{{total_min} min xwend
09 Apr
Rovî û dîk



* Helbestek bo zarokan:

Rovî û dîk

* Rovî:
Ez rovîme ... rovîme
Ajalim xweş kovîme
Xweş xeberê nû hene
Ez mizgîn û hêvîme.

* Dîk:
Zimanê te dirêje
Daristan tev gotin
Bawerî bi te nayê
Kes ne dîn û ne gêje.

* Rovî:
Nûçeyek pir xweş heye
Hayê me tuneye
Gelî dost û hevalan
Dilşadî ji bo meye.

* Dîk:
Ka bêje rovî bêje
Ka gotina bavêje
Fen û fûtê te prrin
Destê te pirr dirêje.

* Rovî:
Em hemî bira ne
Mizgînî bo me teva
Rêkeftina ajalan
Destûre li ser serayê.

* Dîk:
Ez ticar ne bawerim
Min bihêle ez herim
Xap û çivê te kufşin
Ez ne yê ceng û şerim.

* Rovî:
Na birako tu şaşî
Rêkeftin gelkî başî
Wê aramî peydabe
şer û pêşveçûna nebaşî.

* Dîk:
Biskê befrê diweşin
Ka em pevre bimeşin
Lê, ezê ban segakim
Gotinên wan pir xweşin.

Rovî: *
Na birako çima lo ?!
Wan bihêle îro lo
kro kêf û şahiye
Ezbenî ma ne wilo.

* Dîk:
Na bi xwedê bila bên
Rewanbêje bi reng
Dema rovî rastî dît
Toz bilindkir bû tirên.

DAWî:
Bû rewrewa kûçikan
Rê li pêşiyê neman
Dema dîkê reben dît
Rovî giha ser çiyan.

DAWî:
Dema rovî deng bihîst
Gav dikirin deh û bîst
Toz û dûman bilind bû
Terya xwar li pê dilîst.
… …………………………
mesûd dawid- Hewlêr

Wêne dibe ku: nivîs



I BUILT MY SITE FOR FREE USING