Jîn betale ho?
Dikê pêşkim mal û melal
Dikê çibkim vîna mirdal
Ku herimî xwîna zelal
Bira dikenî bi bira!
Felek nerindî danziland
Ji ser ta bin tev dihiland
Weka berfê l'hev gongiland
Hemî bûn koleyên pera!
Pere kûçik nakî meriv
Bi hestîyan dikî giv giv
Di nêçîrda bê pare dev
Me dît ku hevparê gura!
Peza gêjgel wê nêçîre
Şivan xewar bê tevdîre
Wekî axa li pez jîre
Temiradin li min çira!
Axi axa bûn em kol ki