1 قراءة دقيقة
06 Apr
" çîroka Șahmaranê "

" çîroka Șahmaranê "

li gor lêkolînan û kûrte pirsan ev çîrok li aliyê Cezîra Botan û Nisêbînê qewimiye .

Tê gotin : ku Rojekê ji rojan çend xortên Cezîra Botan bi hev re derdikevin ku hinekî dema xwe bi xwezaya çiya û newalan re derbas bikin.
Ew di rêya xwe de bîreke çikayî dibînin, serê xwe bi ser de xwar dikin dibînin ku ew bîr tijî hingiv e, wê demê ew ji hevalekî xwe re dibêjin : ka tu xwe berde binê bîrê û hingiv ji me re têke dewla bîrê de , dûvre em ê te jibinê bîrê kişînin û derxin û hingiv li hev par bikin !!

Ew xortê belengaz xwe bera dide binê bîrê û ji wan re hingiv dike dewlê de da bi çirikê hildin jor...
Hevalên wî ji hev re dibêjin : ka em wî di binê bîrê de bihêlin û vî hingivî bi tenê li xwe hevpar bikin.
ew li ser vê pêșniyarê li hev dikin û hevalên xwe di binê bîrê de dihêlin û diçin.
Dema ew xortê di bîrê de hest dibe ku hatiye xapandin ji wan dostên xwe û nema wî ji bîrê derdixin, ew di bîrê de li dergehekî digere ku xwe ji wir derxe .
Carekê dibîne ku ronahiyek di quncikekê de dixuye, ew berê xwe dide wir û diçe hêviya wî ewe ku ji wir derkeve.

Hîna ew li ronahiyê matmayî dimîne, hew dinêre ku ew ket nava bajarekî mezin de, bajarê Șahmaran e , tijî m'ar e .
Marek wî digre û dibe ba Şahmaran, Șahmaran jê re dibêje tu li vir çi dike û li çidigerê ?!.
xort çîroka xapandina xwe ya ji aliyê hevalên xwe ve jê re dibêje.
Wê demê Șahmaran piștrast dibe ku ew ne kesekî xapîner e , û ji bo tiștekî nerind nehatiye.
Șahmaran ji xort re dibêje , tu yê êdî li vir bimînê û nema vedigerî mala xwe , çimku tu biçî malê wê her kes li bajarê bi cihê min zanibe, wê çaxê wê dawiya min li ser destên wan be.
Û xort neçar ma ku bersiveke erênî bide!
Çend heyv derbas dibin , xort bîre diya xwe û xuşk û birayên xwe dike ...
ji Șahmaran re dibêje ez ê herim mal çendekê?!
Șahmaran dibêje : ez ê bihêlim ku tu biçî, lê tu yê ji kesekî re qala min nekê ne jî cihê min ji kesî re bibêjê.
Xort jê re sûnd dixwe û sozan dide ku ji kesî re nebêje , wê demê Șahmaran ji marekî re dibêje ku xort ji bîrê derxe .
xort vedgere mala xwe , çem kes û karê xwe , dibihîze ku pașayê wan bi nexweșiyekê ketiye û sihrbazekî jê re gotiye bi tenê dermanek ji te re heye?!
ew jî serê Șahmaran e ?!.
Dema ew dibihîzin ku ew xort çend heyvan winda bûye , dibêjin bêguman ew li cem Șahmaran bû !!
Gava xort vê yekê dibihîze bi lez diçe ser bîra hingiv û Șahmaran dibîne û jê re dibêje ku ew bi vê buyerê hesiyane , Șahmaran dibêje min zanîbû wê ev yek li min û te were , û ji ber ku ez ê li dawiyê werim girtin û kuștin , ez dixwazim vê tembeyê li te bikim.
Eger serê min kelandin û Ava wî kirin peyalan ta ku bi Pêșe bidin vexwarin, wê çaxê wê sê zerik hebin.
Zerika yekem tijî jehr e , bila sihrbaz vexwe ku bimire ,
ya duyem derman e bila Pașa vexwe wê sax vegere...
ya sêyem jî tijî zanist e tu vexwe û wî bajarî ji sihr xelas bike bi zanebûna xwe.
Xort wek Șahmaran gotî dike, sihrbaz dimire , Pașa ji nexweșiyê saxlem dibe û bajar ji sihr rizgar dibe bi zanebûna wî xortî .

(Ji rûpela : Raman Ehmed)





تم عمل هذا الموقع بواسطة