{{total_min} min xwend
25 Mar
Salek  wek şivek agir

Dildar Ashti


Salek
wek şivek agir

Salek bêdeng
Wek arezûmendekî lal
Di giyan de lavlav dikir
wek şivek agir dibûrî
tirafa xwe
Li demsalan belav dikir
Ond rondikan
Li ser dêman gul avdidan…

min çûna te bawer nekir
hîna çavên min li rê ne
ka kengî tê heprîya xwe li ba bikî?
era zeraqa kenê te
wê xwe li baxên dil vedî ..?!
erê erê…
bêhna te ye…
Bi alî pêjna te de dizîvirim
Banga te ye
destên xwe li destên te dipelînim
erê hingivtina te ye
Tu dibêjî helbestvano
Tu li kû bî ez li wir im
Çirûska peyva te me venamirim !!.
Bila xemên zîvaran
Xwe bidin ber ba û tavê
Bila baxên dilê te
şad bibin bi xunavê !!…

Bedaxewa şêrîna min
Sûrên li bajarên min ne bilindtir in
Kurd bi hev re ne rind in.
Hûçkên razan
ji serhîzan re veneke
dilê wan Kore
Dikarin bakîzayîya te bifiroşin
bê xeber
Dikarin bibin rêber
kurtêlxweran leşkerîin nav êlên min
Li ber xwe şepene bikin
Zevî û werz û rêlên min…
erê…
Hîna kaniya germ
hinavên min xum dike
rêwengiya destpêkê vedigerînim
Hîna rêçên nêrgizan
Ber bi çemê pîroz de dişopînim.
Li nav zevî û hêran
Hîna şaxên zeytûnê
Di xwînê de digevizin
Hîna nijdevanên kînê
Li kolanên EFRÎNa min diberizin
Hîna li ber pencerên me
Tolaz kurtepistê tên diqelizin ..
Li dor argûna evînê
Peyvên min ditevizin. !!
3/21 / 19.z
********************

I BUILT MY SITE FOR FREE USING