Bes bi nale nalînên kûr û dijwar
Îro roja cengê ye ,xebat û kar
Êdî bese welat bibêt tar û mar
Kurdo rabe ji xew da nebêt mê kew
Ev razan bese heta îro û hew
Mastê te di meşkê de bûye dew
Ev buhara kurde ,rengê gul û dar
Ji mafê xwe re deyn e çara bi çar
Heta kengî di cîhanê de hejar
Tu bibit pêtê agir li bin piring
Şêrê di daristana mêr û leneng
Bi xwendin û zanînê bibit ferheng
Çiya û latin, deşt û zozan heval
Çem û robarin ji kaniyên zelal
Rizgarkin carek ji bin destê neyar
Xwedî dozin, li cîhanê xweş mirov
Rakişînin hêzan li ser hirç û hov
Pişta dijmin bişkînin bibî qof
Hinek boşin xwe difiroşin arzan
Go em kurdin , mixabin nîne ziman
Çawa dixwazin ser me bibin rêzan
Bi şikînin qeyd û zincîre bilez
Rizgarbin ji dijmin û kurdên terez
Hûn têxin di dil û cergêt wan merez
Kole ne ji bo dijmin xweş mirîdin
Çete û eşqiya ne xwe didîtin
Têne kuştin dibêjin ew şehîdin
Bizane û tekezke dijmin zordar in
Yek reng in ,lê li ser xakê çar in
Mirovin ,li ser kurdan gurê har in
Dîrokê bixwînin ,fêrî ziman bin
Hûn tev jîr û zane û xweş rêzan bin
Xurt û bilind di qadê de çiya bin
Kurd hemî bi êl û ol û tekûz in
Kesin hene ji wan ew bê namûs in
Wek kûçik li ber dergehan dikûz in
Sûde nake roja dawî vegerin
Hûn bi çi riwî li milet binerin
Rast û durist ew e hûn ji vir herin .
KULA AMÛDÊ
Amûdê kulek ma di dil de
Simbola aştiyê wê hilda
Berî hemî bajar û gunda
Kelha şêran jêdera mêran
Karker û cotyar û xwendevan
Ala rengîn bi hev re hildan
Keç û xortên zana û leleng
Amûda şêrîn bi nav û deng
xwe dixemilîne renge reng
Diyarin di her çalakiyan
Di hemî karan de tên xuyan
Qet nahejin timî wek çiyan
Destên bi qirêjî û gemar
Çi lîstokin ku têne bi kar
Amûdê hawar û sed hawar
Amûdê dilê qamişlokê
Qamişlokê xwîşka duhokê
Nav û dengê te ket dîrokê
Xêzên sor di navbera bira
Têne holê bi destên gura
Gelo ma ev çi kîn û navbira
Ev ne çare bo dozê dikin
Daxwaza dijmin bi rê dikin
Astengiyan bo me çêdikin
Çima bira dikujin bira ?
Derfet didin dizan û qura
Keysbaz û hemî xwedyê fira
Ne xwedyê welatin tev tolaz
Li ser vî miletê belengaz
Qijak tucarî ew nabit baz
ÎRO CEJNE
Îro cejne bê şad û bê şahiye
Rojek şîn û girî û tariye
Mijê ser ezmanê welat girtiye
Konê reş vedan ji bo cangoriye
Îro cejne dil bi kul û birîn e
Li taxên welat xemgînî û şîn e
Wer bi nêre laşê min tev bi xwîn e
Li cem dayikan axîn û nalîn e
Îro cejne ev hest û dil şikestî
Gelo wê çawa ev şer bi rawestî
Tîrorek rû reş ,bê bext û faşistî
Naxwazin ev milet bibe serbestî
Îro cejne şer û ceng li dar in
Ji dengê topan zarok tev li mal in
Şîn û girî ji lêvên wan dibar in
Rojên şahiyê ji bîra wan narin
Îro cejne lêv û çav kelû gjrî
Kî wê vemirîne vî agirî
Vê berpirsyariyê bi xwe hilgirî
Dijî van por û rî dirêjên gurî
WELAT
Welat çiqas tu şêrîn î
Buhişta xweş û rengîn î
Nav û dengê te xuya ne
Bo min xelat û mizgîn î
Hemî surişta cîhan ê
xweşî û zîna jiyan ê
Li ser vê xaka te hene
Gel kêf û şad û dîlan ê
Min dil da te bi hesan î
Bê xemsar û cangiran î
Ev mal û mulk ji bo te ne
Va ez dibim canqurban î
Nikarim ji te dûrkevim
Dûrî te ez ranakevim
Dil tije ji kul û xeme
Ji ser xaka te narevim
Dane min dîrok û ziman
Dane xuya nav û nîşan
Ev dil û can ji bo te ne
Bi parêzim erd û ezman
PÎLAN RISTIN
Bira apo xalo
Ey dost û hevalo
Çima em man halo ?
Mîrok û sirsirke
Gel mar û tûpişke
Pîxwas ser birişke
Malê me tev xwarin
Em pîs û nekarin
Ew bi me dikarin
Pîlanê xwe ristin
Em li ber xwe xistin
Em xemsar û sistin
Ji hev re em mêrin
Wek din em bê kêrin
Dijî hev em şêrin
Bira apo xalo
Ey dosto hevalo
Çima em man halo ?
Ev dêw ne mirov e
Dev bi xwîn û hov e
Me dikujin zû ve
Serê me tewandî
Pişta me şikandî
Benê me qetandî
Laşê me xerpişî
Hestê me demişî
Dilê me germiş