‘’ Bavo .. başe te ev bêtar ne dît ‘’
Serè kaniya mey tije dem
Di destê ejdîhaya de
Di destê segên har de
Di qurmiçe
Em kelepçekirîne
Hûn kelepçekirîne ‘ bavo
Em ji dûr de dadwerivin
Hûn nêzîk dadwerivin
Li wî ciyê wey bilind
Serdemek zêrîn heye
Kildankê mey bi we re
Xwîna kezebê ye
Û li jêr
dasê kuşdaran hebûna me diçne
xeftan û rewşa bajêr
di hilma wanî genî de difetisin
rojê pênc caran ban didin
(kuştin kuştin ‘ ne b’kuştinê be em bi van nikarin)
Kurd bê piştin
Bê niviştin .
Bavo başe ko te ev bêtar ne dît
Te tim digot : çep û rast başûr û bakurê me tev dijminin )
Te tim digot : qelew ne bin ' ko gur hat we hûn nikarin birevin)
Em jî ‘ li ser xêzikên rastiyê
me bawerî dilîskandin
Em çi feqîr bûn
Em kiwîr bûn
Heya me çavê xwe vekir
Dêw û pîs û xinizkara agirê xwe
Bi darên me
Bi bihn û bîranînên me dadane .
24*12 *2019