1 قراءة دقيقة
06 Sep
Şervan Hesen Mihdî

Kerîmo Jan Kerim


Şervan Hesen Mihdî
Îro ezê darekê çil û yek
Ko pel weşandine
Pel bi pel ji tere bixwîn
Tara te
Berya ko zîl bi de
Bê pasvan û avdançî ma
Bi tenê
Li dor wî pênc gulin melûl
Û dayikek hustu xwar
Di bin paşila wê de
Sê lawin por sipî
Dar mezin bû
Bilind bû
Û Li ser milê xuşkan gerya
Û di himbêza biran de li Bavê xwe gerîya
Erê şero
Navê Bavê xwe li biçûkê xwe kırın
Û jêre digotin
Hesen yabo
Hesen yabo bû gerokê malê
Bû kenokê mal
Bû sebir û hedana malê
Hesen yabo
Bavê metka xwe û Bavê dapîra xwe jî
Hesen yabo
Ji himbêza mala xwe pekya
Û ket himbêza bajarê Qamişlokê
Bû ziryan
Bû kenê tarê û geh jî ser êşê tarê
Hesen yabo
Ji nişkave simbêlan riwê wî
Neqişandin
Û bû Ciwan
Bû xort û zilam
Û bû yabo
Bavê xwarzîkê xwe
Ken û gopalê destê wan
Bi wan re bû zarok û lotik dan
Bu pişt
Tirs di çavê wan de kuşt
Bû heval bû bermal û bû her tişt
Şervan ê Heso
Bavê te bû Bavê dayik û xuşik û birayê xwe
Mezin bû û dil jî pêre
Bilind bû bû dareke şax berdayî
Sîk da der û dor
Metik û xaltîk
Xal û ap
Û sê Birayê xwe
Erê Şervan
Bavê bav ne dî
Lê bi du dayikan
Bi du himbêzan bû
Û Li himbêzeke din digerya
Ji gulekê çû gulekê
Û dayika te
Li wir roj bi roj mezin di bû
Û bû Sitêr
Û Bavê xwe li ronahîya wê girt
Jibo wê şer kır
Jibo kefte left kır
Û bi miradê xwe kir
Li Qamişlokê bû dengîn
Hesen yabo
Di be zave
Lê çi zave
Bejin zirav û çav kaniyên bı evîn
Por reş û bi tembelî
Qamişlokê jibo wî Kenya
Û govend û gerand
Û wî govanda Sitêran di dilê
Xwe de gerand
Mîna du kevoka
Ji şaneşînê firyan
Bajar bi bajar
Welat bi welat
Derya bı Derya gerîya
Roj bi roj dayika giran bû
Û Li hêlînekê xebtîn
Erê Şervan tu di bû
Mêvan
Mêvanekî xweşik
Mêvanekî bedew û Nazdar
Ma kê û ne kê
Bi hatina şane bû
Hesen yabo
Te mîna
Rosêtekê bi ber sînga xwe vedikir
Êdî Tu bû yabo
Bavê metkê xwe
Bavê apê xwe
Û Bavê dapîrê xwe
Ax ji nişkeve û yeke car bû
Hesen yabo
Go ax
Xwa mi serê min dêşe
Hesen yabo
Zû here cem textor
Hesen yabo
Tu çû
Erê xwa mi erê ez başım
Li hîske hîska dayika
Guh çrandin
Û damarê dilê metê te qetandin
Erê Şervan
Êşeke dijwar
Nexweşîke bê bext
Bavê te dor pêç kir
Hêza wî dizî û mîna gornebaşekî
Goştê wî hestîyê wî dixwar
Li bi serê te Şervan
Nikarî bû hêvîya wî bı çewisîne
Şervan Bavê te Şervan bû
Şervan Bavê te comerd bû
Dil mezin û Dilovan bû
Kêlî bi kêlî şerê hebûnê dikir
Lê biryar ya yezdan bû
Hesen yabo
Hêja bû yezdan ew ji xwere bir
Şervan
Wek Bavê xwe dil soz be
Wek Bavê xwe perwer be
Wek Bavê xwe Bavê dayika xwe be
Wek Bavê xwe piştevanê malbat û hevalê xwe be
Wek navê rind û çê be
Kerîmo
06/09/2019
Swêd

ربما تحتوي الصورة على: ‏‏شخص واحد‏، و‏‏يبتسم‏، و‏‏‏طفل‏ و‏لقطة قريبة‏‏‏‏‏ربما تحتوي الصورة على: ‏‏‏٢‏ شخصان‏، و‏‏‏‏أشخاص يقفون‏، و‏سماء‏‏ و‏نشاطات في أماكن مفتوحة‏‏‏‏



تم عمل هذا الموقع بواسطة