1 قراءة دقيقة
24 Aug
24Aug

Hêsirên çavan 

Hûr hûr di barin 

Nalîn û xema dila 

Mîna zalokê kalin

Dayka şêrîn çav qurimîn 

Li hêviya lawkê bin çav kirin 

......    Her Dem

...... Her Gav

Dûr dûr di nere û dike qîrîn 

wa........ lawê şêrîn 

wa.........lawê delal 

 wa ......ciwanê min 

Qey tu bi hewara min na yê 

Dilê min peritî hilweşiya 

Hêsirên min ziwabûn 

Dengê min çû nema tê 

Ew çi kesin ê ku tu bin çav krin 

Ne bêje min ew bê daykin 

Ta dar di girî dema ku şaxê wê dişkê

wa...çavê min 

Ez her roj di mirim sed car 

Gulên dilê dayka te naiyên hejmar 

De her dilê min bi oxra xwedakî dilovan

تم عمل هذا الموقع بواسطة