1 قراءة دقيقة
18 Apr
Bihar û gundê min

Bihar û gundê min

Bihar amed bi rengê xwe
Bi xeml û bon û vîna xwe
Li gundê min bûye mêvan
Gul û çîçek bûne nîşan
Qeşeng û naz û hêmaye
Bi vîn û işq û sewdaye
Dipoşe cil û bergên xwe
Bi hêwaşî deng vedaye
Sema û şaya gulaye
Evîn û saye xwedaye
Li CIRNê me bûye mêvan
Ji kêfa dil bûne hêlan
Kaş û newal û girnijîn
Her geş dibin bi hest û vîn
Xwezî ew rojên pir ciwan
Di xewnan de bibin sîwan
Di xewnan de bibin mêvan
Ji bo jînê bibin heyvan
Gundê min tu bûye guldan
Bihişt û cineta yezadan
Bi kevrên xwe tu hişyare
Bi CIRNÊ xwe tu vîndare
Bila bihar bi kenê xwe
Li gel vîna te dildar be.
Mesûd Dawid- Hewlêr.
.......................................
*gundê CIRNÊ REŞ:
Yek ji gundên kîkane, dikeve devera Dirbêsiyê, hemû pismamin ji beşê simêlan e, nizîkî (20) mala ne, nêvî ji wan wek hemû gundên kurda penaber bûne di vê şoreşê de, û li pir welatan belav bûne, min zaroktiya xwe lê bûrandi ye.
● gelek cihê nîşan lê hene, wek:
-Cirnê reş Yê li orta gund Ku navê gund jê hatiye.Yê ku jinên gund dan tê de dikutan ji bo meyrê çêkin.
-Û herweha qefa quble, û qefa çiya, û newala maran, û qefa qulrêvîkê, û bîra xerabe, û newala mezin, kevirên qefê, û qafikên reş, û ciwaniya gulên nîsanê nayê jibîr kirin.
- Xirbê gund yê ku dibû cihê çerixoka zarokan bi xirxirkên bîlyan dema ku şil dibû di ziviztanê de...lê tevî dûrbûnê hîn ev dîmen di bala min di çirisin.
...............................
الربيع وقريتي

أقبل الربيع بألوانه الزاهية
بجماله وعبقه وعشقه
حل ضيفا في قريتي
فامتلأت بوروده وزهوره
بأناقته ورشاقته مثير
بحبه ووده وعشقه
لبس ثوبه القشيب
بكل هدوئه وصداه
إنه فرح ورقصة للورود
حب وبركة من الله
حل ضيفا في "جرن" نا
من الفرح اصبح القلب أسره
التلال والوديان والابتسامات
تبتهج بإحساسه وعشقه
ليت تلك الأيام الجميلة تعود
وتصبح في الأحلام مظله
تصبح ضيفا في الأحلام
ومن اجل الحياة خميره
قريتي اصبحت مزهرية
إنها جنة وفردوس الإله
إنها مستيقظة بحجارتها
بجمال "جرن" ها عاشقة
فليزهر الربيع بضحكته
ويصبح مع عشقك عاشقا.


تم عمل هذا الموقع بواسطة