşebenda te

awirên xusrebazî

lerzînoka dikin karde

hestê mirov di livîne

tevzînoka bi laşve tînin

li ser lêvê gulek sore

pêşkêşî dil kora dike

yên dil korbin çi zanin

cejna pîroz bikin

ku ne cadobazên evînêbin

cejnê bi lêva pîroz bikin

li meyxana bejna te

çinge çinga badeyan kin

gera gerdûn rawestînin

serî bi rengê hêlanêkin

di bawe û gerdeşê evîn da

cengê di gel rojan bikin

ne roj biçe ne sibeh bêt

dergehê pûtxaneya pîroz

bite serbest û azad bike

li şûnvegerka evînê

nimêja parastinê bikin

di guvaştoka himêzê da

ramîsanê di nav lêva

li hêviya pîrozkirnê

pîroz bikin pîrozbikin


__________________

Dîtina min bo te

hizmêz kirin bû

ne gazin bûn

te pişta xwe damin

ez têgihştim

dîtin û hizkirin

di peyvin

wateya wan cidane

cidakirinê hişte heryek jime

ji xwere bi çilmise

_________________

Ji dayik bûnê da

di guhên tede bang didin

bê nimêkin

di koçkirina ji jiyanê

li mêdikin liserte bê bang bidin

jiyana te wiha di navbera

nimêj û bang danê de di buhire

bêyî karekî ji cîhanêre tu pêkbînî

___________________

Ji canekî tijî hêvî

ji dilekî tijî dilovanî

ji çavekî tijî ciwantirîn dîmen

silav bote

ji kanîkên destên çepel tê neşiştîne

ji tîrêjên roka sibehê

ji ciya û newala di nav dar û devyan re

ronî dide me cizîra botan silav bote


__________________

Dayikên jîr û zane

beranberî giraniya gelek mamûsteyane

çimkî civaka milet û welatekî

jin avadikin ?

te bivêt miletekî wêranbike

ji jinê dest pêbikin

çimkî jin nîvê civakêne

û nîvêdin jin ewan perwede û avadikin

ku te jin ji çand û perwerdekirinê dûrkirde

têkiliya bi nezaniya wê girêdin

wiha tê karibe miletekî nezan û paşmayî qezenc bike

____________________

Pêdiviye her kesek jime

mejiyê xwe werbêj bikin

bigerin li azadiyê di qermîçok û

terkê mejiyên xwe

berî rojên jiyê me bidin pêşiya me

çîrokên kozere û bi ser bêjingê ketî

bi kêrî tofê zeviyê nahêt

ji pendên xewnebêjka pak xwe bişon

wêgavê hûn di karin bêjin em mirovin

û çanda milet wergerînin




________________

zilfên mu enber kagulîn

biskên siyah reng sinbilîn

ta ta bi mestî silsilîn

çîn çîn bi mestî milmilîn

dayê nesîm têk milmilîn

wê qest e xala filfilîn melayê cizîrî

_____________

Herêvar bi dilekî kuvaştî

bi ahênge ke tore

bi mejiyekî westiya yî

xwe vedişêrim

li paş peykerekî hêvyan

di himêza mijûlyê de

hino hino xilmaş dibim

winda dibe mirovatiya min

di kampa de

_________________

Gelo rojek heye wêneyê xwe

di şemalka çavên te de bi bînim

yan bêdegiya dilê xwe

di gel gernijînên di nav lêvên te

westiyane ji xemên düriyè

bi bînim

wê hingê dibe ku keser û xwezîkên

dil di kutînin rawestin

erê rawestin di himêza giyande

li ber peravên evînê

bi aramî hinasa bi kêşim ji bêhna te

Ü xwîna ji kanîka dilè te
Bi herike
Di damarèn helbestè de
Bi gere
Wè hingè şa dibim
Di zanim ku bèna helbestè
Ji te tè
======================

____________________

Ev nivisandina min kevne

GERiNEKA BêDENG

Rûniştiye li ber peravên avê

dîmenên wê di nav pêlande

binav dibe srav dibe

di gerineka gera demê de

bi bêdengî li evîna xwe

ya weke hêviyên min windayî di gere

_______________

Serkirdeyên partiyên me

wekî kelamperê ber ba li wan hatiye

her ku li ber talda tûmikekî radiwestin

ba li wan tête guherîn ??

ser gêjek bûne û şev li wan geriyane

belengaza wê çibikin


________________

şermiya min

ne ji ciwanî û qeşngiya teba

minê tu hêlaba

li welatekî dî geryabama

li kesitî û mirovatiya xwe

çimkî ji maça yekemîn

tu di dilê minde rûniştiye

û ez li nava te penaberim kurdistan

________________

şev heyverone

û tu ji min dûre

kît û çarînên helbestê

vizîna wane di serê minde

û pênûsa min nikare wan bi gire

buhirandina şeveke wiha

dirêj bêyte

dirêjtire ji xaçirêka gîhandina dilê te

__________________

Hêvî hêvî ewe ew peyva ne rijiyayî

ji nav lêvên kesî û ne hatiye ristin

Ji bo kesan

Hêvî ewe ew xewna pêk ne hatî

ne di salên buhirî û ne di dema

em têde bo kesî

xweştirîn û mezintirîn hêvî ewe

Ew dema pêkve ez û tu di paşerojek

azad di gelhev bijîn
Li welaté xwe

___________________

ez ê destê xwe bi serhevdim

û deynim ser dilê birîndar herim

li cîhekî bi cîh bibim

têkevim xewn û xeyala

percakî demê

di ezmanê evîna şewitî de

bi xewnên xwe yên rengîn bi çînim

dergîlkê jînê vekim pêciya xwe

lêxim bi mijim

alesa jiyaniyê bi bînim

__________________

PENCERA JIYANê

Her ku te dibînim di pencerê

roj ji rojadî qeşntirî jiheyva çardehê

bi roniya ciwaniya xwere

çarîn û helbestan pêşkêş dikî

û ez dinosim

hertişt tête guherîn li rûzemîn

tiştek wekî xwe namîne

geh bi çavên xwe yênreş

û geh bi gernijînên xwe

canê min disotîne

sirişê wêye

kêlîk ji kêlîka dîtir cidatire

lê jiminre şemalkek bê dawiye

melûl nabe

di pencera jiyana minde

mirina reş nikarî wê jimin bistinî

di paxila candeyî

ta rêberkê min pêşxwe bibîne

û dilopek xwîn di damaran bigerin

tepînek dil hebî

ew û evîn wê di gelhevbin

di dilê minde di dilê minde ??

____________________

Roj û meh û sal buhirtin

li ber sipera rondikan

rûniştî dinosim

li ser êşa penaberiyê

û pênûsa min avjenînê dikî

di duryana pîtande

pîta sernavê te nehate dîtin

û nehate dîtin ??

__________________

meselenin hene li navhev ketîne

jibo jihev cidakirina wê

roj gelek divên dibe ku bi mehakevin ?

li başûr xwepêşindanan de birîndar dibin

li bakur di kovend û strana de tên kuştin

li rojhilat jibo axavtina bi darvedibin

li rojava aşitiyê di xwazin û dimrin

bersiva van li bakê heye

_____________________

wiha li dora xanî hûn di gerin

û rê hemû berw bi derîve diçin

boçî hûn wekî dizan

di pencerên jikestîn re

ji babilîsokan

derbasî hidir dibin

berê her tiştên min hatine dizîn

û ev çend salin min

ji xanî barkiriye û

nizanim evîna xwe

ya di parzûnde guvaştî

li ku bi cîbikim

_________________

Yê li hespa xelkêbe

hergav bi piyaye ?

serperişt û berpirsiyarê milet

divêt aramî û xweşiyê jimilet re bi xwazin

ta bidestê wanve bêt

bo karibin xweştirîn û geştirîn

jiyan di gelhev bijîn di demê de

wekî ji xwere dixwazin wiha divê

ji milet re bi xwazin

di xweşî û nexweşiyê di gel miletê xwebin

ne xwefiroş û milet firoşê neyar bin

bo bercewendiyên xwe

________________

HAA koçbera min

ta bikengî tuyê min bihêlî

di bin tîrêjkên tarîşevkan de

bendewar û çav lirê

li şûnwara bi nalim

li hêviya vegeryanê

û bimin de wê bersiva

li ser lêvên te cemidî maye

bi germiya dilêxwe û bi

hestê bêrîkirinê himêz bikim

_______________

Her gezme û awir ko ji çahvên te bi kil hat

min sîne hedef da ber û yek yek ne bi til hat

ahek me nehişt sebr û sukûn bêtehemul hat

derba cegerê bû ko me ev nale ji dil hat

ma ah û fîxanan dikirit kes ji xweşî

bê keştî li ber behra firaqê erixîm ez

xewfek me hebû lew bi wisalê perixîm ez

bihnek ji wisalê me bihîst û kerixîm ez

wek tole li pê mûçih li dorê çerixîm ez

///// melayê cizîrî

_________________

Ez ne poşmanim li ser wan kesên

min dikot hevalin ez hiştim û çûn

lê ez poşmanim li wan kesên

min ew dijmin hesêb dikirin

û halîkariya min kirin =

evjî miletê kurde disaxiya cegerxwîn

ew dijmin hesêb dikirin

piştî çûna wî em poşman

________________

BENDEWARî

Roj bi şemalka xwe

şevê ronî dike

û yar bi nerîn û gernejînan

ronî dike hindirê minî şevreş

di navrroka tîrêjkan re

daket hindirê min

gerya gerya westiya rûnişt

li ser pirtûka dil û can

li palêta evînê

wêneyê xwe nîgarkir

dem lê werdigeriya

û roj lê berw bi avadibû

dil kilît dikirin

û barkir ji şûnwara

li ber perê rojê

di holik û kavlên penaberiyê

bendewar û çav li rêka tîrêjkan

hiştim


________________

Min nediva ji dayik bi biyam

ji berî hest û deyardekên demê

li ber perên rojê

bêçar û gerden xwar

çav li rêka tîrêjk û şemalka

rokê bim

pêtiyek sar li ser arekî germ

bê tîn û rivîn di meha zivistanê

bê civat û eywan bim

min nediviya ji dayik bi bim wiha

_______________

Min nediva

alendek bê sibeh bim

gul û kulîlkên zeviya min

melûl û guvaştokî bê gulav bin

li hêviya rokê

min nediva bîranînek xwebidarvekirî bim

ji berî rojbînê

û sîtavka min li ser dîwarên kavil bûyî

digel wêneyên we yên xemgîn

serê min di destê min de

da ku bidim diber vegeryana

hêviyên dibin konê penaberiyê

li şûn min mane

min nediva

ev perçeyê dema çewt û xilo xavî

beryar û dadweriyn wê

bi destê çar kesê hovane

bi pişka jiyê min biya

ji biçûkaniyê jiyanê dinava minde di kujin

min ne diva rojbîna min

divî perçê dem deba

lê xwedê

ji min ne pirsî û ez dam


___________________

Kengî tê bê serdana min

gulkê bîne pêr mizgînê

nameya hestê birîndar

ji kovana û ahînê

guhdarîke li dilê min

li lave lava evînê

_______________

Ev demeke

li ser erzêla bîranîna

lorînên te têne guhê min

û ez bi tenême

tenê stêrên mîna çavên te

bêkes di çirisînin

li banê şevreşiya min

bi hestekî tore

li razangeha şevpestan

çavên xwe di dime serhev

li ber lorandina te radizêm

________________

ji mêjde li dîwarê dilê min

wêneyek heye

bi çend pîta

nîgar û neqişandî

her ku lê dinehêrim

rondik ji çavan tête xwar

dil dêşe

kêşebend û balkêşe

her kêlîk û her gavê

ji paşeroja re serkêşe

ne ji bîrdibe û ne pîr dibe

bi minre her hevale

________________

BêRîKiRiN

Tevî gernijînên li ser lêvên we
peyvên şîndar dixwînim
lirûpelê rûdêmkên we
xemgîniya dilê we
dirit di gihîne peyamê
Nervîna me kurdaye
mişextin kockirin
dilsotin dilguvaştin
di jiyanê de
Likenarê bîranîna
gul bi bişkivin
li ber bayê bêrîkirinê û pêjna
Damarên wan
ji jiyê me bibin
Ev deyardekê dildariya dilbû
bo hevdîtina hêviya
bi rûbarên şahiya
kovana avdin
di meha pûşperê
gulên hersê buharên weşiya yî
li ber pencera hêviyan
çav dêriya vegeryanê dikirin
û sal diçin û tên
li rêka berw liwe
gelek caran awirê min di likumin
û dem min di rûxîne
li delavê peyva kêlîka axavtinê
bi dizîka
li xwe mikurêm
di peyvkirina dawî de
da bi bêjim
min bêriya we kiriye .///

_________________

Dem cidibe bila bibe

evîn her wekî xwe di mîne

di herike di cihokên

damarên min de

rêka xwe naguherîne

tenê mirov têtin guherîn

û evînê di çilmisînin

______________

Li pê tofê ziktêriyê
tu di beze
berw bi welatê
dûr û nenas
bê hevrê û rêzan
di ber singa pêlan
li ber ba û bageran
axînka di kêşîne
rondika di barîne
li ser wêne û bîranînên
li şûnte di mînin
zêmara singa te
kes nabihîze
roj bi bez diçin
şev bi lez tête
dem û derfet
ji dest te diçin
li pê bexteweryê
welat di hêlin û diçin
baş di zanibin
ku xweşî û aramî
wê ji welatê te
bête barkirin
kurdo ----------
-------
zêmar giriyê di sînga mirovde dimîne

_______________

Dem kurte
di navbêna min û
ahingê da
çimkî
ez fêr bûme şînê
mecbûrim
qurincek û badokan
bi dil dim
û xatir
ji şahyê bi xwazim

______________

Dem kurte

rojên jiyê min
tê dernakevin
bo gihandina bate
çend sal û dem divên
ji vekirina girêk û girêkûtkên
azadiyêre
ku li ser rêka dilê te
min bibînin
lêpirsîn li nasnava
evîna me neyêt kirin

__________________

Min bawerkir

bi pîtên te

evîn

û min ew nûsandin

li dîwarê dil

evîn

derî û pencerên xwe

min vekirin

ji bonîte

evîn

çima bayê te

findê min vemirandin

evîn

__________________

EV êvar wekî hemî êvaran

li ber çira û dîmenê evînê

li hêviya te wrstiyam

zerzengek sipî

bi taceke zêrîn hate civana

bi dilekî xemgîn

tûrikê hêviyan min hilgirt

û vedigeriyam

________________

Vê êvarê çav man li hêviyê
Bejin hat ji dawiyê
Guh man pey pêliyê
Bejin nizî min bû
Dil bê deng bû
Kolan tarî bû
Stêr winda bû
Çav zivirî li bejnê
Kes ne dî waî li minê
Gelo ev xewn bû li xerîbiyê
Yan jî rastiyê ?

___________________

Bêdengîyê xwe berdaye xwar

li derdorî dilê min

siwak vedaye

cihê bîranîna

di qorzîk û qermîçokên

dilde nemaye

vegeryana te dirêjkir

li ber sîbera bêrî kirinê

rûniştîme

li hêviya te

baran hat û tu nehatî

______________-

Ev helbestaya

li bin sipera evîna te

ji dayik bûye

qebiqeba peyvên wê

wekî kewê ribat

li hêlik û pala bejna te

stirana di bêje

wekî dengê barana

li ser rûkê te

dengvedana wê tête guhê min

birûska yekemîn ji çavên te

teqîna dest pêpêkê bû

yan dûmahîka

dorpêç kirina bejna min bû

bo vekirina pencereka dil

û çandina gul û hêviyan

derdorî pencerê

nîgar kirina bejna te

li dîwarê dil

wekî kelestûneke

piştî çilsayiya

ezmanê min rengîn dike ?

? ===kelestûn =qewsû qizeh

__________________

Ez û hêvî di gelhev

rawestiyaynin

li hêviya sibeheké ne

ku were

mizgîniyê bîne

dîmenê êş û azariyê

ji bîbikén çavén xwe bi qewitînim

landika xewna

li ser refika pêşerojê bi lorînim

bi dizîka derî darim

li xewnan

ta ku şev nebihîze

_____________________

Dema vegeryana min hatiye

cihê pêka min di rêde nîne

li we vegerim

siwarim

li degvedana bêdengîya xwe

tariyê bi bihirînim

gava yekemîn

ya diwemîn

ya siye mîn

şûngeha meye

canê xwe

ji were li wir bi hêlim

xewn û şevpestên

xerîbiyê

bi dîtina we

bi nixumînim bi nixumînim=

_______________

sersala we p'rozbe

=============

Qasidê; di navbera

dil û evînê de

bîranîn maye

her êvar

tê şevbuhêrka dil

û çîroka evîna xemgîn

jêre di bêje

dil bi tenê li ser kursîka xwe

rûniştiye guhdar dike

li gazinê evîna xemgîn

û rondika di barîne

bi rondika bejna dilbera

bê ziman di afirîne

û cihê wê di rex cihê xwede

her êvar datîne

______________

xweş xameye du çavête

li pirtûka bîranînê

gernejîna di navlêva

dermanê êşa birînê

cado û kêşebenda te

dil kirîye heyecanê

hiş ji serî valadike

dicim û têm wek hêlanê

di himêza xeyalande

bûme wek pîrê meyxanê

car di bînim li ber çava

car di bînim wek leylanê

jan berdaye nêv hinava

êş mêvane li birînê

__________________

çendî li rûkê te
dinhêrim
melûlî jê di bare
bi dilekî hişk
û awirin tûj
li çavên te
dinhêrim
çawan dil
dixe bin bandora xwe
û bi desta dîl di gire
newêrek û lerzok
dibe dil
li ber ciwaniya te

________________

Ax ji destê mirovên xwar
bi zarotî min rahişt kar
min daye ser mila ev bar
min daye pê taca evîn

evîna jîn dijware ew
pêtek ji ar reng hare ew
çilo bikim razan û xew
di laşê min deye ev tîn

bi zindan û sêpyên li dar
nikarin min dûrkin ji yar
ristê dikim rêz ez ji ar
çiya tînim xwa li ser zîn

__________________

Salanû
=====
Zerzeng li serê wê

gustîlk di tilyande

hinek sorav bi lêvên xwe

hilgirtiye

ji şabûna dilê wê

rondika di barîne

bi kêleka tilyan

ji rûkê xwe di male

îro pêncşeme

sibe îne

wê kî rondikê melûl

di sala nûde

ji rûkê min paqişke

تم عمل هذا الموقع بواسطة