ji mêjde, hebû mirovek, ji tişkî ne ditirsiya, tenê ji mirîşkê ditirsiya, xwe wenda dikir di nav xeyal û sêwerkirinên" tesewirat"vikî vala de, herdem ji bavê xwe re digot:«ez ji mirîşkê ditirsim»,roj bi roj, bav xema lawê xwe dixwar, û pir ditirsiya li ser tenduristiya wî, bav hewilda bi dan û sitendinê ku kurê xwe di wê baweriyêxe, ku mirîşk firindeyekî belengaze, feqîre, lê bêçar ma, û her dema ku lawê wî mirîşk didît direviya û xwe vedşart. -bavê reben, rabû tirimbêlek anî ew xistê, û berê xwe da bajêr da ku wî bibe rê textor bide, û dermanekî jê re peyda bike. - dema ku textor ji kurê nexweş pirsî, çi pirsgirêka teye?. kurê nexweş got:«dema ku ez mirîşkê dibînim,ez dihisim ez libek genimim, û wê mirîşk min bixwe» -textor lê mêzekir bi nerîneke matmayî, ev çi gotinin bê çêjin, ev çi ramanên tewşobewşone?!!, lê piştî kêlîkekê ji rawestinê, textor li xwe hayî bû, û got: ev çima ev ramanên wilo tên te, û hewilda ku jê re xwiya û tekez bike, ku ew însane, xwedî hest û baweriye, xwedî kesayetiyeke serbixweye, û mirîşka reben nikane tişkî bike û îşê xwe jê bîne, û ew firindake bi zorê xwe diparêze, û bi dan û sitendin û şîretên textor, mirovê nexwe§ nefsiya wî rihetbû û giha baweriyekê û bi gotinên textor qanih bû. - rabû textor xwest jêre ezmûneke dawî çêke, ji yê ber destê xwe re got: her mirîşkekê bîne, ji bo em li rewşa wî binerin, bê çawaye? - dema yê textor mirîşk girt û avêt aliyê wî, yê nexwe§ ji tirsa reviya û xwe avêt paş masa textor, û xwe ji tirsa mirîşkê veşart. - textor jê re got: mane te ji min re got,ez ketim baweriyekê ku mirîşk firindakî belengaze, û tucarî îşê xwe ji kesî nîne?. yê nexweş wiha bersiv da û got: «belê, textor; ez giham wê baweriyê ku mirîşk min naxwe, lê mirîşk bixwe ewjî di wê baweriyê de ye ku ez ne libek genimim».