Vebjêre xwe?
Dijmin har bû te binase
Tu bûyî zevî neyar bû das
Hêdî bes bêje: te guh palase
Piştî tu barkî du hirin xase!
Xinizî berde veger bi yarî
Koletî dikî ji bo neyarî
Dinya bi pêş ket tu hîn neçarî
Ta kengê bijî tîna kerase!
Xelk li te siware tu bi hop hop
Can li te qeşirî bi dar û cop
Para wan goşte ya te her tim qop
Tu nêçîrvan lê xwe nenas!
Xwîna te herikî dinya tev dît
Seri ser işkî wek quto û filît
Derî hat girtin mifte ka kilît
Ta xwe nedî hev nabî xelase!
Di rûyê pir de li min diçin
Derfet nede wan ji xwe newêrin
Çaxa tu digrî pîs ew dinêrin
Dijmin bê bexte tu baş binase!
BK26.07.2019 serzorî