Zayîna .... helbestê
Zagûna tîpan bi şîrovekirina ji sînga
Zabenda
Ramanan ber bi weşirina li ser
Navê pênûsê rewa dibe
Bi pijirandina rûpelan.
Û
Hêdî hêdî tilî
Dibin yasager li dadgeha
Helbestê.
Tîp rêz li ser xêzikan
Mîna
Şalûlan di demên bûharê de
Ku
Ew li ser daran bi cihên dewleta
Û
Şahiya dilan bi deng û rengên xwe
Li dardixin.
Xwîngereka helbestê
Di
Damarên xweşhatîk kuşt de
Canê pesindariya wê
Dibe dilbijîna çavan ji bo
Xwendinê.
Bedewiya wêneyên wê
Zayîna çavan
Bi
Cêwîk ji zarokan di xemile de.
Giryên wan awazên dema ne
Li ser
Şanogeha xoşecanîk kuşt
Ji
Layê xwendevana.
Nayif Çolo