{{total_min} min xwend
24 Apr
Rojnama kurdistan

* ROJNAMA (KURDISTAN) 4/22 / 1898z.

Rojnama kurdistan

-di encam qernê nozdan
Dengê Kurdan ji cîhan nefret dike
- mîrê botan wê pêşewa
miqdad neviyê bedirxan
-bi banga xwe gel şiyarkir
'Kurdistan' kir dengê kurdan
-vîna kurda wî diyar kir
Bi dilsozî daket meydan
-li QAHÎRA biryar da bû
Ku doza kurd naye berdan
-dengê kurda pêr bilinbû
geşbû pêre hizr û rêdan
- "KURDIStan" mûma jînê bû
Wê vejand fikir û raman
-şewq û ronî dida cîhan
Wê xweş hejand erşê sultan
-xebatê wê domdar bû
li CINÊVÊ .... bibû mêvan
-geh li vir bû geh li wir bû
li ENGILÎZ ... bibû sîwan
-çar rûpel bû pir buha bû
nîvê mehê tê weşan
-zar şêrînbû rewanbêj bû
bi zimanê gel BOTAN
-sih û yek hejmar bi berkir
li HEMBORGÊ çê dîwan.

Mesûd Dawid - Hewlêr.

I BUILT MY SITE FOR FREE USING