... Çîroka "çirto û virto"
Di daristanekê de Şêrek hebû dixwest gûza hindî bi dest xwe bixe lê nikarî bû
Roviyek derbas bû û ji şêr re got : qey tu dixwazî gûza hindî bi dest xwe xî
Şêr jêre got : belê Rovî
got : ezê te bi werîsekî bi taqê darê ve girêbidim da tu bi xurtî darê bi hejînî û wê libên bikeve xwarê
Şêr daxwaziya rovî erênî kir û rovî ew girêda û pişta xwe dayê û çû ji wê deverê û şêr hişte di wê rewşê de girê darî bi taqê darê ve
Navê rovî "çirto" bû Bi derbasbûna demê re şêr gelek hewil dan da xwe rizgar kî jigirêdana werîs lê bê encam
Mişkekî biçûk di cem re derbas bû .. şêr jêre got : mişkê hêja navê te çi ye
Miş got : navê min "virto" ye
Şêr jê xwest da wî ji girêdana werîs rizgar kî Bû xirtexirta diranê "virto" û werîs qetand û şêr ji girêdanê rizgar kir
Şêr rabû gotna xwe ya navdar di wê kêlîkê de got : (( bajarê ku yê weke çirto mero girêde û yê wekî virto mero veke ji mir nabe
... Şêr ji dev wê daristanê berda û çû , çûna bê veger