ZIMANÊ ME
Min bi zimanê xwe xwend
Hin çîrok û hin jî pend
Pir şêrîn e ev ziman
Bi tîp û livên çeleng
Sî û yek tîpên hêja
Hin hevok û hin bêja
Xweştirin ji av û nan
Ji rojî û limêja
Hin dengbêj û hin dengdar
Pir xweş tê li hev siwar
Bi vekît û rêziman
Destpêk kovara hawar
Ji pênc tîpên cêwîdeng
Peyv dibe ku rê û reng bikî
Ker û ker ji hev cudane
Yek jê sert û ya din nerm
Tîpa y ew girêkoke
, Ê dişkîne ji koke
Dibin, i di nav peyvan
Xemlê dide hevoke
Tîpa w xwedî bandore
Û, dike u do cûre
U, lawaz û pir giran
Ez, datîne li şûne
, Bo yekjimara nêr
A, mê ciyane ji nêr
, N, tê ji bo herdowan
Xuya ne wek tacek zêr
Ev beşek ji rêziman
Bijî kurd û kurdistan
Bi xwînê bi nivîsin
Da ji bîr nekin ziman.
Ehmed Tahir